
Şahî li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê bi beşdariya şêniyên kantona Firatê ve hat li darxistin.
Di şahiyê de endamê Navenda Çand û Hunerê a Baqî Xido Ferhad Elûş axivî û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê cîhanê vîn û hêz e û wiha got: “Rêber Apo ji bo tevahî gelê Rojhilata Navîn raman û felsefeya xwe pêşkêş kir ku Divê em jî xwedî li raman û felsefeya wî derkevin û hîna zêdetir ramanên wî belav bikin.”
Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Şevîn Ehmed diyar kir ku tovên ku Rêber Abdullah Ocalan çandî, îro ew li tevahî cîhanê belav bûye û wiha got: “Pêngava ku Rêber Apo ji bo cîhanê daye destpêkirin, îro bi wê pêngavê, raman û felsefeya Rêbertî dewam dike. Em ê bi rihê wê pêngavê û berxwedanê bigihêjin serkeftinê.”
Şevîn Ehmed Peyama Rêber Abdullah Ocalan a Ji bo pîrozbahiya cejna qurbanê destnîşankir û wiha bi dawî kir û got” Rêber Apo peyama Rêber Apo a ji bo cejna Qurbanê bi heskirineke bê dawî hembêz dikin ku Rêber Apo di peyama xwe de dibêje ‘ez cejnekî bê qurbanî li gelê xwa pîroz dikim.”
Heyanî ku azadiya Rêber Apo pêk neyê emê nesekinin. Ji ber ku azadiya Fîzîkî a Rêber Apo azadiya me ye.”
Şevîn Ehmed cejna qurban li hemû gelan pîroz kir û wiha got: ” em cejna Qurbanê li tevahî gelan pîroz dikin. di sala 2023 hemleya ji bo Rêber Apo destpêkir û heyanî roja îro berdewame. Banga Rêber Apo a 27 Sibatê li ser navê ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ gel bi dil û can hembêz kir.
Piştî axaftinan li ser jiyan û banga Rêber Abdullah Ocalan sînevîzyonek hat pêşandan.
Piştî pêşandana sînevîzyonê stranên hunerî hatin pêşkêşkirin û li ber stranan govend hat gerandin.
Şahî bi dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Berxwedan Jiyan e”, “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû




