
Şevbihêrk li baxçeya Xwendinê a Bajarê Qamişlo, bi beşdariya Jinên PYD, Hîlala Zêrîn, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Dayikên Helbestwan, Hûnermendên Hilala Zêrîn Çimen Osman û Delîla Agirî ve pêk hat. Her wiha Dayikan bi cil û bergên xwe yên gelerî ku girêdayî çanda Kurdî şevbihêrk geş kirin. Salona Pirtukxaneyê bi rengê gelerî a çanda Kurdan û bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, dayika Uweyş, wêneya şehîd Menîca Heyder hati bû xemilandin.
Şevbihêrk bi pêşkeşvaniya Endama JIN TV Jiyan Xelîl ve bi guhdarkirina peyama Rêber Abdullah Ocalan a ku di 8’ê Adarê de ji jinan re hatibû şandin destpêkir. Piştre Hunermend Delîla Stran got.
Piştre Dayikên bi Rêber Abdullah Ocalan re mayi qala biranînên xwe kirin û ji helbestên bi dilekî gerim xwendin, diyariyê Rêber Abdullah Ocalan kirin.
di Duvre Yadê Necah ku Rêber Abdullah Ocalan Dîtîye qala Kelecana xwe a dema wî dîtîbû kir û wiha got: “15’ê Tebaxê a 1990’an min Rêber Apo dit me bi axaftina wi fikra wi hezdikir lê ditina wi bandoriyek cuda li ser me kir ku hemu kes ji tevi hemû zordariyan ji bo Reber Apo bibînin di nava coş û kelecaneke pir mezin de bun Ji ber ku her gotineke Rêbertî her mêzekirineke Rêber Apo germahiyeke mezin bû ji bo me.”
Piştre Kordinasyona Kongra Star Gulistan gilo axivî û got: “ em di serî da li qada şoreşê de berxwedaniya Rêber Apo Silav dikin û em soza domandin û bilindkirina doza wî ku ji bo Jinan dayî despêkirin didin. Di dîroka mirovahiyê de timî mirovan bi wate dernekevin gava asta qirkirin û çilmisandina civakê gihîşt asta herî jor wê demê mirovek bi wate derdikeve û li hemberî wê tekoşînê dide meşandin. Mînaka Kawayê Hesinkar pir balkêşe ku li hemberî Dehaqê Xûnxwar derket, HZ. Îbrahîm li hemberî Nemrud derket, HZ. Mihemed jî li hemberî cahiliyeta mirovan derket pêş. Di nîva sedsala 20’mîn de jî Rêber Apo beramberî pergala qirkirin û dagirkirina tevahî civakê û bi taybetî jî Jinan derket ji bo vê dema em qala Rojbuna Rêber Apo û fikir û felsefeya wî dikin em weke vejîna di şexsê civakê de qala vejîna jinan jî dikin.
Gulistan wiha bi dawî kir: “Tu dîrokan de Derveyî Rêber Apo kesekî behsa azadiya Jin rastîya Jin a Dîrokî nekir. Ji bo vê weke Rêxistina Kongra Star jî me di qadên siyasî, leşkerî, aborî û civakî de xwe bi rêxistin kir û me pêşengtiya şoreşê bi vî awayî kir. Me piştî 50 hezar salan tama azadiyê dît ji bo vê jî emê hêza xwe bilind bikin ku em tekoşîna azadiyê berfirehtir bikin ku ji bo tevahî jinên cîhanê rêxistin bikin.”
Kordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo jî got: di hêstên her Jinekê de girêdana Fikir û felsefeya Rêber Apo diyar bû. Bi fikrê Rêbertî re di hindirê her jin û mirovekê de şoreşek peyda bû. Dijberî azadiya Mirovahî û Jinan jî dizanin dema ku dendike civakê bê parastin wê demê buhareke xweş li benda wê civakê ye dendike civakê jî îrade, hebûn û nasnameya Jine. Jin îro bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo xwedî îrade û nasnameya ji bo vê em soz didin Rêber Apo ku çawa wî di şewên reş û tarî de me Ronî kir emê jî ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo bi tevahî hêza xwe ve kar bikin û heya em azadiya wî a fîzîkî bi dest nexin em dev ji tekoşîna xwe bernadin.
Şevbihêrk bi gotinên Stranan û bi durişmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ , ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.




