
Şande ji Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Keskîn Bayindir, endamê MYK a Partiya Wekhevî û Demoratîk a Gelan (DEM Partî) Serhat Eren, Parlementera DEM Partî Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç pêk tê.
Şande ji aliyê, Endama kordînasyona Kongra Star Nêrgiz Mihemed, Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo, Kordînasyona Kongra Star Gulîstan Gilo, berdevka Komîteya Têkilî û Hevgirtina Demokratîk ya Kongra Star Emîne Osê, û rêvebira Meclîsa Jinên Suriyê Emîne Omer, Endama Têkilî û Hevgirtina Demokratîk ya Kongra Star Mîdya Osê ve hatin pêşwazîkirin.
Şandeyê keyfxweşiya xwe ji beşdarbûna Konferansê re anî zamin û diyar kir ku banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo bandoreke mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.
Parlementera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî li ser navê Şandeyê axivî û diyarkir ku ew bi dîtina Reng û dengê Şoreşa Jinê keyfxweşin û wiha got: “me xwest em werin Rojava sardana sazî û rêxistinên bikin şanseke mezin bû ji me re ku em tevlî Konferansê jî bûn. Hêst, berxwedanî û Şoreşa Rojava ji cîhanê meztire. Gava ji bo yêkitiya Gelê Kurd hatiyi avêtin gaveke pir xurt û mezine. 26’ê Nîsana 2025’an bi Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî re Tîpên Zêrîn hatin nivîsandin. Em bawerin ku Wê hîn gavên xurtir bên avêtin. Konferansa Rojava wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike.
Gulcan da zanîn ku ew deyndarê Rêber Abdullah Ocalan’in û got: “Aliyê yêkitiya Gelê Kurd de Jinan Dîsa bi awayekî çalakwan berpirsyartiya xwe girtiye û pêşengtiya jê re dike. Ji Suleymaniyê platforma yêkitiya Jinên Kurd hat lidarxistin, her wiha li Amed, Hewlêr, beriya 2 mehan Li Bajarê Qamişlo Konferansê Jinan ê Netewî rê li ber Yêkitiya Gelê Kurd vekir. Em weke Jin berpirsyare yêkitiya Gelê Kurdin. Em Deyndarê Rêber Abdullah Ocalan’in ku li ser bingeha Paradigmaya wî Em xebatê xwe dimeşînin ku ev paradîgma Ji bo Tavahî cîhanê buye mînak. Ruhê bangê xwe di konferansê de nîşan da”
Rîhan keyfxweşiya xwe bi pêşwazîkirina şandeyê anî ziman û got: “Piştgiriya Bakurê Kurdistanê Piştgiriya despêke a şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Di kêliyên herî zor û zehmet de piştgirî û hêza Bakurê Kurdistanê dayî me cihê rêzdayînê ye. Bi salên demdirêj bakur û Rojhilatê Surî bi pêşengtiya Jin û Ciwanan de bi paradîgmaya netewa Demokratîk bi felsefeya Jin Jiyan Azadî şoreşê rêvedibin. Jin 4 parçê Kurdistanê Piştgirî dan vê pêvajoyê ku me karî em modela Şoreşa Jinê Kurtir bikin. çavê cîhanê ji Modela Şoreşa Jinê a Rojavayê Kurdistanê ye ev jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan Pêk hat.”
Rîhan wiha bi dawî kir: “Ji bo em vê Modelê bikin para Jinên tevahî cîhanê Bi Jin û Ciwanên xwe ve em di nava tekoşînekê de ne. di tevahî qadên leşkerî, siyasî, Aborî, civakî de weke gelê bakur û Rojhilat me xebatên pir girîng dan meşandin û berdelên pir giran dan ku em bi biryarin ji bo em vê Şoreşa Jinê Bikin malê tevahî cîhanê emê bê navber berxwedaniya xwe bidomînin.”
Piştre Derbarê Banga Rêber Abdullah Ocalan a 27’ê Sibat’ê bi navê ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ nirxandin hatin kirin. Her wiha geşedanên li Rojhilata Navîn rû didin û pêvajoya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gotûbêj kirin.





