KNK piştî Serdana Kongra Star bi Endamên Kongra Star ê Bajarê Kobanê ve Serdana Gundê Rêber Abdullah Ocalan Kirin
Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)’ê, piştî serdana Kongra Star a bajarê Kobanê kir, bi Endam û Rêvebirên Kongra Star ve Serdana Gundê Rêber Abdullah Ocalan a El Pelor kirin.

Şande ji Zeynep Murad û Rêveberiyên sazîyên Jin û Gelerî yên Kantona Fîratê serdan kir.
KNK piştî Serdana Kongra Star Bi Rêvebirên Kongra Star ve Serdana Gundê Rêber Abdullah Ocalan Kirin
Her wiha şande ji aliyê Kordînasyonên Koordenesyona Peyman Elûş û Macîde Hiso, Rêveberiya Komîta a Kongra Star tendúrís Xûnav Xelîl, endama Rêxistna Sara Kamîle Elî û Semíre Ehmed hat pşwazîkirin.
Hevseroka KNK`ê Zeyneb Murad destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de pêwîstî heye ku ew mafê gelê Kurd misoger bikin û bal kişand ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û diyarkir ku Ji bo pêkanîna biryar û belgeya konferansê divê israrek hebe.
Her wiha Zeyneb Murad Balkişande ser Pêşengtiya Jinan a li darxistina Konferansa Yêkrêzî û Yêkhelwestî a Kurdî û got: karê jin pîroze ev 14 salin bi saya kar û xebatên Jina Kurd em gîştin yekítiya neteweyî a Kurd. Jin Hêza avakirinê ye ku çavê her kesî li jinê Kurde.
Zeynep Murad ked û xebata jin pîroz kir.
Endama Koordenesyona Kongra Star Peyman Elûş jî Keyfxweşiya xwe pêşwazîkirina wan de anî ziman û bixêrhatina wan kir.
Piştre Li ser Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan nirxandin hatin kirin. Her wiha li ser Şoreşa Jin û parastina destpeftiyên Şoreşê Jin nîqaş hatin kirin.
Dure Şandeya KNK’ê û Rêveberiyên Kongra Star bi hev re sardana Gundê Rêber Abdullah Ocalan gundê El Pelor kirin.




