HevpeyvînNûçeSlide

Rîhan Loqo: Şoreşa Jinê Malavaniya Konferansa Dîrokî a Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî kir

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo Derbarê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ku Duh (26.04.2025) li bajarê Qamişlo hatibû li darxistin ji malpera me re axivî û got “Şoreşa Jinê Malavaniya Konferansa Dîrokî a Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî kir.”

Rîhan Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ji tevahî Gelên Kurd pîrozkir û wiha got: “Îro Konferansa Yêkitiya Netewî ya Kurdan a Rojava, li tevahî JInan, Gelê Kurd, Rojhilata Navîn, Seranserê Cîhanê, cihê kugelê Kurd lê dijî em li tavahiyan pîroz dikin. Di dirêjahiya dîrokê de her tim Tekoşîn, Berxwedanî bi pêşengtiya Jinan de bi kêliyên serkeftinê hat payîn kirin. Îro di qada Şoreşa Jin de kêliyeke dîrokî weke destkeftiyêke gelê Kurd ê giran buha hat bidestxistin ku carekedin gelê Kurd bi yêk helwest bi yêk Prensîbê û yêk belgeye ku dikarî bû tevahî partiyên siyasî Rêxistin û Tevgerên Jinan, civaka sîvîl û şandeyên tevlî vê Konferansê bûn, ev bi feraseta ruhê welatparêziyê ê pêvajoyê ku ev pêvajo pêvajoya Gelê Kurde.

‘Tekoşîna azadiya Jin bingeha Doza gelê Kurde’

Em dikarin di vê Pêvajoyê de bi erk û mîsyoneke dîrokî him Weke gel him jî bi taybet weke Jinên Kurd di qada Şoreşê de vê pêvajoyê bi awayeke baş bi nirxînin û bi wate bikin. Ji bo vê jî piştî hilweşandina rejîma baas êdî Suriye derbasî qonaxeke nû bû. Di vê qonaxa nû de jî me dît ku guhartin û veguhartinên li seranserî Suriyê têne çêkirin. Her pêkhateyek daxwaz, maf û helwestên xwe ji raya giştî re diyar dikin. Gelê Kurd jî li Bakur û Rojhilatê Suriyê bi heman helwest û nêrînê bi pêşengtiya Jinan de diyar dike. Beriya niha konferansa yêkitiya Jinên Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê hat li darxistin, bi yêk belgeya ku prensîbên hevbeş ê yêkitiya Jinên Kurd hatin li darxistin.

Rîhan diyarkir ku Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurd bi rexnedayînê hat pêşwazîkirin û wiha got: “Konferansa Jinan bu nîşaneyeku îro Konferansa gîştî a bi navê ‘Yêkrêzî û Yêkhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê’ bê lidarxistin. Ev Konferans bi nêrîn, Pêşniyarên dewlemend û Rexnedayinên bi watedar, hat pêşwazîkirin. Gelek pêşniyarên ku di derbarê pêşeroja gel û Jinên Kurd de li suriyê de gerek werin nivîsandina û temamkirin. Dema em behsa tekoşîn, Çand, Erdnîgarî û hebûna gelê Kurd dikin, em qala Doza gelê Kurd û Azadiya Jin dikin. Ji berku doza azadiya Jin bingeha doza gelê Kurde. Ji bo vê dive di garantiya mafê Jinan di Destura Surî de hebe. Jin di tevahî qadên jiyanê, Aborî, siyasî, leşkerî û Civakî de di destûra Surî de di nava Hebûn û parastina xwe de mafê wê bê garantî kirin.

‘Avakirina komîteyek Kurdî ya hevbeş’

Rîhan da zanîn ku wê di demeke herî nêz, şandeyeke hevbeş a Kurdî ava bibe da ku li ser bingeha pêkanîna vê dîtinê ji bo rastiyeke siyasî bixebite û wiha lê zêde kir: “Ev pêşniyar jî ji aliyê Jinan ve di Konferansê de hate ser ziman. Aliyê din de jî temsiliyeta wekhev ji pergala hevserokatî ku buye nûmune ji tevahî cîhanê re. modela ku gelê Kurd di pêşengtiya Jin de pêşxistin, em dikarin hîn bêhtir xwedî li prensîbên modela şoreşa jin derkevin û em di destûra Suriyê de bê cîh kirin. Di gelek aliyan de nirxandinên bi wate û girîng hatin kirin ku ev jî di demê pêşerojê de komîteya were avakirin ji bo çuyîna Şamê, him daxwazê Jinan û ê Gelê Kurd bi hev re werin parvekirin.

Rîhan wiha domkir: “Gelê Kurd wê di sedsala 21’mîn de bi nêrînên hevbeş bi helwestekî netewî a xort bi pêşengtiya Jinan ve dîrokê bi destê xwe ve dinivîsîne. Em carekedîn vê Konferansa Netewî ji tevahî Jinan pîroz dikin. Jixwe ev rojeke dîrokiye gelên azadîxwaz û hemû kesên alîkarî dan pîroz dikin ku ji bo ev pêvajo serbikeve. Weke Rêxistina Jin piştî banga Dîrokî a Rêber Apo bi navê ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ ne tenê Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhan bi giştî derbasî qonaxeke nû bû.

‘Banga Rêber Apo bandorekî pir mezin li darxistina Konferansa Neteweyî kir’

Rîhan balkişande ser Banga ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Abdullah Ocalan û diyarkir ku bandorekî pir mezin li darxistina Konferansa Neteweyî a Kurdan kir û wiha bi dawî kir: “Em bandora Banga ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ dibînin ku ev Konferans Jî bi wê bandoriyê ve hat li darxistin her wiha bandora Banga Rêber Apo li ser Bakur û Rojhilata Navîn bi awayekî zelal tê dîtin. Ev Konferansa Li Qamişlo hatiyi li darxistin, bi tevlîbûna dilsoz û dildarên xeta parastina nasnameya Gelê Kurd, hebûn û dîroka Gelê Kurd de gelek şandeyên qedir bilind jî tevlî bûn. Fikirandin, nêrîn me ji bo doza gelê Kurd, helwestekî netewiye. Îro hemû kes ê ku bi dil û ruhê xwe ve ê ku bi fîzîkî ber bi qada Şoreşê, Rojavayê Kurdistanê ve herikîn. Me jî xwest em vê gava pîroz ji cîhanê re parve bikin.”

Related Articles

Back to top button