Platforma Çalakiyên Hevpar ê Jinan ji bo Jinên Berava Sûriyeyê Hemleya Piştgiriyê Ragihand
Platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi Daxiyaniyekê Êrîşên li ser Jinên li peravên Sûriyê şermizarkir û bi durişmeya "Hevgirtina Jinên Sûriyeyê Bingeha Rawestandina Komkujiyên li ser Jinan e" Kampanyaya piştgiriyê ku 24’ê Adarê, heya 29’ê Mehê wê bidome, Ragihand.

Daxuyanî li Stadyûma 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo, ji aliyê Endama Koordînasyona Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Omer ve hate xwendin.
Daxiyaniyê de hate gotin:
Sûriye zêdetirî deh salan di bin sîbera şer, tundî û wêraniyê de dijî. Xewn ew bû ku rûxandina rejîma otorîter destpêka serdemeke nû ya ku bi dehên salan ji bindestî û bêparbûnê bi dawî bibe, dê vebe qonaxeke nû ya ku dê mafên Sûriyê yên dizî vegerîne û daxwazên wan pêk bîne ji bo avakirina neteweyek ku rêzê li cihêrengiya wî bigire û azadî û dadmendiyê ji hemû pêkhateyên xwe re misoger bike. Lê tevî qurbaniyên pir mezin ji bo vê yekê, îro em dibînin ku Sûriye li gorî mantiqa dûrxistin û yekdestdariyê ji nû ve tê şekilkirin, ji ber ku hêzên serdest hewl didin xwe li ser qada siyasî bi dubarekirina serdestiya piraniyê ferz bikin, li gel paşguhkirin û dûrxistina pêkhateyên din ku di serî de jin in.
Daxiyaniyê diyarkir ku Destûra Bingehîn a Demkî a Şamê, nêrîneke yekalî, yêkolî û yêkzimanî ferz dike û wiha pêde çû: “Damezrandina Komîteya Kongra Neteweyî, kongre bi xwe, û Komîteya Daxuyaniya Destûrî û Destûra Demkî nêzîkatiyeke metirsîdar nîşan dide ku şêweyên kevin ên otorîterîzmê ji nû ve vedigerîne, û yek nêrînji bo pêşeroja Sûriyê ferz dike bêyî ku cihêrengiya welat, civakî, çandî û yasayî li ber çavan bigire. Ev nêzîkatiya yekdengî ji nû ve ji nûvekirina qeyranan pê ve tu carî nebûye tiştekî din, û ew heman nêzîkatî ye ku ne di van salên dawîn de ji dayik bûye, lê koka wê li ser desthilatdariya navendî ya tepeserker a bi dehan salan a ku îradeya gel paşguh kiriye û beşên wan ên cihêreng ji biryargirtinê dûr xistiye, ava bûye. Îro, di demekê de ku diviyabû bibe destpêka dadperwerî, hesabpirsîn û hevdu naskirinê, em dibînin ku dîmen bi şêweyên nû xwe dubare dike, ku tê de jin û pêkhateyên din li derve tên hiştin, mîna ku qurbaniyên mezin ên Sûriyê tenê dubarekirina dîmenê bi rûyên cuda be.
Daxiyaniyê balkişande ser Qetlîamên li ser Peravên Suriyê û bi hevokên, rewakirina Qetlîamên li ser elwiyan şermizar kir û got: “ Jenosîda bi pîvaneke etnîkî ya ku li peravên Sûriyê pêk hatiye, tawaneke ku di bin tu şert û mercan de nayê qebûlkirin û rewakirin. Ev tawan rasterast encama siyasetên hikûmeta niha ne, ku girûpên çete di nav hêzên wê yên ewlekarî de cih girtiye, bêyî ku guh bide paşeroj û sicilên wan ên tawanan. Me gelek caran hişyarî da metirsiya van koman, û me daxwaz kir ku berpirsên wan ên ku gendelî li ser rûyê erdê belav kirine, bên hesabkirin, bi taybet Ebû Emşa, Ebû Hatem Şeqra, û serkirdeyên din ên şer ên ku di kuştin, koçberkirin û talankirina sîstematîk de beşdar bûne.
Tawanên ku li dijî sivîlên elewî hatine kirin, bi hinceta “têkbirina-tesfiyekirin bermahiyên rêjîmê”, ne tiştekî din e ji armanckirina hovane ya malbatên bêguneh, piraniya qurbaniyan jin, zarok û kal û pîr bûn, ku tu pêwendiya wan bi ti aliyekî siyasî û leşkerî re tune bû. Ev komkujî ne tenê berdewamiya çerxa kuştin û wêrankirinê ye ku bandor li hemû pêkhateyên gelê Sûriyê kiriye, û dirêjkirina nêzîkatiya dûrxistinê ye ku bi dehan salan li Sûriyê serdest bûye. Li şûna ku em li edaletê bigerin, em dibînin ku sûcdarên van tawanan di nava bêdengiya şermê ya navneteweyî de û nekarîne ji bo rawestandina rêze binpêkirinên li dijî mirovên bêguneh, gavên rast bavêjin, di parastin û bêcezabûnê de ne
Daxiyaniyê hevgirtina xwe a bi gelên xwe ê Elewî re ragihand û wiha lê zêde kir: “Em wek Platforma Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê van komkujiyên hovane û binpêkirinên giran ên li dijî hemwelatiyên me yên elewî bi tundî şermezar dikin .Em hevgiriya xwe ya tam û bê şert û merc bi wan re, û bi hemû qurbaniyên tawanên şer û binpêkirinên li Sûriyê re, bêyî cudahiya girêdana wan a olî, etnîkî û siyasî, radigihînin. Her wiha em teqez dikin ku çareseriyeke siyasî ya rasteqîn bêyî hesappirsîna berpirsyariyên van sûcan, çi kes û çi kom,ewê pêk nayê. Wê Sûriyeyeke nû li ser wêranên dadmendiyê nikaribe bê avakirin, û aramî pêk nayê dema ku sûcdarên şer bêceza bin û siyasetên dûrxistin û cudakariyê berdewam bin.
Daxiyaniyê da zanîn ku bê beşdariya Jinan Suriyeke demokratîk Û wekhev ne mumkîne û wiha got: “Di nava van hemû wêraniyan de, jinên Sûriyê weke hêzeke bi çalak derdikeve holê ku dikare Sûriyê li ser bingehên demokratîk û dadmend ji nû ve ava bike. Têkoşîna jinên Sûriyê di van salên dawî de û rola wan a sereke di berxwedanê û rêxistinkirina siyasî û civakî de, piştrast dike ku bêyî beşdarbûna jinan a çalak di biryardanê de lihevhatina netewyî û aştiya gelan pêk nayê. Jinên Sûriyê di çeperên herî pêş de li ber xwe didin, jiyanê diafirînin û însiyatîfên pêşketinê ava dikin. Îro jî divê em vê têkoşînê bi yekkirina hêza xwe bidomînin û bi hev re rê li ber hêzên paşverû û tundrew ên ku dixwazin jinan biçûk bixin û ji rola wê ya xwezayî ya di avakirina pêşeroja welat de bêpar bihêlin, bidomînin.
Em wek Platforma Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hemû jinên Sûriyê dikin, bêyî ku li kîjan alî be, ku xebatên xwe bikin yek û bi hev re ji bo pêkanîna lihevhatineke neteweyî ya rasteqîn, bidawîkirina çerxa tundiyê û avakirina Sûriyeke li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, dadmendiya civakî û naskirina mafên hemûyan. Pêwîste em bibin hêzek yekgirtî ku tenê nebe qurbaniya nakokiyên siyasî, lê bi israr bibe çareserker û parêzvanê destkeftiyên têkoşîna me ya demdirêj.
Em qebûl nakin ku jin tenê bibe amûrek ji bo xurtkirina axaftinên siyasî yên serdestiya mêr û em ê rê nedin ku xwedî roleke bêparbin di avakirina Sûriyeya nû de . Belê em ê parastina maf û têkoşîna xwe ya ji bo welatekî ku nirxên me nas bike, fedakariyên me bi rêzdarî pêşwazî bike û rola me ya tevahî di xêzkirina pêşeroja wê de misoger bike esas bigrin.
Daxiyaniyê Wiha Domand: “Di dawî de, pêşeroja Sûriyê nikare bibe guhertoyek çeloxwarî ya rabirdûya wê, û dewletek nû bi amûrên kevin li ser bingeha cihêkarî, dûrxistin û stemkariyê nayê avakirin. Em teqez dikin ku tekane çareseriya derketina ji vê felaketê avakirina Sûriyeyeke demokratîk, piralî li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, rêzgirtina ji mafên hemû pêkhateyan re û misogerkirina beşdarbûna bi bandor a jinan di hemû qadên siyasî, civakî û aborî.
Her wiha em tekez dikin ku dê aştiyeke rast li Sûriyê pêk neyê ger dadweriya veguhêz neyê bidest xistin , dadmendiya ku hesabpirsînê ji hemû kesên ku tawan li dijî gelê Sûriyê kirine misoger dike, maf ji xwediyên ku bêmafî li wan hatiye kirin vegerîne, û rê li dûbarebûna tawanên berê bigire. Bêyî hilweşandina sîstemên leşkerî û aborî yên li ser talan û şîdetê û li şûna wan saziyên li ser qanûn, dadmendî û şefafiyetê neyên avakirin, aramî pêk nayê.
Daxiyaniyê teqezkir ku wê bi yêkgiriya Jinan di Suriyê de aşitiyek adliyane pêk bînin û wiha got: “Em wek Platforma Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro dest bi kampanya xwe ya hevgirtinê ya bi jinên berava Sûriyê re radigihînin û helwesta xwe ya bênavber di parastina maf û edaletê de û redkirina her cure qirkirin û cudakariyê dubare dikin. Em ê têkoşîna xwe mil bi mil bi hêzên demokrasiyê yên rasteqîn bidomînin. Ji bo avakirina neteweyeke ku rûmeta hemû xelkê li welêt bi rêz bigire, qurbaniyên wan binirxîne û aştiyeke adil û bi gelemperî saz bike
Hemleya Çalakiyên 24’ê Adarê despê dike heya 29’ê Adarê wiha ye:
Her wiha em bang li hemû jinên Sûriyeyê dikin ku xwedî li jinên berava Sûriyeyê derkevin û tevlî vê kampanyayê bibin.
Bernameya kampanyayê
Di bin dirûşma
Hevgirtina jinên Sûriyê bingeha rawestandina komkujiyên li ser jinan li Sahilê
1- Kampanya dê 24ê Adarê roja duşemê radighînin û 29ê Adarê roja Şemiyê bi dawî dibe
2- Destpêkirina kampaniya komkirina alîkariyan.
3- Destpêkirina kampanya komkirina îmzeyan
4- Şandina peyamekê ji rayedarên pêwendîdar re ji bo rawestandina binpêkirin û qirkirinên li ser jinan li peravên Sûriyê.
-Ji bo şermezarkirina komkujiyên li ser jinan li beravê suriyê ,lidarxistin mîtingan. 5
6- Organîzekirina meşên jinan ji bo piştgiriya jinên Sûriyê li peravê.
7- Amadekirina şanoyekê derbarê qetlîamên li peravên Sûriyê.
8- Lidarxistina şevbuhêrkeke helbestan derbarê komkujiyên li ser sivîlên bêguneh li beravên Sûriyê
9- Lidarxistina komxebateke ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nîqaşkirina helwestên jinan ên derbarê komkujî û binpêkirinên li dijî jinên Sûriyê
– Helwesta jinan a li ser danezana destûra bingehîn a Demkî
10- Di roja dawî ya kampanyayê de kampanyaya hashtagê ê were destpêkirin.



