ÇalakîNûçeSlide

Li Bajarê Kobanê bi Boneya 4 Nîsanê dar hatin çandin

Şêniyên bajarê Kobanê bi mebesta salvegera 76’mîn jidayikbûna Rêber Apo, li gundê siftekê ku weke her sal îro jî dar hatin çandin.

Endamê sazîyan ji qada Şehîd Egît ji bo çandina 450 darên û her wiha darên cûreyên cuda li hev kombun ber bi Gundê siftekê ketin rê.

Pîştî çalakiya dar çandinê Rêveberîya Aborî Hêvîn ismail wiha got: “Ji bo rojbûna Rêberê gelê Kurd ku xwazayî jiyan dikir me jî bi hêviya azadiya Fîzîkî a Rêber Apo ku emê teqez misoger bikin dar çandin ku em bi awayeke xwezayî bi Rêberê xwe re jiyan bikin. weke tê zanin her tim êrîşê xwezayî jî dike lê li hemberî vê ev çi bikin jî emê xwezayî xwe bi şînkahiyê ve bi xemlînin.

Her wiha Hêvîn anî ziman ku silogana vî rojê ‘4 Nîsanê Vejîna Jin û Gelane’ û got: “em weke jinên kurd şansline ku Rêber Apo rêbereê me ye em jî bi fikir û felsefeya wî mezin bûne.”

Çalakvanên dar çandinê piştî Dar Hatin Çandin bi stranên gelerî ve govend gerandin.

Çalakiya dar çandinê bi durişmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.










Related Articles

Back to top button