Konferansa ‘Yêkrêzî û Yêkhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê’ bi Encamnameyekê Bi dawî bû
Konferansa ‘Yêkrêzî û Yêkhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê’ ku Îro li Bajarê Qamişlo bi Beşdariya zêdetirî 400 kes Ji Rojava, Bakûr, Başûrê Kurdistanê û gelek deverên Suriyeyê, Li bajarê Qamişlo Hate lidarxistin bi Encamnameyekê Bi dawî bû.

Di konferansê de ku îro dest pê kir, zêdetirî 400 kesayetên ji Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê, kesayetên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê, nûnerên hêz, rêxistin û partiyên kurdî, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, rêxistinên jin û ciwanan, rewşenbîr, hunermend, serokeşîr û kesayetên Kurd ên li Şam, Heleb, Hema, El Bab û Ezazê, beşdar bûn. xwediyê girîngiyek mezin û dîrokî ye, ku bi li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê hate lidarxistin. Her wiha Yekrêziya nêrîna siyasî ya Kurdan ji bo çarenûsa gelê Kurd li Sûriyê Encamnameyek Hate lidarxsintin.
Di beşa girtî ya konferansê de pêşnûmeya li ser helwesta hevpar û yekîtiyê ya berê ji aliyê partî, rêxistin û kesayeta ve hatiye amadekirin hat nirxandin û rengê wê yê dawî hat dayin û hate êrê kirin. Li ser vê Bingehê Encamnameyek hat lidarxistin.
Encamnameya Konferansa ‘Yêkrêzî û Yêkhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, bi zimanê Kurdî ji aliyê Hevseroka PYD’ê Foza Yusif ve hatî xwendin wiha ye:
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di 26’ê Nîsanê 2025’an de li bajarê Qamişlo piştî diyalogên demdirêj û hewldanên spasdar ji heval û birayan ve, bi beşdariya partiyên Kurdî, rêxistinên civaka sivîl, tevgera jinan, rêxistinên jinan û çalakvanên civaka Kurd ên serbixwe ji herêmên cuda yên Kurdî li Sûriyeyê, bi armanca pejirandina dîtineke yekgirtî ya Kurdî li ser avakirina Sûriyeyek nû û beşdarbûna di teşedana paşeroja wê û çareserkirina pirsgirêka Kurdî de, di vê qonaxa girîng a dîroka Sûriyeyê de, piştî hilweşîna rejîma zordar li Şamê di 8’ê Kanûna Pêşîn a 2024’an de, ev rejîma ku azadî û rûmeta gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê yên neteweyî, olî û civakî binpê kir, û welat li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê wêran kir, û bi mîlyonan ji gelê wê kuştin, koçber û penaber kirin, û her çend gelê Sûriyeyê ji bo hilweşandina wê rêjîmê û bidawîkirina zordariya wê, û bidestxistina azadî û rûmeta xwe qurbanî pêşkêş kirin, gelê Kurd li Sûriyeyê jî di rûbirûbûna wê rejîmê de gelek qurbaniyên mezin û bi hezaran şehîdan dan. Gelê Kurd bi dehan salan têkoşîn kir da ku zordariya neteweyî ji ser xwe rake û mafên xwe yên neteweyî bi dest bixe, her dem têkoşîna xwe ya neteweyî bi têkoşîna xwe ya niştimanî ve girê da ji bo avakirina sîstemek demokratîk a piralî li Sûriyê.
Li ser bingeha berpirsiyariya dîrokî û bersivdayîna ji pêdiviyên qonaxa niha, avakirina dîtineke siyasî ya hevbeş a Kurdî ku îradeyeke kolektîf û projeyek rastîn ji bo çareseriyeke dadmend ji bo pirsgirêka Kurdî li Sûriyeyê wekî dewleteke demokratîk û nenavendî nîşan bide.
Beşdaran dîtina hevbeş a Kurd a ku ji konferansê re hate pêşkêş kirin, wekî belgeyeke damezrîner ku îradeyek kolektîf diyar dike û nêzîkatiyek rastîn ji bo çareseriyek dadperwer û berfireh ji bo pirsgirêka Kurd di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de, bi nasnameya xwe ya pir-etnîkî, pir-olî û pir-çandî û pir-netewî ku destûra wê mafên neteweyî yên gelê Kurd garantî dike, pabendî peyman û rêkeftinên navneteweyî yên mafên mirovan e, azadî û mafên jinan diparêze û dihêle ku ew bi bandor beşdarî hemû saziyên siyasî, civakî û leşkerî bibin, pejirandin.
Bi pejirandina vê dîtina hevbeş a Kurdan, konferans daxwaza pejirandina wê wekî bingehek ji bo diyaloga neteweyî dike, çi di navbera hêzên siyasî yên Kurd bi xwe de be, çi jî di navbera wan û rêveberiya nû ya li Şamê û hemû hêzên din ên neteweyî yên Sûriyeyê de be. Ew beşdarî avakirina Sûriyeyeke nû dibe ku hemû gelê xwe di nav xwe de bigire, bêyî ku yek ji pêkhateyên wê ji holê rake an jî paşguh bike, dûrî zihniyeta yekalî di raman û pratîkê de, û ku rûmet û mafên wan bi destûrî bêyî ti cure cudahîyê biparêze, û ku Sûriye rêzê li têkiliyên xwe yên herêmî û navneteweyî bigire û faktorek aramî û ewlehiyê li herêmê be.
Di encamê de, konferansê biryar da ku di zûtirîn dem de şandeyeke hevbeş a Kurdî ava bibe da ku li ser bingeha pêkanîna vê dîtinê ji bo rastiyeke siyasî bixebite, û bi aliyên peywendîdar re danûstandinê bike û diyalogê bike da ku bigihîje naveroka wê û misoger bike.
Konferans Bi Tîlîlî û Durişmeyên ‘Bijî Yêkitiya Gelê Kurd’ bi dawî bû.




