ÇalakîNûçeSlide

Bi Hezaran kes li Bajarê Qamişlo banga Pêkanîna Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin

Bi hezaran Şêniyên bajarê Qamişlo bi dirûşma "Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye" meşiyan û Girseyê banga Pêkanîna Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Desthilata Tirk pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Tevî banga wî ya ji bo aştiyê ku di 27’ê Sibatê de bi rêya şandeya Îmraliyê hatibû ragihandinê, lê dewleta Tirk tecrîdê didomîne. Bi vê boneyê Şêniyên bajarê Qamişlo Meşeke girseyî li darxistin. Her wiha hate zanîn ku Meşên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê li bajarên din ê Bakur û Rojhilatê Suriyê jî werin lidarxistin.

Meş bi pêşengtiya Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo, bi beşdariya Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs xwendekar, ciwan, Jin û Mêr, Nûnerên ji Rêveberiya Xweser, pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Êzidî ve li ber çerxereya Osman Sebrî despêkir. Di meşê de Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û Alên Kongra Star, KJK Hatin Hildan, fîlexên ‘Azadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan, Çareseriya Aşitiyane ji bo Gelê Kurde’, ‘Azadiya Serok Apo ji Azadiya Gelên Tekoşere’û durişmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ , ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Azadiya Fîzîkî bo Rêberê Netewî’ hatin qerîn. Meş li ber çerxerêya Şehîd Rûbar sekinî û li wir veguhezî mitîngê.

Piştî deqeyekê Rêz girtinê li ser cangoriyên Azadiyê, li ser navê Însiyatîfa Gel Kenan Bereket axivî

Kenan Bereket Rêber Abdullah Ocalan silivkir û wiha got: em silavên xwe ê dilsoj Ji Rêberê Hemû mirovahiyê Rêber Apo re dişînin. Ev kombune me ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo ye ku ev 26 salin derbasî 27’an dibe bi komployeke navneteweyî di Şexsê Rêber Apo de li Dijî hemû mirovahiyê pêk anîn. Rêber Apo dibêje Serokê min Şehîdên Azadiyê ne. komplogeran bi armanca tunekirin û înkarkirina Gelên bindest Rêber Apo esîr girtin lê bi berxwedaniya Rêber Apo, Şehîdên Azadiyê û Gelên Welatparêz, a bê navber û dîrokî ve Komploya Navnetewî puç bû.  Her malekê, Jin û Ciwanekê gotin ‘Hûn Nikarin Roja me Tarî Bikin’. Xebata me ya herî yekemîn têkoşîna ji bo Azadiya Fîzîkî a Rêber Apo ye.”

Kenan balkişande ser Banga Aşitî û Civaka Demokratîk ê Rêber Abdullah Ocalan û diyarkir ku pêwîste dewleta Tirk gavên Şênber bi avêjê: “Rêber Apo xwediyê felsefeya Ronahiya Jiyanê ye Hûnê Nikarin Roja me Tarî bikin. ji bo vê em dibêjin bê Serok Jiyan Nabe ji ber ku jiyana Rêber Apo Jiyana me ye. Em îro li rojavayê Kurdistanê bi awayekî wekhev û Rêz jiyan dikin, ev jî bi felsefeya Rêber Apo pêk hat ku em dixwazin vê felsefeyê ji tevahî cîhanê belav bikin. ev gelek carin Rêber Apo ji bo aşitiyê bi rêya dîalogê banga Aşitiyê kiriye ku dibêje ‘êdî bila şer bisekinê, em dixwazin ji bo aşitî û civaka Demokratîk avabikin. Rêber Apo banga xwe a Aşitiyê kir. Ji vir û pêde pêwîste dewleta Tirk erka xwe ve rabe a û gavên Şênber ji bo Azadiya Fîzîkî a Rêber Apo bi avêje. Bila dewleta Tirk bizane, Rêber Apo tişta ji aliyê xwe ve kir niha rol li ser dewleta Tirk e. Gel li hêviyê ye ku bibîne Rêber Apo li Kurdistanê digere, wê demê wê bizane aştî pêk hatiye.”

Meş bi durişmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ , ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bijî berxwedana Îmralî’ û ‘Azadiya Fîzîkî bo Rêberê Netewî’ bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button