
Têkoşer Zîlan (Zeyenb Kinacî) 30’ê Hezîrana 1996’an li hemberî hewldana qetilkirina Rêber Abdullah Ocalan ku 6’ê Gulana heman salê de li Şamê hatibû kirin, çalakiyek fedaî li Dêrsimê li dijî leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker li dar xist.
Miting li Qada Şehîd Egîd hat lidarxistin. Di mitîngê de bi sedan kesan Jin, Zarok, Mêr’an ve bi hildana wêneyên Rêber Apo û wêneyên şehîd Zîlan
Piştî deqeyekê rêzgirtinê li ser cangoriyên azadiyê Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Zozan Bekir axivî.
Zozan Bekir di axaftina xwe de şehîd Zîlan bi bîr anî û got: “Em ê xeta Zîlan bi rihê jina azad bighînin lûtkeyê. Zîlan ji jina Kurd re pêşenga azadiyê ye. Em jî weke jin soz didin ku em ê xeta Zîlanan bighînin asta serkeftinê û bighînin lûtkeya jor. Weke Rêber Apo jî gotiye, ‛Projeya ku min ji jin re nîvçe hiştibû, temam bûye, ji lewra jî em ê bi rihê Zîlanan teqez bi ser bikevin e’.”
Dûra jî ji aliyê TEV – ÇAND’ê û Hîlala Zêrîn, Baqî Xido û Koma Botan stranên şoreşgerî hatin gotin. Her wiha hunermend Fatme ji bajarê Helebê tev li çalakiyê bû û stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.
Metîng bi gerandina govend û bi Durişmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.





