NûçeSlide

Konferansa ‘Yêkrêzî û Yêkhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê’ Despê kir

Konferansa “Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê”, bi Armanca Yekrêziya nêrîna siyasî ya Kurdan bikin yêk, ji bo çareserkirina doza gelê Kurd a li Sûriyeyê ye, bi beşdariya zêdetirî 400 kesan ve îro li bajarê Qamişlo tê lidarxistin.

QAMIŞLO- Ev demeke dirêj e ku Konferansa Kurdên li Rojavayê Kurdistanê tê taloqkirin. Konferansa ku bi salan e nîqaşên wê dihatin kirin, îro bi Navê ‘Yêkrêzî û Yêkhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê’ bi Beşdariya zêdetirî 400 kes Ji Rojava, Bakûr, Başûrê Kurdistanê û gelek deverên Suriyeyê, li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê tê lidarxistin.

‘Bi pêşengiya jinan yekîtiya netewî’

Hejayê Gotinêye ku li Darxistina Konferansa Neteweyî a Kurdan, bi Navê Yêkrêzî û Yêkhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, de Jinên Kurd xwedî rol û mîsyoneke dîrokî ne. wan ji bo Yêkitiya Kurdan ruxmê hemû zext û êrîşan jî Kar û xebatên girîng dan meşandin ku îro Konfransa li Rojava a Bajarê Qamişlo Tê Lidarxistin jî encama Ked û Berdelên giran ê Jinên Kurd in. weke tê zanîn, li Bakurê Kurdistanê Li Bajarê Amedê di sala 2010’an de Konferansa Yêkemîn, ya duyemîn 2012’an de Hewlêrê, a Sêyemîn 23 Adar’ê li bajarê Qamişlo Konfransa Neteweyî ya Jinên Kurd  Hat li lidarxistin, ku Ev Konferansên Jinan Pêşî li Konferansê Neteweyî a Kurdan vekir û Pêşengtî bi Yêkitî û Yêkrêziya Kurdan kir, Ku îro bi navê, “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” tê lidarxistin ku ji bo Kurdan gelek girîng e û ji bo yekrêziya wan gava destpêk tê dîtin.

Ji çar perçeyên Kurdistan û Cîhanê tevlî dibin

Di Konferansê de nûnerên tevahiya partiyên Kurd, Rêxistinên Jin, ciwanan, kesayet, rewşenbîr, hunermend û oldarên li Rojavayê Kurdistanê, kesayetên Kurd ên ji bajarên Şam, Heleb, Hema, Bab û Ezazê, Ji Bakûrê Kurdistanê şandeya DEM Partî û DBP’ê, Şandeya ji Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Keskîn Bayindir, endamê MYK a Partiya Wekhevî û Demoratîk a Gelan (DEM Partî) Serhat Eren, Parlementera DEM Partî Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.ji Başûrê Kurdistanê, Hevseroka KNK’ê Zeynep Murad, Nûnerê taybet ê Mesûd Berzanî Hemîd derbendî, şandeyek ji YNK, jî di konferansê de cihê xwe girtin. her wiha li ser navê zêdetirî 60 saziyên ragihandinê derdora 200 rojnamevan konferansê dişopînin.

Fermandara Yêkineyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn û Fermandarê Giştî a QSD Mazlûm Ebdî bi Çepik û Durişmeyên ‘Bijî Yêkitiya Gelê Kurd’ derbasî Cihê Konferansê bûn.

Konferans, piştî deqeyekî Rêz girtinê li ser ruhê cangorîyên Azadiyê, bi xêrhatina mêvanan û hilbijartina dîwanê destpê kir. Di dîwanê de Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, Hevseroka PYD Pervîn Yusif, Serokê ENKS’ê  Mihemed Ismaîl cihê xwe girtin.

‘4 parçeyên Kurdistanê Benda vê Roja Dîrokî bû’

Îlham Ehmed bi xêrhatina beşdarvanan kir û diyar kir ku gelê Kurd bi tevahî li benda vê bûyera dîrokî bû û got: ” Rojava ji bo nîqaşkirina mafên xwe gihîştiye qonaxekê. Em gihîştin qonaxa mîsogerkirina mafên Kurdan. Em helwestên Kurdî û hêzên Kurdî  yên wekî ya Rêber Abdullah Ocalan, birêz Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî yên ku piştgirî dan hêzên Kurd û gelê Rojavayê Kurdistanê dibînin. Em dengê civaka xwe dibhîzin ku dibêje bibin yek. Va em li vê holê kom bûne da ku bighêjin wesîqeya mîsogerkirina mafên Kurdan.”

‘Yek ji hêmanên me yên sereke parastina destkeftiyan e’

Fermandarê Giştî a QSD Mazlûm Ebdî bi Xêr hatina Mêvanan kir û got: “em di serî de xêr hatina mêvanên xwe ê 4 parçê Kurdistanê, û Cîhanê dikin. Weke tê zanîn ev 14 sale em di nava tekoşînekê de nin jo bo parastina gelê xwe û herêma xwe. Di vê tekoşînê de 13 hezar Keç û Xortê me şehîd ketin bi hezaran hevalên me jî birîndar bûn. Em tevahî hevalên xwe ê birîndar re şîfa ya xêre dixwazim bejna xwe li hemberî Şehîdên me ê Qehreman ditewînim û vê Konferansê diyariyê Şehîdên me dikim. em spasiya Hevserokatiya KCK, Mesûd Barzanî dikin ku piştgirî dane konferansê û Ev konferans encama kedeke mezin, civîn û dan û standinên mezin a hêzên Kurdistanî ye.”

Mazlûm Ebdî anî ziman ku Yekitiya Kurdan tê wateya yekitiya Sûriyeyê ye û wiha got: “Yekitiya Kurdan ji bo tevahî Sûriyeyê hêzeke piştevaniyê ye. Pêdiviya Sûriye bi destûreke nû heye ku tevahî gelê Sûriyeyê hembêz bike û Sûriyeke demokratîk a nenavendî ava bike.”

Ebdî balkişande ser 14 e salên bi tekoşînê hatini dagirtin û wiha pêde çû: “ku ji 14 salan ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahî pêkhate, Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi hev re dijîn. Me dîrokek mezin ava kir. Yek ji hêmanên me yên sereke parastina destkeftiyan e. Armanca me ew e ku mafên gelê Kurd di Sûriyeya nû de were nivîsandin û mîsogerkirin.”

Ebdî anî ziman ku dê di konferansê de bernameya siyasî nîqaş bikin û dê derbarê avakirina şandeyeke hevbeş a ku dê ji bo mîsogerkirina mafên Kurdan bi hikumeta Şamê re nîqaş bike, biryarekê bidin.

Mazlûm Ebdî bal kişand kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan  û da zanîn ku ew bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin vê bangê û got, ev bang rasterast bandorê li ser aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûriyeyê dike. Konferansa Yekrêziya Kurdî dê zemîna avakirina lidarxistina kongreyeke neteweyî ya kurdistanî ava bike.

‘Em piştgiriyê didin çareseriyên aştiyane û dîplomasî’

Piştre berpirsê dosyaya Sûriyeyê yê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî peyama Mesûd Barzanî xwend.

Di peyamê de lidarxistina konferansê hat pîrozkirin û wek gaveke girîng ber bi yekitiya Kurdan a li Sûriyeyê ve hate nirxandin. Em spasiya Birêz Mazlum Ebdî dikin ku roleke sereke li darxistina Konferansê de lidarxistiye. Em hevî dikin ku hêviyên gelê Kurd bi cih bîne. buyerên ku li heremê rû didin bû sedem ku gelê Kurd ji bo mafê xwe têkoşînê bike, Em piştgiriyê didin çareseriyên aştiyane û dîplomasî. Em hêvî dikin ku gelê Kurd ji bo mafê xwe têkoşînê bike û di destûrê de mafên Kurdan werin mîsogerkirin û gelê Kurd tevahî mafên xwe yên rewa bi dest bixe.”

Di peyama Mesûd Barznî de hate gotin, ev konferans dê rê li ber hêzên kurdî û kurdistanî veke ku bibin yek û nêrîna gelê Sûriyeyê di Sûriyeya nû de bibe, ev jî dê bandoreke erênî li welatên cîran bike.

Her wiha Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê peyamek nivîskî bi navê ‘Hevalên Heja û bi Rûmet’ şand.

Hevalên Hêja û Bi Rûmet

Di peyama KCK’ê de hate gotin: “Di seride em bi navê Rêber APO û tevahî gerîlayên azadiya Kurdistanê hemû delegeyen konferasnê bi dilgermî silav dikin û bawerin ku wê bi keda we ev gava dîrokî bi ser bikeve. Şoreşa Rojava ku 19’ê Tirmeha 2012’an li dijî rejima Baas, DAIŞ, dewleta Tirk û çeteyên wê, di encama şehadeta bi 10 hezaran şehîd ü birinadaran, bi pêşengiya YPG, YPJ û û QSD’ê bi ser ket.

Em hemû kedkarên vê şoreşê silav dikin û şehdên xwe bi minetdarî bibîr tînin, ji bo hemû birîndaran di xebatên wan de serkeftinê dixwazin. Bê guman ev şores û qezenc berhema keda Rêber APO ye. Gelê ku bi rêbertiya xwe ve girêdayî ye ev destkeftî ava kirin. Em bawerin ku wê bi feraseta şoreşa azadiya jinê, civak û netewa demoqratîk, ekolojîk wê ev şoreş bê parastin û pêş bikeve.

Rêber APO, ji bo ku Kurd ji qirkirinê rizgar bibin, bibin xwedî nasname, bê navber jiyana xwe ji bo gelê xwe derbas kir û 25 sale di zindanê de li ber xwe dide. Îro jî bi banga ku kiriye û inîsiyatîfa ku pêş xistiye re, dixwaze di vê pêvajoya dîrokî ku careke din metirsiyên mezin hene de, Kurd bibin hêzeke bibandor; ji bo wê jî banga yekîtiya netewî kir. Gelê me jî li çar perçeyên Kurdistanê xwedî li vê bangê derket. Lewma em gelê xwe yê Rojava û tevahî rêxistinan ji ber vê helwesta wan a bi rûmet pîroz û silav dikin.

Erka yekemîn a konferansa helwesta netewî ew e ku pergala Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ku bi keda şehîdan û şoreşa Rojavayê Kurdistanê re hatiye avakirin û li Rojhilata Navîn bûye hêviya demokrasiyê biparêz e. Ev jî, ji bo hemû Kurdan cihê rûmet û şanaziyê ye ku hêz daye hemû gelên herêmê. Em bawerin ku ev netê bo Suriyeyê, wê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe hêza mezin a pêşketina demokrasiyê ku em bi salane hewl didin pêş bikin û xebata yekîtiya netewî dimeşînin. Ji ber ku bêyî yekîtiyê parastina destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê ne pêkan e. Dema ku yekîtî nebe, hêzên dagirker vê yekê dijî Kurdan bikar tînin. Em Konferansa Helwesta Netewî ya Rojavayê Kurdistanêji bo yekîtî û kongreya netewî gelekî girîng û wekî gave dîrokî dibînin.

Em bawerin ku yekîtî û helwesta dê ji vê konferansê derkeve, wê di demokratîk kirina Suriyeyê, parastina destkeftiyên Kurdan de rolek sereke bilîze û ev ked wê bigihîje serkeftinê. Em hêvî dikin ku ev konferans bibe bingehek ku di pêşerojê de hemû partiyên Kurdan di kongreyeke netewî de bên cem hev.

Li ser vê bingehê ev careke din konferansê silav dikin, wê têkoşîn heta serkeftina mayînde bidome. Wekî Rêber Apo jî gotiye, dem dema azadiya Kurdan e.

‘Berxwedaniya Kurdan Carekedin Kurd li hev komkirin’

Li ser navê KNK`ê Zeyneb Mûradî lidarxistina konferansê pîroz kir û wiha got: “Rojavayê Kurdistanê di berxwedaniyê de bûye yek û îro jî Ji bo yekkirina Kurdan careke din Kurd li hev kom kirin.”

‘Konferansê Kurd dê li ser axa xwe ya dîrokî bigihêjin armanc û mafên xwe’

Piştre Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Keskîn Bayindir jî axivî û got: “Em hewl didin ku banga birêz Abdullah Ocalan bigihînin hemû cîhanê Me heta niha bi hemû partî û hêzên kurdistanî re gelek hevdîtin pêk anîn û bi rêya şandeya Îmraliyê me karî peyam û helwestên hêz û aliyên kurdistanî ji birêz Abdullah Ocalan re ragihînin. Bingeha banga Rêbertî azadî û aştî ye, beriya wê jî divê em ji bo yekitiya Kurdan bixebitin. Li ser esasê vê konferansê Kurd dê li ser axa xwe ya dîrokî bigihêjin armanc û mafên xwe.”

Keskîn Bayindir peyama piştevaniya gelê Bakurê Kurdistanê gihand û tekez kir ku Bakurê Kurdistanê piştgiriya bêsînor dide gelê Kurd ê li Rojava.

Di beşa girtî ya konferansê de wê pêşnûmeya li ser helwesta hevpar û yekîtiyê ya berê ji aliyê partî, rêxistin û kesayeta ve hatiye amadekirin bê nirxandin û rengê wê yê dawî bê dayin û pejirandin

Di dawiya konferansê de wê encamname bi daxuyaniyekê ji raya giştî re were eşkerekirin…

Related Articles

Back to top button