Kongra Star Ji Bo Pêşvebirina Sîstema Hevserokatiyê û Avakirina Neteweyeke Demokratîk Konferansek Li dar Xist
Di bin diruşmeya "Li ser bingeha Azadî û Wekheviyê, Em Sîstema Hevserokatiyê û Neteweyekî Demokratîk Ava Dikin" de, Kongra Star di 17ê Hezîrana 2025an de li Hola Star Layt a li taxa Şêx Meqsûd a Şeqîfê li Helebê konferansek berfireh li dar xist. Armanca konferansê ew bû ku balê bikşîne ser sîstema hevserokatiyê û mekanîzmayên pêkanîna wê di civak û xebata rêxistinî de.

Konferans bi beşdariyeke çalak ji aliyê hevserokên komîn, Meclisa, sazî û şaredariyan ve, digel nûnerên komîte û partiyên siyasî yên , Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Meclisa Sûriyeya Demokratîk û Partiya Hevbendiya Neteweyî ya Sûriyeyê ve hate lidarxistin.
Piştre, endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîraz Hemo axiftinek pêşkêş kir û tê de behsa banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an kir, da ku hemû pirsgirêkên ku civaka Rojhilata Navîn pê re rû bi rû ye ji perspektîfeke siyasî û yasayî çareser bike. Yekem mijara ku hate destnîşankirin mijara jinan û rola wan di avakirina civakeke demokratîk de bû. Endama Kordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rola sîstema serokatiya hevbeş a komun û meclisan di avakirina jiyana demokratîk de, li gorî felsefe û ramana Rêber Abdullah Ocalan, ku armanca wê avakirina civakeke demokratîk û azad e, û ew çawa dikarin rola xwe di pêkanîna vê pergalê de, ji komînên herêmî û di asta meclisan de, bi awayekî rast bilîzin.
Wê tekez kir ku : bi saya fedakariya şehîdan, em gihîştine vê qonaxê: berxwedana taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, ku wekî şerê gelê şoreşger tê zanîn, ku ciwan û jinên wê mil bi mil şer kirin, ku heyanî berxwedana Bendava Tişrînê dirêj bû.

piştrejî perspektîfên di derbarê sîstema hevserokatiyê ji aliyê endama kordînasyona Kongra Star a Helebê Rîhan elo bi zimanê kurdî hate xwendin.
Perspektîfê li ser girîngiya hevserokatiyê ji hêla hem mêr û hem jî jinan ve di derbaskirina astengiyên derûnî de, wekî zihniyeta desthilatdar, zayendperestî, û adetên civakî yên pejirandî yên wekî serdestiya mêran li ser jinan, hat rawestandin . her wiha tekezî li ser pêwîstiya têkoşîna li ser bingeha azadî û demokrasiyê li dijî van astengiyan kirin, û belavkirina rihê kolektîf da ku civakê bi awayekî dadperwer temsîl bike bêyî ku kesî ji holê rake. Rîhan Elo diyar kir ku pergala hevserokatiya girêdana bingehîn a jiyana demokratîk e, û bi pêkanîna wê, em dikarin zihniyetan, nemaze zihniyeta mêrê desthilatdar, biguherînin. Wê xwendina xwe bi gotinên “Bi kûrtirkirina prensîbên neteweya demokratîk û çalakkirina komîte û şaxên wê li ser bingeha vî rihî” bi dawî kir.

Panel bi encamnameyekê bi dawî bû, û ji hêla endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Elo ve hat xwendin .
Encamname wiha ye:
Pergala hevseroketiyê stûna sereke ya avakirina civaka demokratîk e.
Ji bo parastina jinan û civakê pêwistî bi aktîvkirina pergala hevseroketiyê heye.
Karê komînan û fikrên hevbeş bingehên biserxistina pergala hevseroketiyê ne.
Zêdekirina perwerde û semînerên li ser pergala hevseroketî û neteweya demokratîk.
Xebitîna li ser guhertina zihniyeta desthilatiyê li gel zilaman û zihniyeta klasîk li gel jinan.
Aktîvkirina pergala hevesrolatiyê misogerkirina pêkanîna neteweya demokratîk û têkbirina modernîteya kapîtalîst a ku civak û jinan hedef digire, ye.
Avakirina civaka polîtîka-exlaqî bi rêya aktîvkirina pergala hevserokatiyê di civaka demokratîk de pêkan e.
Ji bo bicihanîna pergala hevserokatiyê divê em xwedî li felsefeya Jin, Jiyan, Azadî derkevin.