ÇalakîNûçeSlide

Li Bajarê Kobanê bi Coş û Şahiyeke mezin Rojbuna Rêber Apo hat pîroz kirin

Bi hezaran Şêniyên Bajarê Kobanê bi Durişmeya “4’ê Nîsanê vejîna azadiya jin û gelan e” Roja Rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi coş û şahiyeke mezin, pîrozkirin.

Bi hezaran Gel, Jin, Ciwan û Zarok, li qada Jina Azad a bi poster û wêneyên Ocalan xemilandî, kombûn û bi berzkirina diruşmên ‘bê serok jiyan nabe’ karwanê maşîneyan ber bi gundê Elpelûrê yê a li Rojavayê Kobanê ve çûn.

Li gundê Elpelûrê ku gel li mala Abdullah Ocalan li hev civiyan, dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî serok Apo’ hatin berzkirin ku pişt re vegeriyan qada şahiyê a qada Şehîd Egîd hatî birêxistinkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser cangoriyên azadiyê,  perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat guhdarkirin.

Piştre Rêvebirê Kongra Star Şervîn Hesen axivî

Şervîn diyarkir ku Rêber Abdullah Ocalan gelê Kurd ji nû ve afirand û got:“Rêber Apo di demeke ku gelê Kurd nikarbû serê xwe rake û hatibû tunekirin, jidayîk bû. Lewra jî em dibêjin 4’ê Nîsanê roja vejîna gel û mirovahiyê ye ku em dibînin îro bi hezaran gel û pêkhate li derdora wî kom dibin. Piştî mizgîniya ku me ji Rêber Apo girt, em êdî bawer in ku emê di demeke nêz de wî fîzîkî di nava xwe de bibînin.

Şervîn da zanîn ku ew bi saya fikir û Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hatine îro û wiha got: “Bi taybet jî weke jin ku me pêşengiya têkoşîn û felsefeya Rêber Apo kir, di her warî de em bûn sembol û emê vê yekê dewam bikin. Ger em gihîştin van rojan û dilê me bi azadiyê lê dide, ev jî xwe dispêre vîna ku serok di me de avakir. Ji bo vê jî di rojbûna wî ya 76’an de em doza xwe ya avakirina jiyaneke azad li gel Rêber Apo nû dikin.”

Her wiha di Şahiyê De peyama YPJ`ê ji aliyê Endama Koordînasyona Konra Star a Kantona Firatê Peyman Elûş xwend.

Peyama YPJ wiha ye:

Rêber APO di şexsê xwe de jiyana kapitalist têk bir , rojbûna Rêber APO û damezrandina YPJ’ê ji gel û şervanan piroz dikin “Hevalê me yên Şehîd bi têkoşîna xwe mireteyekê xurt ya azadiyê ji me re hiştine. Ji Bêrîvan û Silavan heya bi hezaran rêhevalên me yên ku di oxirê vê dozê de ji bo ku ve mirateya diyarî me bikin xwe feda kirin. Her wiha gelê me yê ku ji bo azadiya xwe têkoşîn dikin, gelê me yê ku li Bendava Tîşrînê berxwe didin û ji bo vê doza azadiyê bedenen xwe sîper kirine bi hurmet, mînnetdarî û heskirin bibîr tinin. Em li vir rojbûniyekê ji rêzê piroz nakin. Rêber APO di şexsê xwe de jiyana kapitalist têk bir û bi rêhevaltiya xwe ya jinê re ji zarokatiya xwe heta roja me ya îro bi xebatên xwe birdoziya jina azad afirand û kêlî bi kêlî tekoşîna ve meşand. Di heman demê de di şexsê jinê de jiyana hatiye qetil kirin, kuştin û talan kirin, bi fikir û ramanên xwe berovajî kir. Mirasa ku ji Besê, Zarife, Rindêxan, Edule û leylayan mayî nujen kir. Ango Jiyana wekhev û azad bi têkoşînê ve gengaz e”.

Rojbûna Rêber Apo rojbûna me ya azadiye ye. Me xwe ser fikir û ramanê Rêber Apo di vê rojê de ava kir. Em avabûna YPJ’e jinên Kurd, Erep, Ermen û Suryan ji hemû pêkhateyên din sembola vê berxwedaniyê û jiyana nû ye. Şer û qehramantiya ku bêhempa hatiye dayin. Hevalên me yên Şehîd ji bo tevahî cihanê bû hêvîyek û mînaka jiyanêk nû. Her wiha civakêk nû çawa tê avakirin û rêxistin kirin bi egîbûna bû navnîşana me. Em li ser şopa wan, têkoşîna xwe didomîne. Ev mîlata jiyan û civakêke nû her wiha mîlata azadiya jin û civaka demokratîk e. Her wiha di nava vê tekoşînê da Bi gelek hevalên enternasyonal re me bi hevre têkoşîn daye meşandin . Duruşmeya me ya ‘Jin Jiyan Azadî’ li ser vê axê bilind bû. Ev diruşma di roja me de bûyê hêvîya jinên azadîxwaz. YPJ Ji bo hebûn û nasnameya tevahî jinên cihanê têdikoşe. Bi gelek hevalên enternasyonal re me bi hevrê têkoşîn daye meşandin û gelek heval bi lehengiyekê mezin gîhiştine asta şahadetê. Em bi ked û têkoşîna wan hîtabî hemû jinên cihanê dikin. Ji ber ve em dibêjin YPJ parastina hemû jinên cihanê ye. Ji bo tevahî jinên cihanê têkoşîn kirin ji bo me cihê serbilindiye ye.

Ji bo salvegera 13’e mîn emê têkoşîna xwe bilintir û berfirehtir bikin. Emê li dijî pergala heyî ya ku xwe li ser yêk reng, yêk netew û fikirên zayendperesti saz dike têkoşîna xwe bilindtir bikin. Ji bo Suriyekê demokratik û wek hev û her wiha Suriyeyekê ku hemû gel û pêkhateyan dinav xwe de dihewîne, têkoşîna xwe ji herdemê zedetir xurt bikin. Emê hemû rê û rêbazan ji bo avakirina Suriyekê demokratîk bikar bînin. Em dubare hemû têkoşerên vê dozê re vê rojê piroz dikin.”

Herî dawî jî bernameya hûnerî ji aliyê Hîlala Zêrîn ve hat pêşkeşkirin.

Şahî bi gerandina govendê, berzkirina Durişmeyan û tilîliyan bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button