NûçeSlide

Yekemîn `Konfransa Neteweyî ya Jinên Kurd` li Rojava, despêkir

Îro Yekemîn `Konfransa Neteweyî ya Jinên Kurd` bi durişmeya “Bi pêşengiya jinên Kurd yekitiya neteweyî ya Kurdan misoger dibe” li bajarê Qamişlo bi beşdariya 300 delegeyan, despêkir..

Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd, piştî konferansa yekemîn li Bakurê Kurdistanê li Amedê di sala 2010’an de û ya duyemîn di 22’ê Gulana 2012’an de li Başûrê Kurdistanê, Hewlêrê hatibû lidarxistin, îro jî li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo cara yêkemîne Konfransa Neteweyî ya Jinên Kurd tê lidarxistin.

Konfrans li Baxçeya Azadî ya li bajarê Qamişlo hat li darxistin. Nêzî 300 delegeyên ji jinên rewşenbîr, nivîskar, kesayet, hunermend, partiyên siyasî, rojnamevan, rêxistin û tevgerên jinan beşdarî konfransê bûn. Her wiha nûnerên jin ên di sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Demokratîk de û jinên ji Heleb û Şamê jî tevlî bûn.

Dîwana konferansê ji komîteya amadekar; berdevka Kongra Star Rîhan Loqo, Hevseroka Partiya Yerkitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif, endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêra Qasim, çalakvana hiqûqî Sîham Emoka û Narîn Metînî pêk hat.

Konferans bi axaftina Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Endama Komîteya Amadekar a Konfransê Perwîn Yûsif dest pê kir. Perwîn Yûsif piştî bi xêrhatina beşdaran kir got: “Bi vê konferansê wê bingehê dîrokeke nû, bingehê yekitiya gelê Kurd bi pêşengtiya jina Kurd bê nivîsandin. Jinan çawa li Rojava di hemû qadan de pêşengtî kir, dê di avakirina Sûriyeya demokratîk de jî pêşengtiyê bikin.”

Konferansa Netewî bi deqeyekê rêz girtinê li ser cangoriyên azadiyê despêkir. Piştre Rewşa siyasî ji aliyê Endama Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rîhan Temo ve hat xwendin û Sîham Amoka moderatoriya rûniştina rewşa siyasî kir.

Li gorî belgeya siyasî ev hat diyarkirin; “Gelê kurd ketiye pêvajoyekê ku tê de çarenûsa xwe diyar dike. Di vê pêvajoyê de li herêma me guhertinên cidî yên pergalê çêdibin. Di nava qeyran û aloziya li Rojhilata Navîn diqewime de weke Kurd û Kurdistanê, hem wek erdnîgarî hem jî siyasî em beşeke girîng a vê pêvajoyê ne.

Îro li ser axa Sûriyê siyaseta ku tê meşandin û pêşketinên çêdibin bandorê li ser gelek pêkhate, netewe û baweriyan dike. Di Sûriyê de gelek netewe, mezhep û çandên cihêreng ên weke Ereb, Kurd, Keldan Sûryan-Aşûr, Tirkmen, Çerkez, Çeçen, Ermen, Misilman, Xirîstiyan, Êzîdî, Durzî, Elewî û hwd hene. Van pêkhateyan ji bin zilm û zexta rejîmeke nîjadperest derketin. Keyfxweşiya wê jiyankirin. Ji ber wê jî çareseriyeke demokratîk û wekhev êdî hem mafê wan e, hem jî li gor xwezaya civakî ya herêmê modeleke herî guncav e. Em weke jinên Kurd ku bi hezaran sal in li ser vê axê jiyan dikin, dizanin heta bi hişmendiya zayendperest, olperest, neteweperest, zanistperest gel bên rêvebirin, wê çareseriyeke rast peyda nebe, dawî li nakokî û şerên heyî neyê.

Sedema hilweşîna rejîma BAAS, di navend-perestiyê de israrkirin, xwe ji çareserkirina pirsgirêka Kurd û avakirina sîstemeke demokratîk dûrxistin bû. Eger ji bo Sûriyeke demokratîk gav avêt bane, îro ev tabloya hilweşînê wê derneketiba holê.

Di bin desthilata demkî ya cîhadîst a HTŞ’ê ya di Sûriyê de bi cih bûye, êrîşa li ser çand, bawerî û xelkên Elewî, Xirîstiyan û Durzî çêdibe. Ev êrîşa çekdarî ya bi destê çeteyên bermahiyên DAÎŞ’ê pêk tê, bi awayên êşkence, biçûkxistin û qirkirina xelkê Elewî pêk tê. Dîsa li ser jin bi rêya qanûnan zextan çêdikin, ji niha ve eşkere dikin ku li Sûriyê jin di bin xeteriyên mezin de ne. Jixwe xeteriya yekê ew bû ku desthilata HTŞ’ê xwe weke rêveberiya şerîetê ragihand. Lê bertekên yekemîn jî ji aliyê gelê Şamê ve li dijî van qanûnan derket. Bi taybetî ji hela ciwan û jinan ve bertekên cidî derketin. Her çiqasê hêzên dagirker weke ku li Afganîstanê kirin, xwestin li dijî vê rêveberiyê jî dengê xwe dernexînin, lê gelên Sûriyê hîn di gava destpêkê de eşkere kirin ku wê vê rejîmê qebûl nekin. Di vê rewşê de sekin û helwesta jinên Kurd, Ereb, Sûryan, Durzî, Elewî û hwd. yên li Sûriyê, ji bo Sûriyeke demokratîk girîng û diyarker e.

Eger Sûrî, 13 sal in di nava şerekî giran de ye, bê guman ev berpirsiyariya dewleta Tirk a dagirker e. Di nava van salan de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bênavber ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve êrîş pêk hatine. Heta van kêliyan jî bi destê çeteyên dewleta Tirk ên DAÎŞ’î, û yên qaşo bi navê “Artêşa niştimanî” û dîsa bi rêya hewayî ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve êrîş li ser destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin.

Di pêşengiya YPG-YPJ’ê de qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heta mirovahî giştî ji belayeke mîna DAÎŞ’ê hate rizgarkirin. Di van qadan de çiqas netewe û bawerî hebin, di nava van 13 salan de di nava aramî û wekheviyê de jiyan dikin. Lê dewleta Tirk a faşîst tehemûla vê yekê nake û ji bo têkbirina aramiya herêmê gelek planên qirêj xistin meriyetê û hîn jî xwe diceribîne. Di nava neteweyan de fitne derxistin, eşîrên herêmê li hember pergala demokratîk rakirin, bi rêya pereyan şaneyên sîxuriyê xistina tevgerê, bi kurtayî ji bo di nava gelan de parçebûnê çêbike hewl dide. Ev xeteriyek e li ser destkeftiyên Şoreşa Jin a Rojava. Ev xeterî ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser hemû gelên Sûriyê ye jî. Ji aliyê din ve, herêmên weke Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Til Rifet, Şehba û Minbicê yên ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, li ser gelên deverê, bi taybetî li hemberî jinan zilm û şîdeteke mezin dimeşînin. Bi darê zorê ji cih û warên wan derxistin, revandin, bi qanûnên taybet jin bêîrade hiştin, pirsgirêka ewlekariyê, ji mafên herî bingehîn bêpar hiştin, di meydanê de îdamkirina, êşkence kirin, destdirêjî, malên wan talan kirin derdikeve pêş. Ev hemû kiryar eşkere dikin ku pergala faşîst a dewleta Tirk ji bo herêmê çiqas xeter e û pêwîste gelên li ser vê axa Sûriyê jiyan dikin, taybet jî jin hişyar bin û xwedî têkoşîn bin.

Li aliyê din, ji 8’ê Kanûna 2024’ê ve li Bendava Tişrînê ji aliyê şervanên QSD’ê û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ve li dijî çeteyên dewleta Tirkiyê, êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a faşîst ên rasterast berxwedaneke mezin tê kirin. Destpêkê em di şexsê şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê Kerem, Zozan, Menîce, Hêza, Arjîn û Yekta de hemû şehîdên berxwedana bendava Tişrînê bibîr tînin. Berxwedana Tişrînê li hember lîstokên ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi armanca tunekirina destkeftiyên Şoreşa Rojava û qirkirina gelê Kurd hatibûn plankirin, bersiveke herî xurt e. Şehîd Kerem a ji nasnameya xelkê me yê Ereb, bi sekna xwe raber kir ku li dijî lîstokên dewleta Tirk ên hewl didin gelan li dijî hev rakin, bersiva pêwîst dide û lîstikên wan bi buhayê şehadetê be jî wê pûç bike. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember van êrîşan di asteke fedayî de bersiv didin û erkên demê pêk tînin. Lê belê pêwîste ev berxwedan ji aliyê tevahî gelên Kurdistanê ve were pêşxistin. Ji ber ku êrîş ne tenê li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, ev êrîş bi esasî li ser yekîtiya gelê Kurd e jî.

Armanca sereke ya vê hovîtiya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd ew e ku Kurd di pêşeroja Sûriyê de mafên xwe bidest nexin. Ji bo wê jî hemû derfetên dewletê bikar anîn. Ya din jî, madem dibêjin Sûrî hatiye rizgarkirin, wê demê pêwîste herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin wek Serêkaniyê, Efrîn, Şehba, Girê Spî, Minbic, gelên wan deveran bi penaberî, zor û zehmetiyan re rû bi rû hatî, pêwîste were lêpirsînkirin. Tê zanîn ku dewleta Tirk bi destê çeteyan, bi rêya pere ev herêmên dagir kirine û niyeteke wan a van herêman radestî xwediyên wan bike nîn e. Ji milekî ve behsa serweriya Sûriyê dike, behsa yekîtiya axa Sûriyê dike, Kurdan sûcdar dike, lê ji milê din ve jî sedî deh axên Sûriyê dagir kiriye û rê nade xwediyên wan ên resen li axa û ser mal û mulkên xwe vegerin. Di vî milî de yê ku serweriya Sûriyê binpê dike, hikûmeta faşîst a Erdogan e.

Kurdan bi xurtkirina hêza xwe ya cewherî li dijî van êrîşan sekinîn û disekinin. Lê belê ji bo êrîş bi temamî bên têkbirin, pêwîste gelê Kurd jî hêza xwe ya parastinê xurtir bike û birêxistinbûna xwe mezintir bike.

Di pêvajoya rejîmê de jî, di pêvajoya şoreşê de jî tevî hemû zilm û zordariyên li ser jin hatin kirin jî, hem bi baldarî şopandina rewşa Kurd û Kurdistanê, hem di hewldanên ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurd de roleke jin a dîrokî hebû. Taybet di pêvajoya şoreşê de derfeteke mezin ketiye destê jina Kurd ku pêşengiyê bike, xewn û xeyalên xwe yên salan a avakirina welatek azad û demokratîk pêk bîne. Bi pêşengiya jina Kurd di qadên siyasî, leşkerî, dîplomasî, civakî, aborî, tenduristî, birêveberî, rêxistinî û hwd. de roleke diyarker derkete pêş. Pêwîste weke tevgerên jin, weke rêxistinên jin em xwedî li vê keda salan derkevin. Pêwîste em bibînin ku hêzeke me weke YPJ’ê parastina me dike, parastina hebûn û mafên jin dike. Heta niha jî erka xwe ya nîştimanî hem ji bo jinan û hem ji bo civakê pêk tîne. Weke em îro di berxwedana Tişrînê de jî dibînin, bi destanwarî rola xwe di eniya pêş de dilîze.

Ji destpêka şoreşê heta niha bi hezaran şehîd hatine dayîn. Dîsa bi sedan jinên siyasetmedar bi balafirên şer ên dewleta Tirk hatine kuştin. Tevî van hemû zext û êrîşan jina Kurd di hemû qadên jiyanê de xweseriya xwe ava kir, mohra xwe li dîroka mirovahiyê xist. Vê berxwedanê hişt ku gelek jin ji welatên cuda bên û tevlî nava refên Şoreşa Rojava bibin. Dîsa di pêşengiya jinan de ji bo mafê xwe misoger bikin hevpeymana civakî amade kirin. Di vê hevpeymanê de gelek xalên ji bo jin hatine danîn, bi garantî dike ku jin bi pergala xwe ya xweser di nava rêveberiya xweser de cihê xwe bigire. Jina Kurd bi nêrîna xwe ya siyasî di her demê de ji bo Sûriyek demokratîk, nenavendî, pirrengî ku pirsgirêka gelê Kurd bê çareserkirin her tim daxwazên xwe anîne ziman û hîn jî têkoşîna xwe ya ji bo vê didomîne. Îro ev têkoşîn û berxwedaniya bêhempa, ev zorî û zehmetiyên ku gelê me û jinên Kurd derbaskirin gav bi gav pêşketinên girîng ên di warê avabûna Neteweya Demokratîk de diafirînin.

Di nava van guhertin û pêşketinên siyasî, leşkerî ku bilez çêdibin de lidarxistina Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Hestiyariya jinên Kurd ji bo pêvajoyê, ji bo çareseriyeke demokratîk a di Sûriyê de yekirina nêrînê nêrîna, pêwîstiyeke demê ye. Ji bo mafên xwe weke jin misoger bikin, heman demê ji bo doza her dayîkekê, her jinekê ku dixwaze vegera ser axa xwe, roleke mezin dilîze. Dîsa ji bo jina Kurd bikaribe di pêşeroja Sûriyê de xwedî deng û reng be, hebûna xwe berbiçav bike, di çareseriyê de roleke esasî bilîze di komîteyên ku bêne avakirin de pêwîste misoger cihê xwe bigire.

Ev Konferans xwedî wê girîngiyê ye ku jin bi yek dengî pêşengiya Yekîtiya Neteweyî ya giştî bikin. Heman demê Rojavayê Kurdistanê dikare bi yekîtiya Kurd pêşengiyê ji Kongreyeke Neteweyî ya Kurdistanî re bike. Li ser esasê hêza hemû jinên ku beşdarî vê Konferansê dibin bi nêrînên xwe, bi pêşniyarên xwe yên ku bikevin xizmeta Yekîtiya Neteweyî û misogerkirina mafê jina Kurd a di civandina civaka Kurdî de, her wiha di çareseriya Sûriyê de dîrokî ye.

Heta van kêliyên ku em vê Konferansê amade dikin de jî êrîşên dijminê gelê Kurd Tirkiyê, bi rêya çeteyên xwe li ser Bendava Tişrînê berdewam dikin. Di nava vê berxwedanê de jina Kurd hem wek şervan hem jî wek sivîl cih digire. Rojane dayîkên me, xwîşkên me, hevalên me yên ji bo pêşerojeke azad, demokratîk, pêşerojeke ku hemû rengên Sûriyê tê de xuya bikin bedelên giranbuha didin û şehîd dikevin. Bêguman ev pêşengî û qehremanî ne tenê erka Rojavayê Kurdistanê ye. Pêwîste her çar aliyên Kurdistanê xwedî li vê berxwedanê derkevin. Raya giştî û navneteweyî rakin ser lingan. Dîsa hemû jinên Kurd ji bo vê derfeta dîrokî ya ji bo yekîtiya Kurdan ava bûye, pêwîst e her kes pir baldarî tevbigere ku xizmeta vê pêvajoyê bike.

Van rojên dawî tevî di Peymana 10’ê Adarê hatî mohrkirin de, bendeke esasî jî di destûra bingehîn a Sûriyê ya nû were çêkirin de naskirina hebûn û nasnameya Kurd jî hebû, hema piştî Peymana 10’ê Adarê di destûrnameya hatî amadekirin de ku bi rengekî tam berevajî cih nade mafên gelê Kurd û gelek pêkhateyên din ên li Sûriyê, eşkere dike ku desthilata demkî ya HTŞ’ê ne cihê baweriyê ye û bi vê destûrnameya xwe aramî û ewlehiyê li Sûriyê bi xwe re nayîne. Li hember van lîstikên desthilatdaran pêwîste em bêhtir bi hêza xwe bawer bin û xebatên xwe berfirehtir bikin. Ji ber ku serdema niha, serdemeke ku rê vedike gelê Kurd weke civakeke demokratîk û xwedî nasname cihê xwe di nav rêza gelên herêmê de bigire. Pêwîst e her kes bizane Yekîtiya Gelê Kurd ji bo Sûriyê ne zirar e û nabe sedema parçekirina Sûriyê. Berevajiyê wê, Sûriyê hîn xurtir dike û pêşengiya Sûriyeke demokratîk, pirrengî, parastin û jiyankirina dewlemendiya çandan dike.

piştî xwendina rewşa siyasî ya li Kurdistan û Sûriyeyê, rûniştina`nirxandina rewşa siyasî` pêk hat û li ser nîqaş hatin kirin.

‘Dive em Yêkitiya xwe xurt bikin û Mafê xwe bi Parêzin’

Nivîskar Beşîra Derwêş cejna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û a Jinan pîroz kir û got: “dema HTŞ hat li ser hukumeta Surî yêkem car dengê Jinan derket ku HTŞ komên cîhadîst nasnameya Jin qebul nake. Tu hêvî di vê hukumetê de tuneye ji bo vê jî dive em yêkitiya xwe xurt bikin û mafê xwe biparêzin.

‘Ji bo Yêkitiya Kurdan me Berdelên pir Giran dan’

Piştre Rêveberiya Meclîsa Malbatê Şehîdan Cewahîr Osman axivî û got: “ruxmê hemû êrîş û hovaniyan jî tekoşîna Jinên Kurd Şoreşa xwe a Rojavayê Kurdistanê kir cîhanî. Bi hezaran Şehîd û birîndarên Jin di asta herî jor de pêşengtiya wê şoreşê kirin. Ji bo yêkitiya Kurdan me berdelên pir giran dan. Şehîd yêkitiya Gelê Kurd temsîl dike bi fedakariya Şehîdan ve em hatin vê astê ku em niha ber bi statuya Kurd ve diçin. Wan mirovahiyê di şexsê Jinê de temsîl kir.

Cawahîr got: “Bi dehan şehîdên pêşeng di qadên şer de bi berxwedanîyeke bê navber cane xwe feda kirin. Niha mînaka herî mezin Bendava berxwedanê a Tişrînê û Pira Qereqozaxê tê dîtin ku jin li hemberî hemû tang û topan berxwe didin, ev jî encamê berxwedaniya wane ku em îro li hev kombune û deva mafê xwe dikin.

‘Jinên Kurd li hola Konferansê rûpeleke nû ji bo Rojavayê Kurdistanê dinîvisînin’

Her wiha hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî got: “jina kurd îro li vir kombuye ku dîrokek nû di Rupela Kurdan de dinivîsîne. Di vê serdema dîrokî de ev gaveke pir girînge ku demek pir nazik û hessas de. Ev konferansa pir girînge ku em dikarin em rola xwe diyar bikin ku çarenûsa gelê Kurd bê diyar kirin. Di vê pêvajoya ku Suriye derbasî merheleyekî nû dibe, piştî ruxandina rejîma baas avabûn despê dike. Lê avabûneke ne gelê Suriyê dixwest bû. Civaka Suriyê civakek pirrengiye ku Ereb, Kurd, Suryan, Çerkez, Turkmen, Elewî cihê xwe tê de digrin. Rêveberiya heyî a li Şamê ne rêveberiyeke temsîlê hemû pêkhateyên Suriyê dike ye ku ev rêveberiyeke demkiye.

Îlham wiha domkir: “Wisa xuya dike ku bi tek rengî dixwaze bimeşe. Li hemberî vê yêke bi taybet Jin reaksiyona xwe diyar neke, wê xeteriyên mezin di pêşerojê de çêbin. Hişyarbunek ji aliyê Jinên Bakur û Rojhilatê Surî ve tê dîtin baldare di mijarê pêkhateyan de lê derveyî Bakur û Rojhilatê Surî ew reaksiyona ku tê xwestin nayê dîtin.

Îlham îşaret bi Danezana Desturê kir û wiha got: “Desturek Demkî heya 5 salan hat diyar kirin. Ger 5 salan ev destur di suriyê de bimeşe wê weke ku komên cîhadîst dixwazin pergalake tek rengî, tek olî werin ava kirin ku ev jî xeteriye li ser tevahî civakê. Bi taybet li ser jin xeterî heye. Jinên Kurd pêwîste wê hişyarbuna xwe ve hemû Jinên Surî hîşyar bike. Di nava çalakiyê de nava Rêxistinbuyinê de be. Ji bo bikare di nivîsandina destûra Surî de roleke girîng biîze ku pêşeroja Surî bi avayekî rast were diyar kirin.”

‘Pirsgirîka Kurd Bi Çareserkirina Pirsgirîka Jin re Pêkane’

Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Newroz Ehmed jî axivî destnîşan kir ku hebûna mirov bi parastinê ve girêdayî ye û ev li gotinên xwe zêde kir “Pirsgirêka Kurd jî ancex bi çareserkirina pirsagirkêka jin çareser bibe. Pergalên ku ev gav nekirin, nikarîbûn pirsgirêkê xwe çareser bikin. Lewma pêwîste xala xweparastinê di belgeyê de bê bicihkirin.”

Newroz Ehmed anî ziman ku xurtkirina YPJ’ê girîngiyek e û “Bi xweparastinê felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi semboleke berxwedaniyê hate naskirin.”

nîqaşên beşdarvanan berdewam dikin.

Li gorî agahiyan bernameya rêveçûna konferansê wê perensîbên giştî yên Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd; yekitî, nasname û çanda jinên Kurd, neteweya demokratîk, zanista jinê Jineolojî, hevjiyana azad, têkoşîna li dijî binpêkirina mafên jin, parastin û bergiriya destkeftiyên şoreşê û dê rewşa jinan di Sûriyeyê de piştî ketina Beşar El-Esed û di destûra Sûriyeyê ya nû de çawa be wê were nirxandin.

 

 

 

 

Related Articles

Back to top button