ÇalakîNûçeSlide

Gelê Dêrikê yê kantona Qamişlo, salvegera 29’an a şehadeta têkoşera azadiyê Zîlan bi bîr anî.

Li Nafçeya  Dêrikê yê kantona Qamişlo şehîd Zîlan bi pêşengeh û civînan bi bîr anîn, soza xwe ya şopandina Rêya wê nû kirin û pabendbûna xwe ya bê dawî, têkoşîna wê ya ji bo azadî û rizgariyê tekez kirin.

Pêşangeha Hunerê, ku ji hêla Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê ve hate organîzekirin, îro bi beşdariyeke berfireh a niştecihên bajêr, tevî endam û rêveberên saziyên xweser, îri di roja xwe ya duyem de bi dawî bû.

Ev pêşangeh beşek ji bîranîna salane ya şehîd Zîlan e, ku di 30ê Hezîrana 1996an de, piştî çalakiyeke canbexşane ku wê li dijî artêşa dagirker a Tirk li Dêrsimê, bakurê Kurdistanê pêk anî, û tevşî karwanê şehîdan bû.

Pêşangeh duh, roja Şemiyê, vebû û berhevokek ji berhemên hunerî yên ku têkoşîn û berxwedana jinan nîşan didin pêşkêş kir. Roja yekem beşdariyeke berbiçav ji niştecihan kir, ji bilî stranên ku têkoşîn û qurbaniyên jinan vedibêjin, koma “EleFteriya” pêşkêş kir.

Di roja duyemîn û dawîn a pêşangehê de beşdariyeke mezin ji niştecihan çêbû, û Koma Zarokan a Navenda Dîcleyê hilbijartinek ji stranan pêşkêş kir.

Di pêşangehê de 33 tabloyên ku ji hêla şêwaz û peyamên xwe ve cûda bûn, ku hemî giyanê berxwedanê û rola çalak a jinan di civakê de temsîl dikirin, pêşkêş kirin.

Di çarçoveya rêze çalakiyên bîranînê de, Kongra Star civînekek bîranînê ji bo şehîd Zîlan li Navenda Çand û Hunerê ya Dicleyê bi beşdariya niştecih û endamên tevgerên jinan a bajêr li dar xist.

Civîn bi kêliyek bêdengiyê ji bo rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir, piştre  sinevizyonek hate pêşkêş kirin ku tê de  jiyana Zîlan û nirxandinek li ser têkoşîna wê di nav Tevgera Azadiya Kurdistanê de hate pêşkêş kirin, ku Zîlan kesayetek berbiçav di berxwedana Kurdan de ye.

Civîna bîranînê bi qîrîna dirûşmeyên şehîd namirin ku ewê şopdarê têkoşîna ku ji hêla Zîlan û hevalên wê ve hatî destpêkirin bin bi dawî bû.

 

Related Articles

Back to top button