
Şahî li Navenda Çand û Hunerê y Baqî Xidoyê hat organîzekirin. Di şahiyê de tabloyên şehîdan, alavên folklorîk ên kevn û nameya Rêber Apo hate nîşandan.
piştî deqeyekî rêz girtinê li ser cangoriyên azadiyê Endama Kongra Star a Kantona Firatê Xunav Xelîl axivî.
Xunav Xelîl axivî û got: “Bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan em gihiştin vê astê. Em 8’ê Adarê li Rêber Abdullah Ocalan û hemû jinan pîroz dikin û em ê bihêlin ku 8’ê Adarê bibe wesîleya azadiya fîzîkî a Rêber Apo.”
Şahî bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina govendê bi dawî bû.




