NûçeSlide

Kongra Star pêşwaziya Şandeyeke Firansayê Dike

Kongra Star pêşwaziya Şandeke ji Fransayê kir da ku Ezmûna Rêxistinkirina Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û mekanîzmayên xwe parastina xwe û civaka xwe fêr bibe.

Şandeyek ji Fransa serdana Komîteya Têkilî û Tifaqên Siyaseta Demokratîk  a Kongra Star a li bajarê Qamişlo kir, ji bo ku ji nêz ve ezmûna jin û civakê li bakur-rojhilatê Sûriyê binirxîne.

Di çarçoveya vexwendina Kongra Star a ji bo pêşwazîkirina şandeyên navneteweyî de, şandeyek ji Fransayê, ji bo nasandina xebatên Kongra Star û çawaniya birêxistinkirina jinan li herêma Rojava, serdana Komîteya Têkilî û Tifaqên Siyaseta  Demokratîk a  Kongra Star kir. Endamên şandeyê li welatên xwe ji bo avakirina saziyên bi maf û mijarên girêdayî jinan re dixebitin . Armanca wan a sereke ew bû ku li ser mekanîzmayên xwerêxistinkirina jinan li vê herêmê û rêbazên parastina xwe û civakên xwe fêr bibin, ev weke pêngaveke îlhamê ya ku dikare bibe alîkarê pêşketinan pênase kirin.

Kongra Star ji şandeyê re mekanîzmaya rêxistinên jinan ên li Rojava, rêbazên xweparastina civakî û parastina jinan nirxandin. Endamên Kongra Star her wiha rêbazên çareserkirina pirsgirêkan, rola jinan di hemû saziyan de û wekheviya zayendî ya di rêvebirinê de agahdar kir.

Endamên şandeyê ev serdan bi îlhamê pênase kirin û bal kişandin ser girîngiya gihandina vê ezmûna dewlemend ji bo civakên xwe, bi armanca pêşxistina xebata jinan û xurtkirina rola wê di jiyana siyasî û civakî de.

di civakên xwe pêk bînin.

Related Articles

Back to top button