
Şehîd Zîlan di 29’emîn salvegera şehadeta xwe de li Parka Efrîn a taxa Eşrefiyê ya Helebê bi beşdariya girse ya xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî, hat bibîranîn.
Di çalakiyê de, li ser navê Kongra Star Aryan Cûdî axivî û diyar kir ku şehîd Zîlan yek ji jinên destpêkê ye ku nîşaneyên têkoşîna jina Kurd li çiyayê Kurdistanê xêz kiriye û got: “Zîlan bû nimûneya jina azad a têkoşer a ku hêza xwe ya guhertina rêveçûna dîrokê îsbat kiriye.”
Piştî axaftinê koma Navenda Şehîd Berçem a Tevgera Hîlala Zêrîn hunera xwe pêşkêş kir.
Çalakî bi diruşmên silavkirina şehîdan û banga wefadariya bi şehîdan re bi dawî bû.
,




