CivînNûçeSlide

Kongra star li Nafçeya Şedadê têkoşer Zîlan, sembola qehremanî û fedakariyê, bi bîr anîn.

Kongra star li  Nafçeya Şedadê, a Kantona Hesekê, têkoşer Zîlan (Zeyneb Kenacî) bi bîr anî û tekez kir ku bi wêrekî û xebata xwe ya fedakar, şehîd Zîlan bû çavkaniya azadî û ji bo qehremaniyê.

Kongra star li  nafçeya Şedadê îro, 29ê Hezîrana 2025an, li meclîsa bajêr ji bo şehadeta şehîd Zîlan, ku di sala 1996an de li Dêrsim (Bakurê Kurdistanê) bi çalakiyek canbaxşane li dijî artêşa dagirker a Tirkiyeyê pêk anî, Civînek jı bo bîranîna wê hat li dar xist.

Bi dehan endamên Kongra star û endamên ji hemî navend û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser a nafçeya şedadê beşdarî civîna bîranînê bûn. civîn bi deqeyek bêdengi ji bo rêzgirtina li ser rihê şehîdan dest pê kir. Piştre, rêvebera Kongra Star, Emîra El-Saad, behsa yekem çalakiya fedaî ya ku ji hêla şervana azadiyê  Zîlan (Zeyneb Kanacî) ve li dijî artêşa dagirker a Tirk pêk hat kir.

Piştre, rêvebera Kongra Star, Ruqeye El-Şaleş,di rêya nameya wê re behsa jiyana şehîd Zîlan kir û got: “hevrê  zîlan di sala 1972an de li Meletiyê ji dayik bû. Navê wê Zeynep Kanacî ye, bi eslê xwe ji gundê Almali yê Meletiyê ye.  li herêmê wekî eşîra Mamurlî têne nasîn.  ji Zanîngeha Înönü ya Meletiyê, Beşa Şêwirmendiya Psîkolojîk xwendina xwe kiribû. Berî ku tevlî hêzên gerîla bibim,  li Beşa Radyolojiyê ya Nexweşxaneya Neteweyî ya Meletiyê xebitî.”

Endama Kongra Star, Umeya Hacûb, behsa fedakariya şehîd Zîlan kir û got: “Şehîd Zîlan ji bo jiholêrakirina zilmê û bidestxistina azadiyê tevlî hêzên gerîla bû. Ji ber ku ew ji bîrdozî û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hez dikir, wê ev çalakiya canbaxşane pêk anî da ku rêya azadiyê ji bo hemû gelan destnîşan bike.”

Civîna bîranînê bi dirûşme û bangên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button