Mehbuba Botan: Helwesta Bi Rumet a Şerê Gelê Şoreşgerî, Mirovahî bi Serkeftinê Tacîdar Kir
Endama Çand û Hunerê, Mehbuba Botan ku gelek caran di Berxwedaniya Bendava Berxwedanê a Tişrînê de cihê xwe girt û li wir klîbek li ser Berxwedaniya Şervanên Azadiyê bi ser navê ‘Bêhna Azadiyê Tê’ lidarxist, ji malpera me re axivî û diyarkir ku Helwesta Bi Rumet a Şerê Gelê Şoreşgerî, Mirovahî bi Serkeftinê Tacîdar Kir.

Mehbuba wiha hêstên xwe anî ziman: “Dema Em çûn Bendava Tişrînê ku cara 2’mîn bû ku min cihê xwe di nava kerwanê de di girt, em gihiştin nivê rê Dewleta Tirk êrîş kir û hevale me Omer Şehîd bû û hevalek jî birîndar bû piştî 3 Rojan ev jî Şehîd bû. Dema ku balafirê li me xist em wesayîtê xwe peya bûn ketin rê ji ber ku Dewleta Tirk ji bo çûna me asteng bike rê li pêşiya me qut kiribû bi bombebaranan rê kur kiribûn ku seyarê nekarîn derbas bin. Em wek gelê Berxwedêr ê Koban ê bi israr bûn xwe bigihînin bendavê. bi meşê em ketin rê û em gihîştin Bendavê. Piştî em gihîştinê me dît ku balafirên Dewleta Tirk êrîşe Bendavê kiriye ku Heval Roza, Heval Ethem şehîd bûn 20 birîndarên me hebun.”
Mahbuba diyarkir ku wan ji ber Êrîşên dewleta Tirk a Dagirker ê li ser ekîba Tenduristiyê, nekarîne cenazeyên hevalên xwe bişînin û wiha got: “Hevalê me Mihemed Qaso ku hevalê me ê çand û Hunerê bû, stran got me jî ber strana wî govend gerand, piştî stran xilas Balafirê êrîş kir û Heval Mihemed Qaso li wir şehîd bû. Me Şehîdên xwe bi dilekî tujî êş rakirin birin û birindarên xwe re jî eleqeder bûn. 3 rojan hevalên me ê Şehîd li cem me man ji ber ku me nekarî em bişinin ku Dewleta Tirk êrîşe Ambulansan dikir. Ruxmê wan êşan jî me berxwedaniya xwe de tawîz neda û me moral çedikir ji bo gel bandor nebe dîlan dikir. Çiqasî êrîş dikir ew qasî em bi xortir tevdigeriyan.
Mehbuba axaftina xwe wiha domkir: “24 seatan Balafirên şer, ê bê mirof li ser Bendavê bûn lê gel ne tirsiya heta dawiyê bi biryarbûn serkeftinê de. Qafîla 4’mîn de dema em çun zor û zehmetî dîsa hebûn. Min dixwest ez li wir klîbekê çebikim li ser şervanên me YPJ, YPG û QSD’ê bi zehmet bû di bin bomber dûmanan de klib çekirin, lê me klîba xwe çêkir.
Gava mirov diçe bendavê û Şervanan, Hevalên YPJ dibîne û berxwedaniya gel hîs dike naxwaze carekedin vegere mala xwe. Şervanên me ê Qehreman ji bo Gelê xwe di bin şert û mercên herî zor û zehmet de li hemberî teknîka herî pêşketî berxwe didin. Gava me ev di fikiriya me nedixwest em vegerin ku me dixwest em tim li cem wan bin û piştewaniya wan bikin. Ji bo vê çi qafileyek çûba Bendavê, min jî cihê xwe di nav de digirt.
Mehbuba sersaxî ji malbatê Şehîdan re xwest û minnetdariya xwe ji bo Şervanên azadiyê diyarkir û wiha bi dawî kir: “Me Bendav berneda ji bo wê jî em serketin. Ruxmê êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ê hewayî û bejahî jî nekarîn hêza Şerê gelê Şoreşgerî bişkînin. Herî dawî jî em sersaxiyê ji hemû malbatên xwe ê Şehîdan dixwazin em spasiya Şervanên xwe ê QSD, YPJû YPG dikin.”



