HevpeyvînNûçeSlide

Rîhan Loqo: Me di platformê de ezmûnên şoreşa jin parvekir

Rîhan Loqo da zanîn ku di Platforma Yekitiya Jinên Kurd de tecrubeyên xwe bi hev re parve dikin û çalakiyên cur bi cur li ser asta Kurdistanê li dar bixin.

Berdevka Kongra Star û ji endamên Platforma Yekitiya Jinên Kurd Rîhan Loqo ku di 7ê Nîsana 2025’an de bi nûnerên 24 rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê di bin banê “Civîna Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd” de hatin cem hev û ‘Platforma Yekitiya Jinên Kurd’ ava kir, têkildarî xebatên xwe û damezirandina platformê wiha axivî.

Rîhan Loqo bi bîr xist ku yek ji dozên esasî yên Rojhilata Navîn azadiya jinan e, di vê sedsala ku Rêber Abdullah Ocalan dibêje ev sedsal sedsala azadiya jinan e û şoreşên jinan dê çêbin û bi pêşengtiya jinên Kurd gelek xebat hatin meşandin. Lewra ew wek jinên Kurd li Rojava di van demên dîrokî de, ji bo ku bigihêjin nerîn û helwesteke hevpar Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava li dar xist

Rîhan Loqo got li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê civînek (Nîsan 2025) li dar xistine û da zanîn ku wan di civînê de encamên xebatên jinên Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat nirxandin. Her wiha rewşa siyasî ya ku Kurdistanê, banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan û peyama 8`ê Adarê ya Rêber Abdullah Ocalan, mijarên civînê bûn.

Rîhan Loqo destnîşan kir ku Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ji 21 nûnerên ji Kurdistanê û derveyî welat hate avakirin û wiha got: “Bi rêya vê platformê em ê bikarin bi hev re gelek çalakî û xebatên çandî, hunerî, wêjeyî, siyasî û rêxistinî li dar bixin û bidin meşandin, tecrubeyên ku me bi rêya wê destkeftî bi dest xistin jî bi hev re parve bikin. Mînak; em ê bikarin bi rêya platformê festîvala jinên Kurdistanê çêkin û xebatên din ên li ser asta civakî û neteweyî bimeşînin.”

 

 

Related Articles

Back to top button