DaxuyanîNûçeSlide

Şêniyên Kobanê bi Daxiyaniyekê Dayika Uveyş Ocalan, bi bîr anîn

Meclîsa Malbatên Şehîdan ê Kantona Firatê bi boneya salvegera 32’yemîn a wefata dayika Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Dayê Ûweyş bi daxiyaniyekê bi bîr anî û Ji bo Azadiya Fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan, soza Bilindkirina Tekoşîna dan.

Daxuyanî li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê li bajarê Kobanê bi beşdariya endamên meclisê hate xwendin.

Daxiyaniya ji aliyê endama Însiyatîfa Azadiya Fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan, Eyşe Efendî ve hat xwendin wiha ye:

Di daxuyaniyê de dayika Uweyş hate bibîranîn û wiha hate gotin: “Dayîka Uveyş ku 32 salin koça dawîn a dayika Rêber Abdullah Ocalan Uweyş Ocalan, derbasî 33 salan dibe, dayika ku bi salan berxwadanî û quwetek da Rêber apo, tevahî dayikan ku ew xidawenda serdemê bû. Dayikên tevahî Kurdistanê ê Şehîdan, Gerîlla û Şerwanên azadiyê hêz û Kuweta xwe ji dayika Uveyş digrin. Îro em mizginiyê didin dayika Uveyş ku azadiya fîzîkî a Rêber Apo nêze.

Di daxiyaniyê de soza berdewamkirina têkoşînê dayîn û got: “Em soz didin ku Weke Saziya Malbatê Şehîdan a Kongra Star emê xwe li dora Rêber Apo kombin û emê ji bo azadiya Rêber Apo a fîzîkî tekoşîna xwe bilind bikin.

Di dawiya daxuyanyê de hete gotin: “Em dibêjin li gor perwerdeya dayika Uveyş ku zarokê xwe li ser perwerde dikir emê ji bo xwe bikin bingeha jiyanê û li ser zarokan xwe perwerde bikin. Rêber Apo ji bo cîhanê bu çavkaniya Îlhamê ku îro çavê cîhanê hemû li ser wî ye. Me bi fikir û felsefeya Rêber Apo re dijminên mirovahiyê têk bir mînaka vê jî li Kobanê û Herî dawî jî li Bendava Berxwedanê a Tişrînê ye.”

Çalakî bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button