
Hejayê Gotineye ku Di demekê de ku komên Cîhadîst Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û çeteyên girêdayî wê, aloziyên mezhebî zêde dikin. Êvara duşemê (28’ê Nîsanê), li Bajarokê Ceramana yê li gundewarê Şamê ku nifûsa Durzî û Xiristiyan lê zêde ye, pevçûnên çekdarî qewimîn. Li gorî çavkaniyên medyayê, di van pevçûnan de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di heman rojê de, li herêma Sahnaya ya Eşrefiyeyê yên Şamê di pevçûnên di navbera komên çekdar de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di Daxiyaniyê de hate gotin: “Sûriye di van demên dawî de di nava pêvajoyek giran ku têde şerên mezhebî û etnîkî û kuştina li ser nasnameyê tê kirin derbas dibe bi taybet li dijî pêkhateyên Durzî ku ew jî perçeyek resen ji Sûriya yê ne, ev şer di asta kiryarên li dijî pîvanên mirovî û civakî tê meşandin. lewma gelek girînge ku hemû rêxistin û tevgerên jinan di Sûriye yê de ê azadxwaz û bi dadiyê bawer dikin van kiryaran pirotesto bikin. di heman demê de her şerek ku li dijî yek netew ango mezheb di Sûriye yê de were kirin, wê ewlehiya Sûriye bixe nava metirsiyan da. “
Daxiyaniyê kiryarên Komên Cîhadîst ê HTŞ ê dijmirovî şermizarkir û bang li rêxistinên mafên mirovan kir û wiha got: “Em weke jinên Sûrî bi tundî van kiryaran şermezar dikin û banga ji rêxistinên mafê mirovan dikin ku bi erka xwe ya mirovî rabin li hemberî van siyasetên ku dixwazin şerê navxweyî ji nû de bidin pêş bixe. îro bi berdewam kirina aloziyê wê çareseriyê di Sûriye yê de ava neke lê berovajî wê divê gel li derdora hev rêxistinbûnek bidin ava kirin her wiha projeya Netewa Demokratik ku di nava xwe de wekhevî û aştî vedihewîne esas bê girtin.”
Daxiyaniyê teqez kir ku kesek nikare di nava Suriyê de parçebuyînê bide ava kirin û wiha bi dawî kir: “Ya girîng divê gelê me li dijî zihniyet û tevgerên ku bi îslama radikal xebat dikin, rabin serhildanê ku pilanên hişmendiya paşvero vala bê dar xistin. Her çiqas hewildanên dijminan heye ku di nava Sûriye de perçebûnekê bidin ava kirin, lê wê ev daxwaza û hewldanên wan pêkneyê ji ber ku sûriyê rengîne bi hemû pêkhateyên xwe ve.”



