HevpeyvînNûçeSlide

‘JI BO SÛRIYEYEKE AZAD Û DEMOKRATÎK EM Ê TÊ BIKOŞIN’

Endama Koordînasyona Kongra Star Nêrgiz Mihemed destnîşan kir ku Konferansa Jinên Kurd a Rojava ji bo yekitiya neteweyî geveke girîng e û bang li hemû jinan kir ku di nava yekitiyê de cih bigirin. Nêrgizê diyar kir ku ew ê ji bo Sûriyeyeke azad û demokratîk ku jin tê de xwedî îrade bin, tê bikoşin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Nêrgiz Mihemed têkildarî Konferansa Jinên Kurd a Yekemîn a Rojava ku di 23’yê Adarê li Qamişloyê li dar ket û 300 delege beşdar bûn, ji ANHA’yê re axivî.

Nêrgiz Mihemed diyar kir ku Konferansa Jinên Kurd di pêvajoyeke dîrokî de pêk hatiye û destnîşan kir ku konferans ji bo ji holê rakirina gefên li ser gelê Kurd, bi wate ye.

Nêrgizê got: “Bi konferansa xwe em jin dixwazin pêşengiya kongreya yekitiya neteweyî bikin ku tê plankirin li Rojava li dar bikeve. Konferansa jinan dê ji bo yekitiya neteweyî bibe bersiveke xurt.”

Nêrgizê bal kişand ser derfet û metirsiyên dîrokî yên ji ber pêşketinên li herêmê ji bo jinan û got: “Guhertinên li herêmê firsendên dîrokî pêşkêş dikin, lê divê em li dijî xetereyan û bi taybet jî ji bo jinan têkoşîneke rast û berfireh bimeşînin.”
Nêrgiz Mihemed destnîşan kir ku yek ji mijarên ku divê were çareserkirin jî jinûveavakirina Sûriyeyê û cih û rola jinan e û wiha pê de çû: “Danezana destûrî ya desthilata Şamê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û naskirina hebûn û mafên jinan xetereyeke mezin e. Bi vê pêşnûmeyê pirsgirêka Kurd tê înkarkirin. Em bang li hemû jinan dikin ku bi rihê yekitiyê em li hember danezana desthilata Şamê bisekinin.”

Nêrgizê got ew ê guh nedin destûra ku hebûn, vîn û keda jinan qebûl nake û wiha axivî: “Wek jinên Kurd em bi dayîna berdêlên mezin hatine vê rojê. Em gihaştine wê pozîsyonê ku em dikarin Konferansa Jinên Kurd li dar bixin. Em tu carî reşnivîsa destûrê ya desthilata Şamê qebûl nakin. Konferansa Jinên Kurd bû wesîle ku hemû jinên Kurd bi rihê yekitiyê bibin yek. Jin dê bi rihê yekitiyê pêşengiyê ji yekitiya neteweyî ya Kurd re bikin. Em armanc dikin ku pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên jinan bi destûreke berfireh çareser bikin.”

Nêrgizê destnîşan kir ku konferansa ku wan bersiveke xurt li hemberî komkujiyên li bajarên peravên Sûriyeyê ye û got ku ew ê hevgirtina jinan xurt bikin.
Nêrgiz Mihemed got: “Dema em wek jin rihê yekitî û hevgirtinê xurt bikin, em ê rihê yekitiya neteweyî li tevahiya Kurdistanê xurt bikin. Wek pêkhateyên Konferansa Jinên Kurd ku bi rêya ANHA’yê cara yekemîn li Rojava hat lidarxistin, em bang li çar parçeyên Kurdistanê dikin ku konferansa neteweyî ya jinan li dar bixin. Em dixwazin li Qamişloyê Konferansa Jinan a Neteweyî ya Sêyemîn li dar bixin. Ev konferans dê xetereyên li ser jinan û neteweya Kurd ji holê rake û çareseriya pirsgirêka Kurd peyda bike.”

Nêrgiz Mihemed bang li jinên endamên partiyên din jî bû ku tev li konferansê nebûne û got: “Divê jinek bi tenê jî xwe li derveyî rihê yekitiyê yê jinên Kurd nebîne. Li ser vî esasî ez bang li hemû jinan dikim ku bibin yek. Em bang li jinên endamên partiyên din ên tev lî konferansê nebûne dikin ku tev li konferansên dema pêş bibin.”
Endama Koordînasyona Kongra Star Nêrgiz Mihemed dstnîşan kir ku konferans ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan jî bersiveke xurt bûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jinên Kurd dê pêşengiya pêkhatine bangewaziyê bikin. Em ê ji bo Sûriyeyeke azad, demokratîk ku mafên jinan lê tên naskirin, jin rengê xwe lê nîşan didin û hemû gel bi rihê neteweya demokratîk lê dijîn, tê bikoşin û bi ser bikevin.”

çavkanî ANHA

Related Articles

Back to top button