ÇalakîNûçeSlide

Jinên Bajarê Qamişlo bandora paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan vegot

Endam û Rêvebirên Kongra Star ê Bajarê Qamişlo ku tevli komên xwendina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan dibin, dibêjin: “Yên ku felsefeya Rêberê Mirovahiyê bidin nasîn jin in ku Em li ser vê bingehê bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe pêş dixin.

Kongra Star, Di çarçoveya hemleya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurdî re çareserî” Bi armanca bilindkirina zanebûna jinan û pêşxistina ramana wan ya siyasî û civakî, her wiha ji bo zanista jinan û zanîna pergala netewa demokratîk belav bikin, hemleya xwendina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan didome.

Xwendina Pareznameyê bi deqeyekê rêz girtinê li ser cangoriyên azadiyê despêkir. tê de 28 Jin, ji Rêvebir û endamên Kongra Star ê li Bajarê Qamişlo, parêznameya Rêber Abdullah Ocalan a bi navê Sosyolojiya Azadiyê bi zimanê Erebî xwendin, piştî guhdarkirinê, gotûbêjên li ser koka sîstema baviksalar û rêyên azadiya jinan, têkiliya kûr a di navbera azadî û avakirina civakek demokratîk de pirs û nirxandinên berfireh pêş ketin û li ser mijarê gotubêj kirin.

‘Paraznameyên Rêber Apo Heqîqeta Mirovahiyê ye’

Hevseroka Jinê a licna Silhê Şaha Emîn Hesarî ji derbarê xwendina paraznameyên Rêber Abdullah Oclan axivî û got: “ bi şev û roj em ji paraznameyên Rêber Apo bixwînin jî jê têr nabin. Di paraznameyên Rêber Apo de heqîqeta Mirovahiyê heye ku her kesek ji wan araznameyan dixwîne û bi veşartî be jî sûd jê verdigre. Me berî jî xwend bi awayekî komî lê me dîsa despêkir û emê dîsa bixwînin ku her ku em dixwînin emê titên nû fer dibin.”

‘Em Hêza xwe Ji Paraznameyên Rêber Apo Digrin’

Endama Kongra Star a navenda Kongra Star ya taxa xerbî Remzîye Îsa jî diyarkir ku ew di Şehba yê tevlî hemleya xwendina Paraznameyan di bûn lê piştî Pêvçunan ku ji ware xwe koçberbûn, Hêza ku ji Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan digrin, heya tevî vê Koma Xwendinê bûn bi takekesî xwendina Paraznameyan domandin. Remsiyê anî ziman ku ger pirtokên Rêber Apo ne bûna wê bê hêz ketibana.”

Related Articles

Back to top button