
Dayika Rêber Apo Dayê Uveyş, di 32. salvegera wefata xwe de ji aliyê gelê Kurd û jinan we tê bîranîn. Yek ji gaziya şer û endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zarîn Kobanê têkildarî Dayê Ûveyş nêrînên xwe anîn ziman.
Gaziya şer Zarîn Kobanê destnîşan kir ku mirov ji bo Dayê Ûveyş çi bêje jî wê kêm bimîne û got, “Dayê Ûveyş ku tevayî nirx û xweşikiyên cîhanê li derdorê kom bûne îlham, bedewî û rêzdara tevayî dayikan e. Dayê Ûveyş bi gotina xwe ya der barê Rêber Apo de ku digot, ‘Ew ji bo min yekane bû, cihê wî û ew bi xwe pir pir cuda bû’ di wê ferqê de bû ku zarokekî çawa anîbû dinyayê. Xelasker û Rêberek ji bo gelekî ku ber bi tinebûnê ve diçû di hembêza xwe de mezin kiribû. Dayê Ûveyş tevayî qutsiyetên jiyanî di dil û rûyê wê de xwe dida der.”
Zarîn Kobanê bal kişand ku Dayê Ûveyş ji bo tevayî dayikan sembol û afirînera jiyana nû ye û wiha axivî, “Ji hêviyên ku her roj ber bi kendalan ve diçûn, ji awirên bextreş û zimanên ji qîrînan ziwa bibûn re nîşaneya silav û kenê Rojê bû. Dayika Rêber Apo Dayê Ûveyş, bi îrfan û heybeta xwedawenda afirînera serdema jinûve avakirina mirovatî û jiyaneke azad e.”
Gaziya şer Zarîn Kobanê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Dayê Uveyş timî li hember neheqiyan têkoşîn dikir û got, “Dayê Ûveyş a yek ji xwedawendên serdema me ye, ji bo me hemû jinan nîşaneya berxwedan û têkoşîna li hember zilmê ye. Em ê jî her tim wekî Dayê Uveyş serî li hember neheqiyan û zilmê netewînin. Em soz didin Dayê Uveyş û tevahî dayikên me yên berxwedêr em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin û welatekî azad ava bikin.”



