HevpeyvînNûçeSlide

Weqfa Jina Azad Li Bajarê Kobanê Semînerek Li Darxist

Îro Weqfa Jina  Azad li bajarê Kobanê  li ser Mafê Jin Semînerek li darxist ku di semînerê de 9 Jin amade bûn.

Semîner Li navenda weqfa Jina azad a Bajaraê Kobanê bi beşdariya 9 jinan pêk hat ku semîner ji aliye endama weqfa Jina azad Ilham Ehmed ve hat dayîn.

Ilham Ehmed di seminerê da li ser zagonên Jinan û binpêkirina mafê wan binpê dike nirxandin kir û wiha got: “Mafên jinan ê wekhevîyê ye ku Jinên li seranserê cîhanê daxwaz dikin. Bingehên tevgera mafên jinan di sedsala nozdehan de, tevgera femînîst jî di sedsala bîstan de ava bûn. Li hin welatan ev maf bi qanûnê têne saz kirin an piştgirî kirin, Li hinek welatên din jî ev maf tên paşguhkirin û tepisandin.

Ciyawaziya wê ji têgînên berfireh ên mafên mirovan bi îdiaya alîgiriya dîrokî û kevneşopî ya cewherî li dijî jin û keçên ku mafên xwe bi kar tînin, cuda dike.

Her wiha seminer ji bo Jin Hîn behtir xwe rêxistin bikin û Pêşbixin nîqaş hatin kirin û nêrînên berfireh û alternatîfên çareseriyê hatin pêşkeş kirin.

Related Articles

Back to top button