DaxuyanîNûçeSlide

Rêxistinên jinan bêdengiya rêxistinên Neteweyên Yekbûyî ya li hemberî êşên gelê Sûriyeyê red dikin.

Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şikandina bêdengiya li hember êş û azarên gelê Sûriyê nameyek radestî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re kirin.

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya kampanaya ku ji bo destekdayina jinên li bajarên Beravê yên Suriyeyê hatiye destpêkirin de, li pêşiya Nûnertiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişlo daxuyaniyek da çapemeniyê.
Bi dehan endam û rêveberên Kongra Star, Meclisa Jin Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêxistina Sara a Dijî Tundeya li Ser Jinan, Mecilsa Malbatê Şehîdan, Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê, Desteya Jin a Kantona Cizîrê û Ofîsê Jin a saziyên Rêveberiya Xweser tevlî daxuyaniyê bûn.

Jinan di çalakiyê de bertekên xwe bi pankartên wekî, “Na olperestî, neteweperestî, Jin Jiyan Azadî”, “Jin jiyan e jiyanê nekuje” nîşan dan û dirûşmeyên şermezarkirina komkujiyan berz kirin.
Li ser navê saziyên jinan Endama Rêveberiya Kongra Star a Qamişlo Îptîsam Hisên axivî.

Îptîsam Hisên destnîşan kir ku di êrişên li bajarên beravê yên Suriyeyê pêk hatine de piranî jin hatine qetilkirin û komkujî şermezar kirin.

Îptîsam Hisên da zanîn ku wana di navbera 24 û 29’ê Adarê (2025) de ji bo destekdayîna jinên li herêma Beravê kampanya daye destpêkirin û çalakiya wan a îro jî bi vê mebestê ye.
Îptîsam da zanîn ku gelek jin hatine qetilkirin, revandin, tecawizkirin û windakirin, lewma ew dixwazin li hemberî van kiryarên dijî mirovahiyê têkoşîna xwe mezin bikin, ji berpirsyaran hesap bipirsin. Îptîsam bibîr xist ku di 15 salên dawî yên Suriyeyê de jinan gelek êş dîtine, lê bi taybet li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî jinan pêşengiya şoreşê kirine û got; “Em wekî sazî û rêxistinên jinan van komkujiyan qebûl nakin. Em ê ji bo hesap pirsînê, her wiha ji bo aştî û demokrasiyê her tim li qadan bin.”

Îptîsam bang li NY, saz û rêxistinên navnetewî, hemû derdorên aştîxwaz û jinan kir ku li dijî van êriş û komkujiyan dengê xwe bilind bikin, helwest nîşan bidin.

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bidawî bû.

Piştî daxuyaniyê şandeyek ji rêxistinên jinan, derbarê komkujiyên dijî jinan de û bi daxwaza çareseriyê nameyek pêşkêşî nûnertiya NY’ê kirin.

Related Articles

Back to top button