DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star ji bo Gihandina Pêwîstiyên Lezgînî ji Gelê Berava Sûrî re, Banga vekirina koorîdorên Mirovî û bi ewle kir

Kongra Star bi daxiyaniyekê siyasetên desthilata Şamê û nehiştina derbasbûna konvoya alîkariyên mirovî ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo perava Sûriyeyê şermezar kir û bang li NY û rêxistinên mirovî kir ku deriyekî mirovî bi ewle û lezgîn bê vekirin da ku pêwîstiyên jiyanî bighêjin gelê berava Sûrî.

Hejayê gotinêye ku Kovoya duyemîn a alîkariyên mirovî ya ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom kiribû, 11 Nîsan’ê ji bajarê Qamişloyê ber bi kantona Tebqayê ve bi rê ketibû. Konvoya alîkariyan ku ji nêzî 14 hezar paketên xwearinê û pêdiviyên tenduristiyê û ard pêk tê. Lê hêzên desthilata Şamê nehişt konvo derbas bibe. Karwan dema ji Tebqa derket û ber bi herêmên peravê yên Sûriyeyê ve kete rê, hêzên hikumeta Şamê derbasbûna wê asteng kir û ew neçar kir ku bizivire Tebqayê. 6 roj e tevî hemû hewldanan jî nahêle alîkarî derbasî peravê bibin.

Di Daxiyaniyê de hate gotin: “Piştî hilweşîna pergala Baas’ê, hatina HTŞ li ser destihilata Sûrî hêvî û bendewariyên gelê Sûrî ew bû ku bi hemû pêkhateyên xwe ve, Sûryeke nû bi hişmendiyeke demoqrat û wekhev bê avakirin ku hemû pêkhate bi çand, ziman, nasname û hebûna xwe ve cihê xwe tê de bigrin. Lê mixabin piştî ku HTŞ dest bi rêvebeirina Sûrî kir, êş û azarên gelê Sûrî careke din nû bûn, bi taybet di van 2 mehên dawî de, dema ku çeteyên girêdayî dewleta Tirkî faşît bi destekdayîna  HTŞ dest bi oprasyona li dijî gelê elewî di berava Sûriyê û sîstema qirkirin û tunekirinê meşandin.”

Daxiyaniyê balkişand li ser bi hinceta Bermahiya Rejîma Bees qetilkirina Pêkhateyên Elewî û wiha domkir: “Bi hinceta ku pêkhateya Elewî bermahiyên sîstema Bees’in, ji ber vê yekê komkujiyên dûrî pîvanên mirovahiyê li ser wan dan meşandin. ev hişmendî diyar dike ku ev çete berdewamiya rêxistina Daiş û islama radîkal e. ji ber ku bi hişmendiya li gorî sîstema netewperest, olperest û zayendperest tev digere, Bê giman wê nikaribe pêşeroja Sûrî diyar bike. em wekî jinên di Bakur û Rojhilatê Sûrî de komkujiya ku li ser jin, zarok û gelê elewî pêk tê vê hişmendî û pergalê qebûl nakin.”

Daxiyaniyê kiryarên desthilata Şamê şermizarkir û diyarkir ku erka wan a serekeye ku xwedî Jinên li rastî zilm û zordariyê tê, derkevin û got: “li ser vê bingehê me jî wekî Kongra Star di rojavayê Kurdistan û rêxistinên jinan di Bakur û Rojhilatê Sûrî de Hemleyek da destpêkirin ku wekî alîkariyeke wijdanî û mirovî ji van kesên ku li hemberî Krîz, birçîbûnê, tecawiz, revandin, kuştin, derxistina ji cih û ware xwe bi dare zorê û bi taybet jin û zarok ku di encama vê sîstem û zihniyeta paşverû bûne qurban û berdêlên pir giran didin, ji mo mexdurên gelê li perava Suriyê weke alîkarî pêwistiyên jiyanî  ji rêxistinên jin, hatin komkirin. Em weke Kongra Star em erkê xwe dibînin ku li van jin û zarokan xwedî derkevin.

Çawa me karî bû di dirêjahiya 14 salên şoreşê de pêşengtiyê ji civak û şoreşê re bikin, îro jî em ê pêşengtiyê ji hemû jinên Sûrî re bikin ku ji bo Sûryeke demoqratîk, ne navendî, pirengî bi mejî û hişmendiya jin bê avakirin. Di serî de Jin, zarok û hemû pêkhate bi azadî, aştî û wekhevî tê de bijîn û pêşengtiyê ji berxwedan û tekoşîna li hemberî sîstemên qirkirin, tunekirin û paşguhkirina jinan bikin. ji ber ev rewşa komkujî, tecawiz, koçberiyê her wiha zehmetiyên aborî û civakî li Peravên Surî berdewam dikin.”

Daxiyaniyê dîyarkir ku ev yêk tevî berê bi aliyên têkildarî re hatiye koordînekirin jî, lê derbasbûna konvoya duyemîn a alîkariyên mirovî ber bi perava Sûriyeyê ve hat qedexekirin û wiha lê zêde kir: “Em weke Gelên Bakur û Rojhilatê Surî 15 kemyon di nav de 4 kemyonên bi navê ensiyatîfa jin hatin komkirin, bi mebesta derbasî bajarên berava Sûrî bibin, tensîq û pêwendî bi aliyên peywandîdar re hatin kirin, û Kerwan 1’ê Nîsanê bi Mabesta alikariyê bigihînin xelkê maxdur ê o beravên Sûriyeyê, ketin rê. Lê tevî vê jî dema ku kerwan gihişt bendê kontrolê yê bi navê Xenasir pir astengî li bermaberî me derketin û nêzîkatiyên pir bêrêz û dûrî exlaqê mirovan rû dan.

ji hêla çeteyên Emşat  ên girêdayî dewleta Tirk a faşît û desteka HTŞ û piştî saetên dirêj ji nîqaşên di navbera  her du aliyan de ku dixwestin vê alîkariyê desteser bikin, em mecbûr man ku paş de vegerin û bi taybet gelek hewildan hatin  kirin ku tehrîdê di nav kesên ku hatibûn vê alîkariyê bi awayekî xwebexşane belav bikin her wiha di nav ajokeran de jî tevlîhevî rû bidin, lê ji ber ku her kes hatibû hişyarkirin mebesta wan pêk nehat.”

Daxiyaniyê bang li NY, rêxistinên mirovî û aliyên têkildarî kir ku di hêsankirina derbasbûna alîkariyan û vekirina koorîdorên mirovî yên ewle de rola xwe bilîzîn û wiha bi dawî kir: “Em wekî Kongra Star bangawaziyê ji hemû rêxistinên jin dikin ku xwedî li jinên berava Sûrî derkevin, ji ber ku xwedîderketina Wan jinan xwedîderketina azadiya hemû jinan e, li gel wê jî xwedî li xelkên me yên  Elewî ku beramberî vê siyaseta qirkirin û imhayê rû bi rû tê xwedî lê derkevin. her wiha em bang li Netewên Yekbûyî, civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku deriyekî mirovî bi ewle û lezgîn bê vekirin da ku pêwîstiyên lezgîn bighêjin gelê berava Sûrî.”

Related Articles

Back to top button