
1’ê Gulanê
Di roja 1’ê Gulanê de cîhan Roja Karkerên Cîhanê pîroz dike, ku bîranîna serhildana Chicago ya sala 1886`an e, dema ku karker li dijî karkirina 12 saet’an daketin kolanan û daxwaza kêmkirina demjimêrên kar kirin, dest bûĺgrevê kirin û kar berdan. Nîv mîlyon karker beşdarî xwepêşandanên li Chicago bûn. Li Luizvil (Kentaki) zêdetirî 6000 karker meşiyan. Van xwepêşandanan di rojên piştî 1’ê Gulanê de bi hemû leza xwe berdewam kirin. Di Enternasyonala Duyem ku di navbera 14 û 21’ê tîrmeha 1889’an de li hev civiya, bi pêşniyara nûnerê karkerên Fransî biryar hat dayîn ku 1’ê Gulanê li hemû cîhanê wek “Roja Yekîtî, Têkoşîn û Hevgirtinê” bê pîrozkirin. Bi demê re, li gelek welatan 8 saetan roja kar bi fermî hate qebûlkirin. Bi vî rengî 1’ê Gulanê bû cejneke yekitî û hevgirtina karkeran.
Şahî bi beşdariya şêniyên Bajarê Tirbespiyê, Til Hemîs, Qamişlo û Amûdê li daristana Bendava Mizgeftê ya gundewarê Tirbespiyê şahiyek lidarxistin. Cihê şahiyê bi Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan Hati bu xemilandin. Her wiha Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û Wêneyên Şehîdên ku di uxira azadiya de cane xwe fedakirine, ji aliyê beşdarvanan ve hatin hildan.
Piştî deqeyekê rêz girtinê li ser cangoriyên azadiyê, li ser navê Tevgera Civaka Demokratik (TEV-DEM) şêro şero axivî.
Şêro Rêber Abdullah Ocalan silavkir û wiha got: “Îro 1’ê Gulanê roja Kedkarên ê Bakûr û Rojhilatê Surî a Rojavayê Kurdistanê ye cejna yêkitiya Kedkaran li ser asta cîhanê ye. Iro Em weke yêkitiya Karkeran di Bakur û Rojhilatê Suriyê de bi Saya Rêber Apo de me ji bo xwedî derketina mafê xwe tekoşîn kir. Em xwedî şansin ku em di bin fikir û felsefeya Rêberê mirovahi de dijîn. di tu deverên cîhanê de minaka vê Fikrê, nîne. Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahî Kedkarên cîhanê tekoşîn dide meşandin.”
Şero wiha domkir:”Weke em hemû jî dizanin pergala Bakûr û Rojhilatê Sûrî Rêber Apo ye ku xwedî projeya aşitiyê ye. Em bi ser navê tevahî kedkarên cîhanê, Rêber Apo silav dikin. Kedkarên me ê herî bilind disa şehîdên me ne ku li hemberî hemû teknîka dijmin di çeperên herî pêş de ji bo azadiya gelê xwe şer kirin berxwedan kefenê mirinê dirandin û şehîd ketin. Gelek hevalên me bi bomberdimana Dewleta Tirk de ku binesaziya civakê weke av, kehrebe û cihê gazê de şehîd ketin em di şexsê wan de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan di tewînin.”
Şêro got ku ew şagirtên Rêber Abdullah Ocalan’in ku ked û berxwedanî ji wî ferbûne û wiha pêde çû: “Em xelkê Rojavayê Kurdistanê şagirtên Rêber Apo ne. Di bendava berxwedanê a tişrînê de jî ev yêk hat ditin ku gelê serfiraz ê şagirtên Rêber Apo li wir serîhildan ku bi berxwedaniya xwe ve tevahî cîhan heyranê xwe kir.”
Şero wiha bi dawî kir:”Emê heta ku bigihîjin Azadiya Fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan tekoşîna xwe asta herî jor de bilind bikin û çi dibe bila bibe emê bi serkevin.”
Her wiha Hevseroke Cibicikar a Kantona Cizîrê, Vîvyan Beho Osê, li ser navê rêveberiya xweser axivi, 1’ê Gulanê Ji Rêber Abdullah Ocalan Pîrozkirû wiha got: “Roja cihanê ê kedkaran em tevahî kedkaran pîroz dikin. mirovên ku bixwaze xwe bi parêze xwe rêxistin dike ev roja guring a kedkaran de ê xwehdan didin, diçînin û berhev dikin, ku şev û rojê xwe dikin yek ji bo tendurîstiya civakê kolanan paqij dikin, ji bo berdewamiya jiyanê ked didin, bi rêz û hurmet silav dikin û em roja kedkarên cihanê roja wan li wan pîroz dikin.”
Vîvyan got:”Em wek rêveberiya xweser, parastina mafên kedkaran ji bo jiyaneke bi rumet armanca me a sereke ye. Kedkar dilê civakê ye wijdana civakê a zîndiye. Temarê şaristaniyê, projeyên rizgarkirina civakê ne ku ew ne tenê wesileya berhemê ne ew cewherê guhartin û veguhartinê ne rihê somut ê bingeha rumetê ne. Kedkar li kir bin berxwedanî û israra jiyîna rumetê li wire. em weke Bakur û Rojhilatê Surî gelek girîngî didin kedkaran ji ber ku di şert û mercên şer de di bin ambargoyê de ruxmê bê derfetiyan jî ji bo avakirina pêşketina karê xwe herî pêş de tekoşîn dan meşandin. Em vê rojê tevahî kedkarên Bakur û Rojhilatê Surî pîroz dikin. “
Vîvyan teqezkir ku wê ew Suriyeke Nenavendî û wekhev avabikin û wiha bi dawî kir:”Em soz didin ku emê civakek azad, demokrat, bi hemû pêkhateyên xwe re bi rumet, bijîn ava bikin. Bi aşitî edalet ewlehî ku emê suriyeke nenavendî demokratîk ava bikin.”
Piştre Koma Botan, Koma şehîd Xebat, Koma Agirî, Hunermend Newroz Efrin, Lawîn Seîd yusif, Mehmud Osman , nuayed şuveyş, Eymen silêman, stran Gotin. Her wiha Koma şehîd Rêvan jî govenden gelerî pêşkeşkir.
Şahî bi gerandina govendê û bi qerîna durişmeyan bi dawî bû.




