
Zeynep Kinaci (Zîlan) di 10’ê tebaxa 1972’ê de li gundê Elmali yê Meletiyê hat dinê. 7 xwişk û birayek bûn. Ya herî biçûk ew bû. Bi eslê xwe ji gundê Elmalî yê Meletiyê bû. Li Zanîngeha Meletiyê Beşa Rehberî û Şêwirmendiya Derûnî ya Zanîngeha Înonu xwend. Piştî zanîngehê li Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê wek teknîsyena rontgenê xebitî. Malbata Zeynebê di bin bandora feodal de bû û li aliyê din jî burjuvaya biçûk bûn. Di 1994’an de di meha tebaxê de li Edeneyê tevlî xebatan dibe û di 1995’an de tevlî PKK’ê dibe û navê Zîlanê digire. Di 6’ê gulana 1996’an de li hember Rêber Abdullah Ocalan hewldanek suîkastê pêk hatibû. Zîlanê wek bersiva ji bo van êrişan ‘çalakiya herî mezin û watedar’ya fedayî 30’ê Hezîran’ê Li bajarê Dersîm’ê pêk anî ku Dewleta Tirkiyê ji aliyê eskerî, sîyasî, aborî û çandî ve xist nav krîzeke kûr û mezin.
Rîhan Elo: Heval Zîlan lêvegera naskirina rastiya jinên azad e
Endama Kordînasyona Kongra Star a Helebê Rîhan di despêka axaftina xwe de di kesayeta şehîd Zîlan de tevahiya cangoriyên meha Hezîranê her wiha şoreşger Sema Yuce, Viyan, Rehşan û Elefteriya bi bîr anî û wiha got: “Di salvegera 29’mîn a salvegera Şehîd Zîlan e ku em di şexsê Heval Zîlan de hemû Şehîdên di uxira Azadiyê de canê xwe fedakirin bi bîr tînin ku bi dilsozî, xwestek û bi îradeyeke pir xort heta dawiya xwîna xwe bi wêrekî kar û xebat dan meşandin em bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Şehîd Zîlan ji bo me tevahî Jinan mîrateyeke. Mîrateya Tekoşîn û berxwedaniyê ye ku heval Zîlan sîwana berxwedanê a li hemberî zilm, zordarî û pergala hişmendiya paşvero a Dewleta Tirk ku dixwestin di Şexsê Rêber Apo de gelê Kurd tune bikin. Em Şehîd Zîlan j xwe re mînak dibînin ku ew di hemû kêliyên jiyana me de di hemû kar û xebatên me re pêşengiyê dike.
Rîhan balkişande ser Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan û wiha lê zêde kir: “Rêber Apo ji bo Şehîd Zîlan got ‘Zîlan Fermandarê min e’ bê guman ji bo me jî Şehîd Zîlan pêşanga jiyana me ye ku ji bo me di her santîma canê xwe de azadî hunand û ew can di nava dijminên mirovahiyê de teqand. Şehîd Zîlan tê naskirin ku ê ku navê wê di vê cîhanê de ne bihîstiye tineye ku berxwedaniya wê di tevahî cîhanê deng veda û ev 29 salin li ser nîqaş tê kirin. Heval Zîlan di hindirê mejiyê Dewleta Tirk xist û ew matmayî hiştin. Wê bersiva planên qirêj, ê li ser Rêber Apo da.”
Rîhan di berdewamiya axaftina xwe de, şoreşger Sema Yuce jî di nav de gelek cangoriyên dane ser şopa Zeyneb Kinaci bibîrxist û wiha hat got: “Ev 29 salin em timî wê bi bîr tînin Şehîdên meha Hizîranê weke Şehîd Sema Yûce bi bîr tînin û emê her tim bibîrbînin ku fedakariya wan tu xarî bîr nakin û emê ji bo layiqê çalakiya wan derkevin di her warî de xwe rêxistin bikin û tekoşîna xwe bilind bikin. Ji ber xwesteka wan jî ew buku em bi wekhevî û azad jiyan bikin li ser vê mîrasê îro em hebûna xwe berdewam dikin û dixwazin di her kêliyê jiyana xwe ji bo avakirina jiyana Azad, bi dest xistina mafê gelê kurd, tekoşîna xwe dikin yek û li ser vê bingehê dimeşin.”
Rîhan beşek ji nameyên Fermandar Zîlan destnîşankir û bang li tevahî Jinên Cîhanê kir ku xwedî Mîrateya Şehîdên Azadî û Heqîqetê derkevin û wiha bi dawî kir: “Em Soza xwe nû dikin ji Şehîdên xwe re emê her tim riya wan bişopînin li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bi meşin. Dema heval Zîlan di nameya xwe de ji Rêber Apo re dibêje ‘xweziya Canê min wêdatir tiştek heba min ku min bitaba te’ ev wateya wê pir mezin û pir girane ku emê jî li ser wê hîmê xwe avabikin û Xevn û weyalên Şehîdên xwe bîr bînin. Heval Zîlan ji bo me xeta berxwedaniyê ye ku divê hemû Jin xwe di vê felsefeye de kur bike û xwe rêxistin bike da ku bi awayekî herî baş xwedî li mîrateya wan derkevin.”
Mûna Kebek: Di çalakiya Heval Zîlan de hêza Jinên Kurd derdikev holê
Endama Kongra Star Mûna Kebekjî li Têkildarî Çalakiya Fermandar Zîlan Nirxandin kir û wiha got: “Em ber bi salvegera Şehîd Zîlan ve diçin em îro di şexsê Şehîd Zîlan de tevahî Şehîdên Azadiyê bi bîrtînin. Ev 28 sal li ser Çalakiya Fermandar Zîlan derbas dibe dikeve 29’an de ev roj di her kêliyê Jiyana me de di dîroka Jin de xwe nû dike. Xalên ku Heval Zîlan nivîsandine di nameya xwe de zanebûn û azadîxwaziya xwe dide nîşan ku bi bandorbuyina wê nameye re gelek Jin xwe ji koletiyê rizgarkirin û bûn şopdarê Heval Zîlan.
Mûna diyarkir ku çalakiya fedayî ya şoreşger Zeynep Kinaci, ji bo jinan bûye çavkaniya têkoşînê û wiha lê zêde kir: “Heval Zîlan dema di bêje ‘ez keçek ku di malbatekî welatparêz de mezin bûm li çand û ziman de di heman demê de di pirsgirîka ku Kurd pê re rû bi rû ne, li ser min bandor kir û di sala 1995’an de tevlî kar û xebat dibim, tevlî refên Azadiyê dibim’ Jineke ku xwe di hemû aliyan de xortkir bi wê zanist û pêşkatina xwe ve tevlî nava refên Gerîlla bû û pir wate da jiyana xwe Heval Zîlan Tujî Heskirin bû ku dema Jin hez bike ew dibe fikir, coş, menewiyat. Çalakiya Heval Zîlan weke qerînekê li hemberî hişmendiya paşvero û Faşîzmê. Wê jiyanek nû afirand ji bo Jinan û Gelê Kurd, şoreşa Fikrî çêkir. Bi çalakiya xwe ve merheleyeke nû xîz kir. Di 30’ê Hizîranê de sala 1996’an de weke bersivekê tolhildanê ji Dewleta Tirk a dagirker re ji bo hewildana suikastê li ser Rêber Apo. Jinê di fikrê Rêber Apo de xwe xort kiriye ku di Rêber Apo de rêhevaltî û hêvî dît Heval Zîlan jî ne tenê hevî xilasiya cîhanê dît di Rêber tî de.”
Mûna wiha domkir: “Jina ku ji Rêberê xwe Welatê xwe hez bike, ji bo çareserkirina pirsgirîkên di welatê xwe de dikeve nava hewildanan de û dibe xwedanwendê Welatê xwe. Lê Heval Zîlan ne tenê Xwedawenda Welatê xwe ye Xwedawenda tevahî gelên ji zilm û zordariyê re rû bi rû ne xwedawenda gelên bindeste. Bandora Heval Zîlan di her kêliyê jiyana me de xwe dide der ku weke Jin jî emê tim li ser wê bingehê xwe perwerde bikin. Rêber Apo di nirxandinên xwe ê li ser Heval Zîlan girêdanbuyîna xwe tîne ziman û dibêje ‘Zîlan Fermandara min e ku ew Manîfesto ye’ bi Rastî jî Heval Zîlan Manîfesto ye. Tu carî armanca Rêber Apo ne çek bû ku di bêje ‘her ku Hevalek Şehîd dikeve parçeyek ji dil û laşê min giştî diçe’ ku Bersiva Tolhildanê a Rêber Apo avakirine ku Çalakiya heval Zîlan û nameya wê weke tehlîl û lêkolîn girt dest û got ‘Zîlan Manîfesto ye’.”
Her wiha Mona balkişande ser Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û wiha domkir: “Rêber Apo birdoziya Jin pêşxist û diyariyê tevahî Jinan kir. Em xwe li ser vê fikrê rêxistin bikin emê pêş bikevin. Em merheleyek girîng de derbas dibin. Dîrok her tim xwe dubare dike. Tecrîda li ser Rêber Apo ji bo pêşî girtina bilavbûna fikir û Felsefeya Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo azadiya Jinan e ku dijminên Jinan her tim Jin dikir hedef ku Jina pêş ketî ji bo pergala xwe a paşvero weke xeteriyeke mezin dît.
Mûna di Şexsê Fermandar Zîlan de Tevahî Şêdîdên Azadiyê bi bîranî banga xwedî derketina Mîrateya wan kir û wiha bi dawî kir: “Lê di nava merheleya ev qas qirîz û qeyranan de tişta ku ji me tê xwestin em bi hevgirtî bi ruhê Heval Zîlan û Sema Yûce ku dema ku li ser helwest û kesayetiya jineke azad liherbûn dike, Zeynep Kınacı û Zekiye Alkan ji xwe re esas digre ku çalakiya xwe di êvara Newrozê, 21’ê Adara 1998’an de bi gotina “Ez dixwazim laşê xwe ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê bikim pirek” pêk anî. Li ser vê bingehê em xwe perwerde û kûr bikin ji bo hêvî û xeyalên wan pêk bînin, destkeftiyên ku bi berdelên giran bi ruhe ke Fedaî ve Şehîdên me bi dest xistine parastina wan destkeftiya bikin û em tevahî Jinan hembêz bikin. Emê her tim li ser şopa Fermandarên xwe ê mirin kuştine û mohra xwe li Dîrokê xistine bin li ser vê esasê bi Fikir û Felsefeya Rêber Apo de xwe kûr bikin, kar û xwebatê xwe bi meşînin.”
Dîlan Bilel: Zîlan riya heqîqetê nîşan da
Endama Kongra Star Dîlan Bilel jî wiha dest bi axaftina xwe kir: “Heval Zîlan di nava partî û bi taybet di nava tevgera Jin de xwedî dîrokek dewlemende ku buye xetek ji bo me tevahî Jinan. Di 29’mîn salvegera Şehîd Zîlan e. Ku ji gundê Elmali ê girêdayi Malatî di sala 1972 an ji dayik bû. Di nava malbata xwe de jî pir hatiye hezkirin ku Jineke pir zane ê pêşketiye. Dema dibistan dixwîne naskirina partiyê çêdibe gava em jiyana wê mêze dikin em dibînin ku xwestekek pir mezin hebûye ji bo naskirina Kurdan û sedema parçekirina Kurdistanê ku dikeve nava lihêrbunekê de ku çawa dikare vê politikayên qirkirin, talankirin û parçekirina Kurdan tune bike. Ji bo vê di sala 1994’an de piştî zaningeh xilas dike tevlî nava refên Azadiyê dibe ku di nava tevgerê de jî gelek rolên girîng lîstiye. Di her kêliyê de dixwest pêşengtiyê ji gelê Kurd û bi taybet Jinên Kurd re bike.
Dîlanê diyarkir ku Zîlan, pêngaveke felsefî ya Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd e û got: “Şehîd Zîlan bu mînak ji bo me hemûyan. Di sala 1995’an de li tê girtin û piştî demekê tê berdan. Şehîd Zîlan çalakiya xwe ya fedakarî li bajarê Dersîmê di 30 Hizîrana 1996’an de ji bo tolhildana hewldana suikastkirina Rêber Abdullah Ocalan li Şamê pêk anî ku 18 leşkerên Tirk kuştin û 21 leşkerên din jî birîndar kirin. Ev çalakiya Heval zîlan bu bingeha Berxwedaniya me ku me bi vê çalakiyê xwe naskir û hêza xwe naskir.”
Dîlanê wiha bi dawî kir: “Divê em xwedî li hebûna xwe derkevin li ser Fikir û Felsefeya Rêber Apo xwe rêxistin bikin ji berku vê fikir û felsefeyê hebûna me avakir. Rola Jinê a herî girîne ku bi taybetî ev pêvajoya ku em tê re derbas dibin divê xwedî rol û mîsyon bin ku xwedî pêvajoya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin derkevin. Şehîd Zîlan û tevahî Şehîdên ku di uxira azadiyê de canê xwe fedakirine em bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin ku ew pêşengê me ne. Em ê heta dawiya xwîna xwe li ser şopa wan xwedî li doza wan derkevin û emê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe rêxistin bikin, ji bo vî fikrî ji tevahî cîhanê re bidin nasin, kar û xebatên xwe pêş bixin.”



