DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star ji ber Wefata Dayika Rehan Bayik Sersaxî Xwest

Kongra Star ji ber wefata Dayika şoreşger Rehan Bayik sersaxî xwest û got “Em xemgîniyekî kûr windakirina Dayika Rehan Bayik dijîn ku Em ê bi biryardariya wan meşa xwe ya ber bi azadiyê ve mezin bikin”

Hejayê gotinêye ku Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê û Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik, Rehan Bayik (94) di 19’ê Hezîranê de li Nexweşxaneya Zanîngeha Xarpêtê jiyana xwe ji dest da.

Peyama Meclîsa Kongra Star wiha ye:

“Berxwedana gel ne tenê bi çekên li eniyê, lê di heman demê de bi dil, hêsir, sebir û hêviya bêdeng a dayikan jî mezin dibe. Em xemgîniyekî kûr windakirina Rehan Bayikê hêja dijîn. Dayika Rehan, dayika Heval Cemîl Bayik a yek ji pêşengên têkoşîna azadiya Kurd e. Wekî jinek ku di tevahiya jiyana xwe ya 94 salan de di nav şer, sirgûn, bêparî û berxwedanan de jiyaye, Dayika Rehan ne şahidê nifşekî ye ew kesayetek berxwedanê ye ku bi keda xwe dest daye dîroka gelekî.”

Kongra Star di peyama xwe de diyarkir ku Dayika Rehan ne tenê zarokek Tekoşînek Mezinkiriye û wiha got: “Di bîra civakî ya jinên Kurd de, dayiktî ne tenê bi zayînê, lê di heman demê de bi parastin, berxwedan û avakirinê jî wate digire. Bi vê wateyê, Dayika Rehan ne tenê zarokek, lê di heman demê de têkoşînek jî mezin kiriye. Bi bilindbûna xwe li pişt kurê xwe û bi deh hezaran şervanên azadiyê radiweste, xewna biratiya gelan, azadiya jinan û jiyana demokratîk mezin kiriye.

Kongra Star Teqezkir ku ewê bi Biryardariya Dayikên Şoreşger Meşa xwe a ber bi azadiyê ve mezin bikin û wiha domkir: “Wek Kongra Star, em hemû dayikên ku rûmeta vî gelî di şexsê Dayika Rehan de hildigirin bi rêzdarî silav dikin. Îradeya wan a bêdeng û kûr ne tenê ji bo me sedema şînê ye, lê di heman demê de peymanek e: Em ê bi biryardariya wan meşa xwe ya ber bi azadiyê ve mezin bikin.

Kongra Star sersaxî ji Malbata Bayik, tevahî Jinan, Gelê Kurd xwest û soza bilindkirina Tekoşînê û pêkanîna xevn û Xeyalên Dayikên Şoreşger da û wiha bi dawî kir: “Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe re, bi taybetî ji malbata Bayik re dixwazin. Em bi rêzdarî xwe li ber bîranîna Dayika Rehan ditewînin û careke din dubare dikin ku em ê têkoşîna azadiyê bi berxwedana civakî ya bi navend jin bidomînin.

Bijî jiyana azad û jinên azad!

Jin Jîyan û Azadî “

Related Articles

Back to top button