
Endamên Kongra Star Endamê û Rêvebirên Saziya Malbatên Şehîdan cihê xwe di çalakiya bîranîna Şehîdên Şoreşç de girtin.
Di bîranînê de Rêveberiya Saziya Malbatê Şehîdan Sara Xelîl axivî.
Sara 8’ê Adarê Cejna Jinê ji Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Rêber APO bi diyarkirina pîvanên azadiyê rê li cîhaneke ji dervî cîhan û hişmendiya olperst, netewperest, cinsiyetperest ji bo jinan û gelan her wiha ji bo mirovahiyê afirandiye ku Di bin şert û mercên giran Rêber APO li girtîgeha îmraliyê de paradîgmaya demokratîk, Ekolojîk û Azadiya jinê pêş xist. Em di serî de bi hezkirin û hesretekî mezin Rêber Apo Silav dikin û 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Ji Rêber Apo pîroz dikin.
Sara Şehîdên Azadiyê bi rêz û mînnetdarî bi bîr anî û soza şopandina rêya wan da û wiha bi dawî kir: “Her wiha em fedaiyên me ê leheng ku di uxira azadiyê de cane xwe feda kirin û bedena xwe diyariyê Şoreşê kirin bi heskirin û mînnetdarî bi bîr tînin û soza şopandina rêya wan didin ku emê xewn û xeyalên wan pêk bînin.”
Bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabê’ bi dawî bû.




