Di Konfransa Neteweyî ya Jinên Kurd xwestin ezmûna jinên Kurd li tevahî Sûriyeyê bê belavkirin
Konferansa Neteweyî a bi Durişmeya “Bi Pêşengiya Jinên Kurd Yekitiya Neteweyî ya Kurd Misoger Dibe” bi xwendina Belgeya reşnivîsa wesîqeyê a bi ser navê ‘Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê’ berdewam kir.

Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava bi dirûşma “Bi Pêşengiya Jinên Kurd Yekitiya Neteweyî ya Kurd Misoger Dibe” li hola bexçeyê Azadî ya li bajarê Qamişlo hat li darxistin. Ji partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, rojnamevan, rêxistin û tevgerên jinan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ji Heleb û Şamê nêzî 300 delege li konferansê amade bûn.
Dîwana konferansê ji komîteya amadekar; berdevka Kongra Star Rîhan Loqo, Hevseroka Partiya Yerkitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif, endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêra Qasim, çalakvana hiqûqî Sîham Emoka û Narîn Metînî pêk hat.
Belgeya bi nave ‘Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê’ ji aliyê Endama Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rîhan Temo ve hat xwendin wiha ye:
“Gelê Kurd û welatê me Kurdistan ji dîrokê heta niha, di hemû qonaxên civakî de roleke diyarker û bingehîn lîstine. Kurdistan hem wekî erdnîgarî xwediyê cihekî stratejîk e, hem jî di milê siyasî de ji bo dewletên dagirker tim bûye cihê parvekirinan. Ji bo ev erdnîgariya rengîn û dewlemend negihe xwediyên xwe yên esasî, her dem bûye meydana ceng û lîstikên dagirkeran. Ji ber wê jî gelê Kurd ê berxwedêr li dijî her plan û projeyeke dagirkeriyê têkoşîn û berxwedaneke bêhempa raber kiriye. Jina Kurd jî di her pêvajoyeke dîrokê de wek beşeke esasî ya civakê beşdarbûneke girîng ji wan qonaxên têkoşîn û berxwedanan re raber kiriye. Bi hest û bîra xwe ya welatparêziyê hewl daye berpirsiyariya dikeve ser milê wê pêk bîne, ji bo wê ked û berdêlên giran dane.
Em vê yekê ji sekin û têkoşîna jinên pêşeng ên di wan qonaxên berxwedanê de raber kirine û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka gelê me nivîsandine dizanin. Vê mîrasa jinên Kurd a berxwedêr bi hezaran pêşengên mîna Zarîfe, Xanê, Besê, Rindexan, Keça Nexedeyî, Leyla Qasim, Sema, Zîlan, Sakîne Cansiz, Viyan Soran, Şîrîn Elembolî, Arîn Mîrkan, Hevrîn, Salîhe û Sozdaran afirandiye. Weke xebatên neteweyî di warê parastin û pêşxistina ziman, çand û nasnameya kurdî de jî bi sedan pêşengên weke Dayê Gulnaz, Fatma Şirnexî, Rewşen Bedirxan, Keça Kurd, Hebsexana Neqîb, Mîna Qazî, Meyan Xatûn, Helîme Sofî, Eyşeşan û Meryemxanan derketine. Ev kevneşopiya berxwedêr û birûmet a jinên Kurd, îro jî di berxwedana neteweyî ya gelê Kurd de bi sekna jinên şervan û welatparêz derketiye asteke bilindtir.
Nexasim ji sala 1639’ê ve ku bi Peymana Qesrî Şîrîn re plana parçekirina welatê me ketiye meriyetê, bi sedên salan siyaseta parçekirin û dagirkirinê li ser gelê Kurd hatiye meşandin, her daxwazeke azadiyê ya gelê me bi şer û komkujiyan hatiye çewisandin. Wek encameke vê siyaseta parçekirin, dagirkirin, înkarkirin û qirkirinê ya biêş û jan heya roja îro jî gelê Kurd nekariye siyaseteke neteweyî ya hevgirtî bimeşîne. Di qonaxên têkoşîn û serhildanên Kurdan ên berê de ji ber sekna yekîtiya neteweyî çênebûye, ev bûye sedema esasî ya hilweşîn û têkçûna tevahî serhildanên Kurdan. Ji bo wê, yekîtiya neteweyî îro jî hesret û hêviyeke esasî ya tevahî gelê Kurd û jinên Kurd e.
Îro di projeya nû ya dîzaynkirina Rojhilata Navîn de Kurd û Kurdistan xwediyê cihekî girîng in. Ev ji bo misogerkirina hebûn û mafên Kurdan derfet û karînên dîrokî ne. Ya herî girîng jî, gelê Kurd bi projeya Neteweya Demokratîk ango ji bo çareserkirina tevahî pirsgirêkên herêmê û di demokratîkirina Rojhilata Navîn de bi roleke diyarker radibin. Bi taybetî di vê serdema nû de tevlîbûna jina Kurd a pêşeng, li hemberî tevahî êrîşên dagirkeran ji bo gelê me bûye çavkaniya hêz û wêrekiyê. Li ser bingeha vê mîrasa dîrokî jina Kurd îro di têkoşîna siyasî û civakî ya gelê me de dikare pêşengiya pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ya Kurd û Kurdistanê bike.
Pêvajoya niha li ser me ferz dike ku yan em ê weke jin pêşengiya yekîtiya neteweyî ya demokratîk bikin û armanca şehîdan bigihînin serkeftinê, yan jî em ê bibin qurbanê êş, parçebûn û şerên têne ferzkirin. Di vê hêlê de hîn hişmendiyên paşverû ku dixwazin li pêşiya yekîtiya neteweyî bisekinin pêwîste bên berterefkirin. Yekîtiya Neteweyî, ne tenê garantiya parastina destkeftiyan e, heman demê yekane rê ye ku destkeftiyên me firehtir bike, ji bo nifşê pêşerojê jî mayînde bibe. Şoreşa Rojava wek şoreşa jinê îro hêzeke pêşeng e ku vê serkeftinê pêk bîne. Di nava Şoreşa Rojava de jin, ji bo ku bikaribe projeya Neteweya Demokratîk bi kûrahî bide rûniştandin, di bin dirûşmeya “JIN, JIYAN, AZADΔ de ku bûye sembola jinên cîhanê, têkoşînek bêhempa ji bo azadî û wekheviyê dimeşîne.
Jinan di nava vê şoreşê de hêza berxwedanê ji tevahî cîhanê re nîşan da. Mînakên îro di nava Şoreşa Rojava de derdikevin holê eşkere dikin ku dema jin ber bi azadiyê ve diçin, civak jî ber bi azadiyê ve gavên mezin diavêje. Di vê pêvajoya çarenûsî de ji bo li her çar parçeyên Kurdistanê em weke jin û gel mafên xwe yên rewa bidest bixin rol û berpirsiyariyeke dîrokî dikeve ser milê jinên li Rojavayê Kurdistanê. Dîsa li ser me ferz e ku weke rêxistinên jinên Kurd ên pêşeng em vê pêvajoyê bigihînin encameke mayînde. Çawa ku di pêvajoyên beriya niha de me li Amedê, li Hewlêrê bi kongreyên ku çêbûn pêşengî ji hewldana Yekîtiya Neteweyî re kiriye, îro jî ew erk dikeve ser milê me ku em li Rojavayê Kurdistanê bi armanca hevgirtin û piştgiriya civakî tevbigerin.
Ji bo em bikarin destkeftiyên ku me bidest xistine biparêzin û bi hêz ber bi Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî ve biçin; di navbera hemû aliyên siyasî yên Kurdî yên li Rojava de diyalogeke ku me ber bi yekîtiyê ve bibe pêkanîn girîng e. Heman demê di nava tevgerên jin ên li Rojavayê Kurdistanê de nêrîneke hevbeş avakirin, bi hev re li ser prensîban lihevkirin wê di pêşeroja Sûriyê de jî bibe garantiya beşdarbûna jinan di hemû qadên xebat û jiyanê de. Her wisa ji bo êrîşên demê yên li ser gelê Kurd, jinên Kurd wê bibin bersiveke herî mezin. Di vir de Yekîtiya Jinên Kurd mijareke bingehîn û jiyanî ye. Ji ber ku hêza pêşeng a civaka demokratîk û azadiyê jin e. Bi baweriya ku jin wê hem di çareserkirina pirsgirêka Kurd de hem jî di avakirina Sûriyeke demokratîk, pir-rengî û nenavendî de bibe mifteya çareseriyê, pêwîste em bi berpirsiyarî tevbigerin.
Prensîbên Giştî Yên Konferansa Netewî ya Jinên Kurd;
Yekîtiya ji bo tevahî jinên kurd xwedî girîngiyeke stratejîk e. Ji bo garantîkirina mafên gelê Kurd ên her çar aliyên Kurdistanê, pêwîste jina Kurd xwedî sekneke yekpare be. Li ser esasê hevgirtinê û piştgirî dayîna hev, di pêşeroja gelê xwe de bûyîna hêzeke pêşeng û çalak erkeke esasî ye. Yekîtiya Jinên Kurd ne tenê bijardeyek e; ji bo azadî û edaletê pêwîstiyeke neteweyî ye.
1- Nasname û çanda jina Kurd; Jina Kurd bi hezaran salan e ji bo dîroka xwe biparêze û zindî bihêle her tim di nava têkoşînekê de ye. Çand û zimanê kurdî berhemeke fikrî û nasnameyeke civakî ye ku herî zêde bi ked û hewldana jin û dayîkên Kurd heya roja îro hatiye parastin. Ji bo wê pêwîste çand û zimanê kurdî heman demê weke çand û nasnameya jina Kurd were naskirin û parastin.
2- Neteweya Demokratîk; Li ser esasê naskirin, rêzdayîn û parastina tevahî nasname, bawerî û çandan dabînkirina azadiya jin û giştî civakê ye. Dijberiya di navbera gelan de, taybet bi destê desthilatdarên netewe-dewletê tê gurkirin. Kurdistan ku welatek e gelek nasname û baweriyên cihêreng di nav xwe de dihewîne, Neteweya Demokratîk pergala herî guncaw a li gor rastiya welatê me ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, li ser esasê pîvan û prensîbên demokrasî, wekhevî û azadiya jinê bi hev re jiyankirin û xwe rêvebirina hemû rengên civakî, nimûneyeke girîng şênber kiriye. Mînaka herî mezin; îro li Bendava Tişrînê gelên Rojavayê Kurdistanê bi Kurd û Erebên xwe ji bo av, ax û enerjiya xwe biparêzin, di pêşengiya jin de berxwedaneke dîrokî raber dikin. Lewre li ser esasê wekheviyê avakirina civakeke demokratîk û azad ji bo tevahî jinên li Kurdistanê xwedî girîngiyek jiyanî ye.
3- Ji bo vê di hemû qadên jiyanê de kûrkirina nirxên azadî û wekheviyê, meşandina siyaseta demokratîk erka sereke ya tevahî jina ye. Armanca jina Kurd a ji siyaseta demokratîk ew e ku di nava gelê Kurd, jinên Kurd û giştî jinên Sûriyê de îradeyeke azad û wekhev ava bike. Ji ber wê jî di nava siyaseta neteweyî de cihgirtin ji bo jina Kurd erkeke exlaqî û civakî ye. Lewre pêwîste bê tekezkirin ku beşdarbûna jinan a li ser maseya ku biryarên têkildarî rewşa welat têde tên standin, garantîkirina sîstema demokratîk e. Ji bo rola jinê ya pêşeng di avakirina pêşerojeke demokratîk, azad û wekhev de diyar be pêwîste rêjeya tevlîbûna jinê di hemû qadan de ne kêmî ji %50 be.
4- Perwerde û Zanista Jinê Jineolojî; Perwerde, ji bo avakirina malbat û civakeke demokratîk û azad xebateke jiyanî ye. Nexasim perwerdeya ku pala xwe bide zanista jin û jiyanê esasê ronîkirin û pêşxistina civakê ye. Wek zanist, zanista jiyanê, zanista hevjiyanê Jineolojî, li hember hişmendiya zanistperest a pergala kapîtalîst esasê şoreşa hişmendiyê ye. Zanistperestî û zanistên civakî yên heyî ku di esasê xwe de cinsperest in, mijarên têkildarî jinê wek pêwîst naxin rojeva xwe, heta hewl didin hişmendiya xwe di mejiyê civakê de jî biçênin. Li hemberî vê yekê pêşxistin û kûrkirina zanista civakê Jineolojî wê dîroka jinê ya veşartî mayî derxe holê.
5- Hevjiyana azad; Li hember hişmendiya baviksalar ku jinê wek mal û milkê xwe dibîne, jinûve avakirina civakê ye. Li ser esasê azadî û wekheviya di navbera her du cinsan de wê di çareserkirina pirsgirêkên di nava malbatê û giştî civakê de rû didin, çareseriyek esasî ava bike. Li hemberî hemû cureyên şîdeta nav malbatê yên wek destdirêjî, bi temenê biçûk zewicandin, zilma fizîkî û derûnî bi yek dengî helwest nîşandan, wê guhertin û veguhertineke mezin pêk bîne. Hêzên dagirker polîtîkayeke ku Kurdan ji welatê wan bêzar bikin û reva ji welat zêde bikin dimeşînin. Ji bo vê penaberiya bi zorê, bêkarî, qedexekirina zimanê dayîkê, êrîşên li ser welatparêzan, bi rêbazên cur bi cur qirkirina jinan û kiryarên hwd dimeşînin. Ji bo pêşî li van kiryar û polîtîkayên der-exlaqê mirovahiyê were girtin, weke hêza jin bi yek helwestê xurtkirina Yekîtiya Neteweyî gaveke bingehîn e. Heqîqetek e ku di van felaketên diqewimin de, ya herî zêde bandor dibe û êş dikişîne, jinên Kurd in.
6- Têkoşîna li dijî binpêkirina mafên jin; Êşên ku jinên Kurd rû bi rû tên hiştin, heman demê êşên tevahî jinên cîhanê ne. Binpêkirinên mafên mirov sedema têkoşînkirinê ya herî mezin e. Roja îro ev hîn zêdetir bûye ku rûmeta însan li ber çavên hemû cîhanê tê binpêkirin, dixwaze exlaqê civakî xera bike, guhertinê di demografiya Kurdistanê de dide çêkirin. Di vir de dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê, Girêspî, Şehba mînakên şênber in ku tu caran em ji bîr nakin. Bi sedan mînakên binpêkirinê yên din tên kirin. Ev li ser me ferz dike ku helwesta me yek be, ji bo em li hember van binpêkirinan rawestin.
7- Parastin û bergiriya destkeftiyên şoreşê; Destkeftiyên ku jina Kurd di qada siyasî, leşkerî û civakî de bidest xistine, destkeftiyên dîrokî ne û weke destkeftiyên şoreşa jinê gerek bên pênasekirin. Ji bo wê jî pêwîste bêne parastin. Şerê navxweyî şerekî gelek xeter e. Pêwîste ji aliyê jinan ve weke xeta sor bê dîtin. Divê jin hemû hêza xwe têxin tevgerê û nehêlin tu caran şerê navxweyî derkeve. Yekîtiya Neteweyî heman demê tê wateya di navbera hemû aliyan de yekîtiya îrade û rêzdayîna hember hev. Bi taybetî pergala hevserokatiyê ku pirsgirêka azadiyê ya di navbera jin û zilam de çareser dike, weke destkeftiyeke jin a Şoreşa Rojava îro şênber bûye. Pergala Hevserokatiyê ji bo nûnertiya wekhev a jin û zilam di nav rêveberiya civakê de pêk were, pêwîste weke mekanîzmayeke rêveberiya civaka demokratîk bê pêşxistin.
8- Xweparastina Jin a Rewa; Parastina rewa ji bo her zindiyekê erk û mafeke hebûnê ye. YPJ‘ê, wek hêza parastina rewa ya tevahî jinan û destkeftiyeke mezin a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê divê were qebûlkirin. YPJ’ê di 13 salên Şoreşa Rojava de, ne tenê ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê, heman demê ji bo parastina mirovahiyê jî roleke dîrokî lîstiye. YPJ ku sembola berxwedan û azadiyê ya jina Kurd e, ji bo parastina van destkeftiyan mezinkirin û piştgirî dayîna hêza parastina jin YPJ’ê pêwîstiyeke exlaqî û civakî ye.
9- Nirxê şehîdên me yên yekîtiya netewî û nîştimanî; Tevahî kesên di ber parastina Şoreşa Rojava de şehîd bûne, wek şehîdên Şoreşa Sûriyê jî bên pejirandin û mafên wan di zagonên Sûriyê de bên misogerkirin. Şehîdên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina civakê canê xwe feda kirine, nûneriya nirxeke hevbeş a tevahî gelên herêmê dikin. Ji bo em bikarin xwedî li nirx û mîrasa şehîdan derbikevin, berpirsiyariya wan a dikeve ser milê me bi layiqî pêk bînin, armancên wan bigihînin serî, erkek dîrokî li ser milê me ye ku em yekîtiya xwe pêk bînin û pêşengiya avakirina Sûriya Demokratîk bikin.
10- Aboriya Jin; ji aboriya pergala kapîtalîst a yekdestdar re alternatîf e. Piştgirî dayîna projeyên aboriya jin, kooperatîfên bi rêvebertiya jinê wê bihêle ji milê aborî ve jî serxwebûneke jinê pêş bikeve. Heman demê wê pêşî li wê yekê bigire ku jin bibe parçeyeke pergala aboriyê ku li ser esasê newekheviya tê rêvebirin. Pêşxistina aboriya jinê li Kurdistanê wê bibe çavkaniya pêşketina aboriya komînal a civaka demokratîk û ne yekdestdar.
11- Pêşxistina dîplomasiya jin; ji bo xizmeta doza Kurdî xwediyê roleke esasî ye. Weke jinên Kurd ên pêşeng pêwîste di qada siyasî û dîplomasî de em ji firsendên derdikevin holê sûdê bigirin. Divê rêxistinên jinan li gorî nêrîneke siyasî û dîplomasiya hevbeş bikaribin bihêz kar bikin. Li hember plan û armancên ku dixwazin Kurd û Kurdistanê parçe bikin û têkoşîna doza Kurd lewaz bikin, divê em pêşî li destwerdanên derve bigirin. Ji bo yekîtiya neteweyî, birêxistinkirin û yekirina her çar beşên Kurdistanê armanca sereke ya tevahî jinan e. Bi avakirina koalîsyonekê, bi hevgirtina siyasî, civakî û çandî em ê ne tenê li hember dijmin bisekinin, heman demê ji bo xurtkirina Yekîtiya Neteweyî û pêşxistina torên hevbeş ên xizmeta hemû aliyên siyasî bike jî girîng û pêwîst e. Li kêleka hevgirtina jinên Kurd a navxweyî, bi rêxistinên jin ên navneteweyî re jî sazkirina koalîsyonan pêwîstiyek e. Ji bo wê divê pêwendî û diyaloga di navbera jinên her çar aliyên Kurdistanê û derve de bi awayek xurt were meşandin. Her wisa ji bo em bikarin hêz û rêxistina jinên Kurd ji derve re bidin naskirin, bi hemû tevgerên jin ên Cîhanê re jî sîstemeke konfederal a demokratîk pêş bixin, li ser esasê armancên hevbeş ên azadî û wekheviyê divê xebata sazkirina koalîsyonê bi girîngî were meşandin.
Encam: Pêşketina Kurdan, ji bo di hemû qadan de vebûn û pêşketin çêbibin asoyeke nû vekir. Her gaveke ku ber bi yekîtiya neteweyî ya Kurd ve diçe xwediyê nirxeke cewherî ye. Em ji yekîneyeke biçûk bigirin heya ya mezin, em ji rêxistinên civakî bigirin heta yên pîşeyî, heta partiyên siyasî hemû dibin kevirek bingehîn ji bo projeyeke dîrokî. Ji bo wê jî keda ku welatparêzên me ji bo yekîtiyê didin, danehevên mezin ji bo yekîtiya neteweyî ava kirine. Hemû hêza civaka me bi rengek hîn çalak wê bikeve dewrê û wê bikarin zêdetir rol bilîzin û xwedî mîsyon bin. Di vê pêvajoya girîng de hem şert û mercên hundir di navê de, hem jî êrîşên ji derve tên ser me, têkoşîna jina Kurd a bi hev re ferz dikin. Ji bo Yekîtiya Neteweyî li Rojavayê Kurdistanê pêk were, pêwîste nirxên ku berxwedana jinê bidest xistine li hemû beşên Kurdistanê bêne zindîkirin.
Li ser esasê bawerî û hêviya guhertina mezin, heman demê ji bo pêşerojeke azad, hem ji bo gelên Kurdistanê hem jî ji bo jinan pêk were esasî ye. Rêya ku bikaribe van zehmetiyan derbas bike, rêya ku te ber bi azadiyê ve bibe, rêya ku te ber bi hêzê ve bibe, ev rê ye. Ji derveyî birêxistinkirina xebata hevbeş, tu rêbazên din tune ne ku em weke gel û civak parastina mafên xwe bikin û destkeftiyên xwe yên Şoreşa ku me di berdêla wê de bi hezaran şehîd dane biparêzin. Ji derveyî avakirina Yekîtiyê, ji bilî rêya hevgirtinê, ji bilî yekrêziyê tu bijarteyeke din li pêşiya me nîn e. Li ser vê bingehê, wek îradeya Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd li Rojava, em bang li hemû aliyên siyasî yên Kurd dikin ku di vê pêvajoya dîrokî de demildest Kongreya Neteweyî ya Demokratîk a kurdistanî lidar bixin, erk û berpirsiyariyên xwe yên civakî û dîrokî pêk bînin.
Di heman demê de, em bang li jinên her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku pêwîst e di demeke kurt de kongra neteweyî ya jinê bê lidarxistin û em dikarin li rojavayê kurdistanê pêk bînin. Jina Kurd çawa ku di hemû pêvajoyên dîrokê de pêşenga têkoşînê bû, ji îro û şûn de jî wê ji bo avakirina pêşerojeke azad li ser prensîbên ku me lihev kirî, bi ruhê Jin, Jiyan, Azadî wê vê erka xwe berdewam bike.”
piştî xwendina reşnivîsa wesîqeya Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê rûniştina`Jinan nerîn û daxwazên xwe nîqaş kirin.
‘Jinên Kurd rêya avakirin û çareseriyê vekirin’
Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ku di dîvanê de cihê xwe digirt axivî û got: “tekoşîna Jinên Kurd di dîrokê heya roja me a îro de bê navber di tevahî qadên siyasî, Aborî, leşkerî, Rêxistinî û zanista bi pêşengtiya Jinên Kurd em dikarin bêjin rêya avakirin û çareseriyê hate kirin Berhemên ber biçav jî Şoreşa Bakur û Rojhilatê Suri ye. Ji bo vê em dixwazin li ser reşnivîsa wesîqeya Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê de partiyên siyasî, Rêxistinên Jin, Hunermend Rewşenbîr, Nivîskar, Kesên Sosyalîst ku bê navber ji bo doza Jin tevahî jiyana xwe bi tekoşîneke dîrokî dide meşandin. jinên Kurd li hola konferansê rûpeleke nû ji bo Rojavayê Kurdistanê dinîvisînin. em îro li hev kombune ku bi taybet jî Weke Jinên Kurd mafê xwe nîqaş bikin. Ev belge encama tekoşîna ku bi salên demdirêj heya roja me a îro me bi hevre aniye îro jî bi hevre vê belgeye bi nîqaş pêşniyar û nêrînên xwe ve bi dagirin.”
Rîhan rêya nîqaşê ji beşdarvanan re vekir
‘Hesaba Jinên ku ji mafê xwe ê Jiyanê hatin veqetandin werin pirsîn’
Piştre berdevka Akademiya Jineolojî a Bakur û Rojhilatê Surî Zehrîban Hisên pêşinyar kir ku bendeke taybet bi navê “sûcên şer ên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan dikin” li wesîqeyê bê zêdekirin û got: “wek pêşniyar pêwîste bendek li ser belge zêde bibe bi navê ‘sucên şer’ ku ji bo darizandina dewleta Tirk. Ji ber ku mafê jiyanê ê bi sedan jinan di encama hedef girtina dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan her wiha bi sedan jin jî skeet mam birîndar bûn pêwîste hesaba wan ji dewleta Tirk re bê xwestin.
‘Wê Jin Pêşengtiya Yêkitiya Kurdan bike’
Endama Koordînasyona Kongra Star Elîf Hemo, diyar kir ku jinên Kurd stûna itîfaqa yekitiya neteweyî ne û wiha got: “Jina Kurd tîpên zêrîn li ser pelê dîrokê dinivîsînin di dîrokê de heya Roja me a îro Jina Kurd gelek tekoşîn kir berxwedanîyeke dîrokî da meşandin ku îro mîrasê wan e ku em îro li vir kombune û ji bo parastina Jinên cîhanê û Parastina destkeftiyên xwe nîqaş dikin. Jina Kurd bi serê xwe Laike, Netewe, Nirxe, Tekoşîn û Berxwedaniye jina Kurd bi vê taybetmendiya xwe ve dixwaze yêkitiya netewî ava bike yanî Jin stuna îtîfaqa yêkitiya Kurde.
Elîf diyarkir ku wê Jinên Kurd bibe piekê ku 4 aliyên Kurdistanê bigihîne hev û wiha bi dawî kir: “Wê ew konferansa bibe bersiveke pir xurt ji bo em êrîşên ku li ser Jin û gelê Kurd ku li ser pirsgirîkên Kurd dixwazin carekedin yêkitiya neteweyî parçe bikin û dixwazin bi konsepta înkar û îmhayê carekedin nû bikin. Ji bo kiryarê wan li ser gelê Kurd pêk neyê wê bihele ku pirsgirîka Kurd li çar parçê Kurdistanê çareser bibe. Jina kurd dê pêşengtiya wê pêvajoyê bike wê bibe pirekî ku li çar parşeyan bîne gel hev.”
‘Jinên Kurd li hemberî zilma Hişmendiya Paşvero Serî ne tewand’
Dayika Şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mistefa jî newroza sala 2025 ji Rêber Apo pîroz kir û wiha got: “ li vir heya bendava Tişrînê ku agirê newrozê we hat xemilandin û cejna Şerwan û gelê ku li bandavê berxwe didin pîroz dikim. Bi hemû çalak û hêza xwe ve me zilm û zordariya li ser Kurdan û taybet jî jinan şikand û me serî li ber êrîşên wan ê hov netewand. Cîhan hemû buye şahide berxwedana Jin. Ez jî weke dayika 2 şehîdên Jin dibêjim ku em bi yêkitiyeke xurt ve hamû jinên cîhanê ji zilm û zordariya hişmendiya paşvero xilas bikin. Gerek em bi şev û roj ji bo vê yêke xebat bikin.”
‘Doza Jinan tu carî li Erdê Nakeve’
Her wiha Stêr Qasim jî axivî û got: “ em gelekî keyfxweşin ku bi hemû dewerên rojavayê Kurdistanê li vir kombune rêngen cuda vekirine newroza îsal ne wek newrozê salane. Bi ruxandina rejîma baas ve piştî 60 salan, mafê gelê Kurd û hebuna wê înkar dikir. Di dîrokê de heya roja me a îro li hemberî hemû êrîşan jî me israr kir ku me got em we jin û Wek miletê Kurd hene û emê hebin. Doza Miletê Kurd doza Jinan tu carî li erde nakeve. Ev bawerî ne tenê di nav Jinên Kurd de jinên tevahî cîhanê jî vê yêkê bawer dikin û xilasîya xwe di jinên Kurd de dibînin.
Stêr got: “di tevahî Cîhanê de kûrkirina nirxên azadî û wekheviyê, meşandina siyaseta demokratîk erka sereke ya tevahî jina ye. Armanca jina Kurd a ji siyaseta demokratîk ew e ku di nava gelê Kurd, jinên Kurd û giştî jinên Sûriyê de îradeyeke azad û wekhev ava bike. Ji ber wê jî di nava cîhanê de cihgirtin ji bo jina Kurd erkeke exlaqî û civakî ye”
‘Hêzên Navnetewî ji windakirin û girtina Jinên Berxwedêr berpirsyar’
Kordînasyona Kongra Star a kantona Qamişlo Îptîsam El huseyîn jî got: “pêwîste di qadên navneteweyî de dozên Jinên Berxweder ku niha di zindanan de ne û Jinên wendayî were vekirin û aqubeta Jinên wendayî were zanîn erka pêwîst ji bo xilaskirina Jinan werin kirin ku Hêzên navneteweyî xwe ji vê yêke berpirsyare bibînin.”






