ArşîvÇalakîNûçeSlide

Şandeya KNK’ê serdana Kongra Star a Bajarê Qamişlo kir

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)’ê Serdana Komîteya Têkilî û Tifaqên siyaseta Demokratîk ya Kongra Star kirin.

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)’ê Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad, Hêvî Mistefa Cigira Hevseroka KNK’ê, Desteya Rêvebir a KNK’ê a Rojava Tazbaşa Hesaf û Ebîr Hesaf, sardana Komîteya Têkilî û Hevgirtina Demokratîk ya Kongra Star a Bajarê Qamişlo kirin.

Şande ji aliyê Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo, berdevka Komîteya Têkilî û Hevgirtina Demokratîk ya Kongra Star Emîne Osê, û rêvebira Meclîsa Jinên Suriyê Emîne Omer Endama Têkilî û Hevgirtina Demokratîk ya Kongra Star Mîdya Osê ve hatin pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de, endamên şandê kêfxweşiya xwe di derbarê serkeftina “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî” anîn ziman û diyar kirin ku ev destkeftiya giran buha bi berxwedanî û bi Tekoşîna Jinan hate bi dest xistin. bi taybetî di warê rêvebirinê û ewlehiya civakê de.

Her wiha Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad, balkişande ser Girîngiya Rola Rêxistina Kongra Star di pêşengtiya yêkitiya Kurdan da û got: rêxistina Kongra Star cihekî serbilindiyê ye em pê Şahnazin çi weke Jinên Kurd Çi jî weke Jinên Cîhanê Dîaspora da pir bi bandore.

Zeynep got: “Yêkitiya Kurdan Wê Bandorê li ser pêkhateyên din jî Bike ku ev Konferans wê di ser pêşeroja pêkhateyên Suriyê jî bandoriyên erînî çêbike.

Piştre Rîhan Loqo Li ser Rola Jinan a sereke ku di darxistina “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî” de nirxandinkir û Wiha got: “li darxistina “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de berxwedaniya Jinê Roleke sereke Liyîst. Yêk nêrîn û Yêkhewesta Jinên Kurd Pêşengtî ji Yêkitiya Kurdan re kir.

Her wiha Rîhan balkişande Ser Berxwedaniya Jinên Kurd di 4 parçê Kurdistanê de û got: Jinên Kurd di 4 Parçên Kurdistanê de, li hemberî Hişmendiya Olperest û zayinperest Li Rojhilatê Kurdistanê Serhildana Jin Jiyan Azadî, li tevahî qadên Jiyanê ê Bakur, ji bo parastina nasnameya Jin berxwedaniya Jinan di nava Xwe pêşandanan de, Li Başurê Kurdistanê li beramberî hişmendiya paşverû, li Rojavayê Kurdistanê jî di nava Şoreşa Jinê de li hemberî hemû Êrîş û Gefên li ser Şoreşa Jin’ê berxwedaniyê didin meşandin. Bandora vê berxwedaniyê li ser siyasetên giştî dike.

Di çarçoveya felsefeya “Banga Aştiyê” ya Rêber Abdullah Ocalan de, nirxandin hatin kirin û hate gotin: “Banga Rêber Apo a Bi Navê ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ giraniyê dide ser geşkirina pirdengiya civakî û avakirina Rojhilata Navîn a azad. Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî jî Pêkanîna Banga Rêber Apo ye”

 

Related Articles

Back to top button