CivînNûçeSlide

li Helebê Dayika Uweyş hat bibîranîn

Dayika Rêber Abdullah Ocalan Uweyş Ocalan di salvegera wefata xwe de li Helebê hat bibîranîn.

Meclisa Kongra Star a Helebê bi wesîleya salvegera 32’yan a koça dawîn a dayika Rêber Abdullah Ocalan Uweyş Ocalan, civînek li dar xist. Civîn li Hola 8’ê Adarê ya li Taxa Şêxmeqsûdê bi amadebûna bi sedan şêniyan hat lidarxistin.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Kongra Star Sûad Hesen axivî û anî ziman ku jin deyndarên dayika Uweyş in. Sûad Hesen taybetmendiyên rêveberiyê yên Rêber Abdullah Ocalan anîn ziman û rola mezin a dayika Uweyş di pêşxistina van taybetmendiyan de vegot. Her wiha diyar kir ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rê li ber şoreşeke nû vekir ku li Kurdistanê belav bûye û heya niha dewam dike.

Sûad Hesen ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir û ev li gotinên xwe zêde kir: “Divê em dayika Uweyş wek mînaka jina azad ji xwe re bikin esas.”

Civîn bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button