
Çalakiya dar çandinê bi beşdariya hemû sazî û rêxistinên civaka sîvîl û kesayetên serbixwe, bi hildana Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan ve li Gulistana 4’ê Nîsanê li taxa hilêliyê hat li darxistin. Çalakvanan bi durîşmeya ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Be Serok Jiyan Nabe’ 100 darê Sero û gul çandin.
Hate zanîn ku taxa Quderbeg, taxa Cudî, û xwendevanan jî di hewşa zanîngehê de 100 dar çandin. her wiha hat diyarkirin ku wê 5’ê Nîsanê li taxa Kurnîş jî dar werin çandin.
Piştî deqeyekî rêz girtinê li ser rihê cangoriyên azadiyê, Bi navê Kongra Star Hevseroka Şaredariya bajarê qamişlo Berîvan Omer li ser giringiya çandina daran bi taybet 4’ê Nîsanê de axivî.
Berîvan 4’ê Nîsanê ji Rêber Apo şervanên Azadiyê û tevahî gelan pîrozkir û wiha got: “em di serî de çare nîsanê ji dakiybûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li Dayika Uweyş, Rêber Apo, Gelê Kurd, Jin û tevahî gelên azadîxwaz pîroz dikin. Rêbertî ji bo hemû civakên di bin zordestiyê de dijîn projeya xelasiyê pêşkêş kir ji bo vê jî komploger Rêberê me ev bû 26 sal in di nava girtîgeha Îmraliyê de dîlgirtiye.”
Berîvan got: “Rêberê me li gor temenê xwe yê mezin divê bê berdan weke gelê Kurd û taybet weke Jin jî Mafê me ê herî rewa ye ku em bi Rêberê xwe, afrînerê xwe re azad jiyan bikin. Ji bo vê tevî hemû êrîşan, tevî hemû binpêkirinên mafê mirovan û huquqên navneteweyî jî çi dibe bila bibe emê azadiya Rêberê xwe misoger bikin. di vê uxirê de em ê cane xwe bê fikar û bê tereddût bidin.”
piştre Çalakvanan bi stranên şoreşgerî ve dîlan gerandin û bi deng stran gotin
Çalakiya dar çandinê bi durişmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.





