Kongreya Meclîsa Jinan a TEV-DEM’ê bi Hilbijartinên Meclîsê Bi dawî bû
Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)’ê kongra xwe ya yekemîn Di bin dirûşma “Jina birêxistinkirî misogeriya civaka demokratîk e” li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi Hilbijartinên Meclîsê bi Dawî kir.

Kongre li hola Serdem a bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê hat lidarxistin. Di kongreyê de 375 delege ji sazî, dezgeh û rêxistinên jinan, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û parêzer amade bûn. Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk ji 50 kesan pêk tê. Meclis ji berdevka jinan, hevseroka tevgerê, hevseroka yekitiyan û buroyên rêxistinî yên kantonan pêk tê.
Di Kongreyê dê piştî axaftin, nirxandina rewşa siyasî, rewşa rêxistinî û xwendina rêzknameya meclisê, Loqo ya Meclîsa Jin hat hilbijartin. Sembola loqoya hatiyi hilbijartin di nava 2 simbelên kesk û zer de Jineke por dirêj ku sembola Jinê Nîşan dide, hat hilbijartin. Sembola kesk nîşaneya zeytûn a zer jî nîşaneya genime, Her wiha spî ya derdora şembolê jî weke nîşaneya aşitiyê tê nîşan û bi nivîsa bi zimanê Kurdî û Erebî Meclisa Jin Di Tevgera Civaka Demokratîk hat hilbijartin.
Hevseroka Yêkitiya Mamosteyan a bakur û Rojhilatê Surî a Berê Nurşan Ferho ji bo Berdevka Meclîsê hat hilbijartin.
Rêveberiya mekteba Jin a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)’ê a berê Şirîn Hesen Cîgira meclîsê hat hilbijartin.
Her wiha Nurşan Ferho ku berdevka Meclîsa Jinan a TEV-DEM’ê hat hilbijartin, diyarkir ku armanca meclisê rêxistinbûyîna jinan, tifaqiya wane û wiha got: “Jinan di hemû qadan de roleke girîng lîst ji mamosteyan bigre heya bijîjk, parêzer, kedkar, rewşenbîr, parêzvan û siyasetmedaran her kesê cihê xwe girtin. Jin di civakê de esasê avakirinê ne loma hebûna wan di her qadê de wê bikaribe civakek azad û demokratîk ava bike. Em ê li ser fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd asta xwe ya têkoşîn û rêxistinbûyînê bilind bikin heya tevahî jinan û civakê ji hişmendiya baviksalarî xelas bikin û vegerînin cewherê wan ê rast.
Kongre bi hilbijartina Endamên Meclîsa Jin a TEV-DEM’ê di asta Bakur û Rojhilatê Surî ku 50 Jinan pêk tê bi dawî bû.
Kongre bi diruşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî” dawî bû.




