ÇalakîNûçeSlide

Jinên ji Helebê di şahiya 8`ê Adarê pîroz kirin

Li Qada Newroz a li herêma Şiqêf a Helebê 8’ê Adarê bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve" tê pîrozkirin.

Li qada pîrozbahiyê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên jin, alên Kongra Star û tabloyên ku berxwedana şervanan û berxwedêrên bendava Tişrînê nîşan didin, hatin daliqandin.

Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Koordînasyona Kongreya Star Rîhan Elo axivî. Rîhanê di serî de Roja Jinan a Cîhanê li Rêber Abdullah Ocalan, jinên têkoşerên cîhanê û şehîdên azadiyê pîroz kir.

Rîhanê her wiha got: “Fikrên azadiyê yên ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêşî jinan kirin û peyama dawîn a ku ji bo aştiyê ji jinan re şand, vîna me ya ku em bişopînin û têkoşînê bilind bikin, zêde kir.”

Endam Koordînasyona Kongra Star Netawî Xemgîn jî wiha got: “Dîroka koletiya jinan di dîrokê de nehatiye vegotin, lê dîroka têkoşîn û rizgariya jinan ji destpêka şoreşa azadiya Kurdan a ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye avakirin ve hatiye nivîsandin.”

Netewî Xemgîn got: “Têkoşîna zêdetirî 40 sal e dewam dike, çi qasî rêbazên zextê hebin jî wê bi dawî nebe. Me jinan bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan xwe bi hêz kiriye û em ê têk neçin, paşve neçin û dest ji mafên xwe bernedin.”

Piştre peyama Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hate xwendin û tê de hate gotin: “Bi saya Rêber Apo em bi hêz û rastiya jinan gihaştine asta herî bilind. Bi ruhê berxwedana li Şêxmeqsûd, Qerqozaq û bendava Tişrînê em ê dagirkeriyê bi temamî têk bibin.”

Li ser navê pêkhateya xiristiyan Basil Qis Nesralah jî 8’ê Adarê li beşdaran, jinên cîhanê û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Related Articles

Back to top button