Rîhan Loqo: Emê Hemû Qadên Tekoşînê Bi Azadiyê ve Bixemlînin
Berdavka Kongra Star Rîhan Loqo ji derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ê Cîhanê de ji malpera me re axivî û diyarkir ku Peyama Rêber Apo ji bo wan bû hêz û morala 8’ê Adarê, û her wiha got wê Hemû Qadên Tekoşînê Bi Azadiyê ve biXemlînin.

Rîhan Loqo cejna 8’ê Adarê Hemû jinan Pîroz kir û wiha got: “Cejna Roja Jinên kedkar ê cîhanê em li tevahî Jinên Kedkar, Berxwedêr Jinên Di girtîgehan de û jinên di çiyayên azad de tekoşîneke bê navber didin meşandin em li tevahî Jinan pîroz dikin. Tekoşîna me a hevpar ji Clara Zetkîn heya Rosa Lûxemburg Ji Sakîne Cansiz, Jına Emînî û heya Hîva Erebo em tevahî Jinên Berxwedêr Tekoşer ku di uxira azadiyê canê xwe fedakirin mîna Kerem Şahap, Menîce Heyder, Arjîn Kobanê, Qemer û bi sedan hevalên me ji bo bilind kirina asta tekoşîn û Berxwedaniyê û parastina Destkeftiyên Jin, carekedin bi minnetdarî em wan bi bîr tînin û soza şopandina Rêya wan didin ku emê xeyalên wan pêk bînin.
Rîhan tovê 8’ê Adarê, 129 jin ku di ruhê jinên şoreşger de şîn bûye û dibe roja têkoşînê ya tevahî jinên cîhanê wiha domkir: “8’ê Adara 2025’an li Bakur û Rojhilatê Sûrî Ji çirûska Yêkemîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku ê despêkê daketin qadên Têkoşînê û qadên Jina Azad Jin bûn. Ji ber ku hişmendiya Nijadperest, Olperest û Netewperest ku her tim dixwest li ser nasname û hebûna Jinan plan û hişmendiya xwe a paşvero ferz bikin. Lewma di dîroka 8’ê Adarê Jinan li hemberî ne heqiyê ne wekhevî û bê adaleta ku bi hişmendiya Mêr li ser jinan pêk di hat 129 Jinan tekoşîne ke dîrokî û berxwedaneke bê navber li hember hişmendiya Mêrperest meşandin. em di şexsê wan Jinan de tevahî şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan di tewînin emê xeta tekoşîn û berxwedaniya wan ku ji mera wek mîras hiştine bimeşin.”
Bi Çirûska Bakur û Rojhilatê Sûrî ku jinan di tevahî qadên jiyanê de neheqiya li ser jinan di hat ferzkirin, bi awayekî rêxistinî, zanistî û xwe parastinê de red kirin. Di qadê Şoreşa Jinê de em hîn bêhtir xwe bi rêxistin û zanist bikin. bi salên dem dirêj Jin bi pêşengiya Jinên Kurd de Jinên Ereb, Turkmen, Suryan, Çerkez, Êzidî û tevahî jinan, şoreşa xwe kêlî bi kêlî ava kirin û mezin kirin ku bû nimune ji tevahî cîhanê re.
Rîhan balkişande ser êrîşên li ser Jinan û wiha pêde çû: “Bi qasî ku asta tekoşîn û Xebatê bilind dibe , qasî asta zanista Jineolojî di nava Jin , Civakê de berfireh dibe û di gihîje hemû jinan, her ku felsefeya Jin Jiyan Azadî di cîhanê de weke felsefeya Jiyana Azad ku tevahî civakê bi ol pêkhateyên xwe ve hembêz dike û di nava xwe de di hewîne ji bo jiyanek azad û bi rûmet em dibînin asta plan û Êrîşên Netewperest, Olperest, Nîjadperest û Mêrperestan jî li ser herêmê me û li ser pêşeng û endezyarê Şoreşa Jinê jî zêde dibe.
Rîhan dahurandinên Rêberê gelan Abdullah Ocalan ku gotibû wê sedsala 21’mîn bibe sedsala azadiya Jinê destnîşankir û got: “Ji aliyê Dewleta Tirk ve pêşengên şoreşa me bi çekên giran û balafirên bê mirov ve tên hedef girtin ku ji aliyekî din de jî bi çekên xwe ê giran û balafirên xwe ê şer ve destkeftiyên me ax, av, qadên jiyanê hedef digre. Ji bo parastina ax, av û destkeftiyên xwe Jin di tevahî qadên jiyanê de Berxwedan û Têkoşîneke mezin dide meşandin. di vê sedsala 21’an de weke Rêber Apo got wê ev sedsal bibe sedsala Jina Azad, û di vê sedsalê de bi dehan şoreşên Jinan were ava kirin.
Rîhan îşaret bi serhildanên Jinan kir û wiha lê zêde kir: “Niha jî li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî, li Bakur, Başûr, Rojhilatê Kurdistanê Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê Jin pêşengtiyekê çalak ji civakê re dike ku bi pêşengtiya wan û Berxwedaniya wan ve serhildanên mezin tên liderxistin û şoreş tên ava kirin. Lê belê li hemberî berxwedaniya Jinan hişmendiya paşvero bi êrîşên xwe yên siyasî û fîzîkî dixwazin jinan vegerînin çaxa 17’mîn ku çaxa hişmendiya Mêr lê serwer bû. Lê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bi yekîtî û hevgirtina Jinan û bi xeleka heskirinê a azadiya Jinan ve li hember top, firok, balafirên bê mirov ê Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ev 12 salin Tekoşînek bê navber tê meşandin.”
Rîhan diyarkir ku Jinan bi asta xweyî zanistî ve lingê pergala Kapîtalîst şikand û wiha axivî: “Planên dewleta Tirk, planên Nîjadperestiyê Olperestiyê, bi têkoşîn, sekin û zanebûna Jinan ve bi bin dikeve. Asta zanebûn û xwe parastina Jinan dawî li hişmendiya mêr perest anî. Ev jî dibe sedem ku rê li ber lrystikên pergala kapitalist bigre . Di hemû qadên jiyanê de Jin bi hemû reng, Deng, Nasname û ol’ên xwe ve xwe bi rêxistin û perwerde dike ku pergala xwe a xweser, edalet, aşitî û Demokrasî ava dike. Ev pergal jî bi saya ronahya ramanên Rêber Apo bû.
Rîhan Got ku şoreşa Jinê Berhema Keda Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e û wiha domand: “Planên mezin li ser Jinan hatin kirin ku gotin Jin nikare pergala xwe ava bike ku Jin nikare di qadên siyasetî, Leşkerî, Aborî, Ragihandin, Perwerde kirinê de di bîryar girtinê û di qadên jiyanê de cihê xwe bigre. Lê Rêber Apo bi fikir û Felsefeya xwe ve riya têkoşîna Jınan Avakir ku Jin ji taritiyê rizgar kir ku got Jin di asta cîhanî de dikare pêşengtiyek bi hêz ji welatê xwe re bike. Ev ronkahî Bi paradîgmaya netewa Demokratîk, bi felsefeya Jin Jiyan Azadî û bi zanista Jineolojî bi fikir û ramana Rêber Apo hat despê kirin.
Niha ev Şoreş berhemê keda Rêber Apo ye ku ev şoreşa Jinê projeya Rêber Apo bû. Bi saya Rêber Apo em bûn xwedî Rêxistin, Hêz, Bawerî, vîn û xwedî nasname. Ji bo vê 8’ê Adar a 2025 ku di Encama Têkoşîn û Berxwedanê de hişt ku rê li deriye Îmraliyê vebe. Berxwedaniya li Îmraliyê îro xwe li tevahî qadan dide nîşan bi ruhê Berxwedaniya Îmraliyê ve me têkoşîn, Serhildan naskir û despêkir ku îro deriye Îmraliyê tê vekirin.
Rîhan peyama Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê bi ser navê ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ ji raya giştî re dengek mezin veda, destnîşankir û got: “Peyama Rêber Apo a 27’’ê Sibatê de ku Ji bo ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ ji bo me weke Kongra Star esase. Ji bo vê jî di vê pêvajoyê de bi tavahî derfetên xwe ve bi ruh û kelecana 8’ê Adar ê emê li pişt pevajoya dîrokî a ku Rêber Apo despêkiriye bin. Emê weke Jin bi Têkoşîn, Rêxistinbuyîn, bi zanista û parastina xwe ve bi pergala ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo ve hatiye ava kirin ve emê vê projeyê bi Rêberê xwe re hîn behtir xurt bikin. Emê ji tevahî cîhanê re projeya Rêber Apo ku aşitî, Demokrasî, Wekhevî û azadiyê, a ku Bi pêşengtiya Jin û Ciwanan ve bi vîn û zimaneke Azad bi tevahî ol û baweriyan di nava xwe de dihewîne, bikin mînak.
Rîhan îşaret bi girîngiya Pêvajoya dîrokî a ku bi peyama Rêber Abdullah Ocalan ve hatiyi despê kirin kir û wiha bi dawî kir: “ Weke Jin ev pêvajo Pêvajoyeke pir girînge ku ev pêvajo wê bi Rêber Apo re wê bi azadî, Demokrasî û aşitiyê ji tevahiya gelê Rojhilata Navîn û cîhanê re bîne. Ne tenê ji bo gelê Kurd ev pêvajo bi Tevlîbuna Rêber Apo re wê deriye Demokrasiyê ji bo tevahî cîhanê veke. Ji bo kesên ku dildar û dilsozê azadiyê, li qadên Têkoşîn, Rexistin û qadên Jina Azad bi hev re bi ked û wêrekiyeke mezin, bi heskirina Jin Jiyan Azadî û Netewa Demokratîk xwedî li vê pêvajoyê derkevin bi hêz û mezin bikin.



