
Bi boneya 29emîn salvegera şehadeta têkoşera kurd Zîlan (Zeyneb Kinaci), li bajarê Helebêçalakiya bîranînê hatin lidarxstin.
Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî Meclîsa Jinan a Malbatên Şehîd bi dirûşmeya “Avakirina jin û jiyana azad bi xeta Zîlan pêkan e” ji bo bîranîna şehîd Zîlan civînek li dar xist. Civîn li Hola 8ê Adarê ya Taxa Şêx Meqsûdê, bi beşdariya malbatên şehîdan, dayikên gerîla û birîndarên şer hat lidarxistin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre nameya şehîd Zîlan ya ku beriya çalakiya xwe ya fedaî ji Rêber Abdullah Ocalan re şandibû, ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rozalîn Mamo ve hate xwendin.
Ji rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan Zinarîn Efrîn jî di civînê de li ser jiyan û îrade û biryardariya şahîd zîlan axivî. Zinarîn Efrîn diyar kir ku şehîd Zîlan ji bo azadiyê, bêyî dudilî û bi ruhekî fedaî têkoşiya û canê xwe feda kir.
Zanarîn soza şopandina rêya şehîda Zîlan da ta pêkanîna hêviyên wê yên ji bo azadî û rizgariyê.
Di çalakiyê de her wiha sînevizyona der barê jiyan û têkoşîna şehîd zîlan de hate pêşandan.




