
Di pêngaveke ku biryardariya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo berdewamiya riya xwe ya rêxistinkirina xweser û serokatiya hevbeş nîşan dide de Kongra Star bi armanca gihandina nêrînên hevbeş ji bo giştîkirina vê projeyê li tevahiya erdnîgariya Sûriyeyê û derbaskirina zehmetiyan li seranserê herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê Konferans, Komxebat û Civînan Li dardixe ku Îro jî li bajarê Hesekê Konferansek derbarê Hevserokatiyê de li darxist.
Konferans li Navênda PYD’ê a Bajarê Hesekê hat li darxistin ku Di konferansê de zêdetirî 350 Delegeyan ji Hevserokê Komîn û Meclîsan, Saziyên Civaka Sivîl, Saziyên Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariya Hindirîn û Rêxistinên Jinan ê li ser asta Kantona Hesekê, amadebûn.
Her wiha Di Diwanê de Kordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û Berîvan Xalid, Endama Kordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Ala Îbrahîm, cihê xwe girtin.
Piştî deqeyekê rêz girtinê li ser Cangoriyên Azadiyê, Perspektîfên Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) ya der barê Pergala Hevserokatiyê de, Hat Xwendin.
‘Emê Êşa Hemû Jinan bi Sekin û Tevlîbûneke Xort ve bidin derbaskirin’
Perspektîfa ku ji aliyê Endama Kordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê, Ala Îbrahîm ve hat xwendin wiha ye: “Di erdnîgariya em lê dijîn de rewşa bi pevçûn a ku weke şerê cîhanê yê sêyemîn tê binavkirin, di kesayeta jinan de şerê li dijî hemû civakê ye. Zayendparêzî bi riya pergalên olperest-netewperest ku vî şerê gurtir dikin gihîştiye lûtkeyê. Serdema mêrîtiyê di hilweşandina xwe de, hovîtiya xwe, zordarî, qurnazî û bêemaniya xwe zêdetir kiriye.
Ev xitimandina ku ji ber hişmendiya mêrê serdest li Rojhilata Navîn tê jiyîn, tenê dikare bi riya hişmendî û avaniyên girêdayî jinan bê derbaskirin. Di pêvajoya îro de derfetên derketineke wiha di kesayeta tevgera azadiya Jinan de zêdetir derketine holê. Şoreşa jinan a li Rojava xwedî wateyeke wiha ya dîrokî ye. Şoreşa me ya jinan yekane hêza çareserî, vîn û bi rêxistinbûnê ye ku bikaribe sîstema bi hişmendiya mêrê serdest avabûyî hilweşîne, bi navê jinan û bi navê civakê sîstem ango pergaleke alternatîf ava bike.
Cihê guherînên herî bi bandor ê hilweşîna sîstema serdestiya mêr jê re rê vekir Rojhilata Navîn e û navenda wê jî Kurdistan e. Di kesayeta jinên Kurd de bi riya hişyarbûna mezin a li civaka Kurd tê jiyîn têkoşîna me bi berdewamî didome û civakî dibe. Sekna azadiya mezin a jinên Kurd û têkoşîna wan a berxwedaniyê hemû jinan û civakê bi şêweyeke bêhempa bi bandor dike û ev yek li dora tevgera me hevgirtin û yekitiyeke mezin a jinan bi pêş dixe. Em bi zanebûn û rêxistinbûna xwedî derketina dema xwe, bi armanca ku şoreşa xwe li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li cîhanê belav bikin dimeşin. Em ê bikaribin vê pêvajoyê di her qadê de bi hêz û têrker pêşwazî bikin. Yek jê sazîbûna girîng a pêvajoya ji nû ve saz kariye, sîstema hevserokatî û nûnertiya wekhev a girêdayî wê tê pêşxistine.
Rêber APO bi armanca derbaskirina feraseta rêveberiyekî bi tenê û ji bo pêşxistina sazîbûn û feraseta rêveberiyekî girêdayî nûnertiya wekhev, azad û bi vîn, da diyarkirin ku divê di tevgera me de sîstema hevserokatiyê bê rûnişkandin. İsrara li hemberî sîstema hevserokatî ku ji bo gîhîştina jiyana demokratîk û azad di pêşxistina rêveberiyên cewherî de sazîbûnekî girînge,
divê weke tevgera jinê ji bo me biba sedemekî sereke ya têkoşînê, lê me nedikarî di vê mijarê de sekna têkoşer yê pêwîst pêşxistinde lewaziyên me gelek hene. Rêberti beriya pirsgireka netewî dest avêt pirsgireka jin û gut heta jin azad nebê welat û civak jî azad nabê. Rexnedana me ya herî bingehîn eve ku 40 sala tekoşînek bê hempa dîroka berxwedanî û tekoşîna jinên Kurd hîn me zanistiya dîrokî û zayandî naskirina pergala deshilatdar û derbaskirina zihniyet û ferasetên deshilatdarî de zanista azad mîna çemê azadî negihandiye hemû jinan. emê ji bo her jinek êş kişandî, her jinek hîna mülk û ayîdê zilam tê dîtin, her jinek tê kuştin û qatilkirin kêmahiya xwe bibinin û sekn û tevlîbûnekî dana derbaskirina vê rewşê de bin, bikaribin perspektîfê Rêbertiyê pêkbînin û bidin pêkanîn.
Me weke komîteya perwerde ya KJK’ê li ser sîstema hevserokatiyê û nûnertiya wekhev, pêvajoyeke guftûgoyê û nirxandina destkeftiyên me çawa em ê bi pergal bikin dest pê kiriye. Van nîqaşan û belgeyên heyî wê sîstema me ya hevserokatiyê û feraset û şêwaza me ya girêdayî nûnertiya wekhev bihêz bikin.”
‘Em Dîroka Civaka Demokratîk di Nivîsînin’
Berdevka Meclîsa Jin a Partiya Yêkitiya Demokratîk (PYD) Netewî Xemgîn pêşdeçûnên siyasî nirxand, Krîzên li Rojhilata Navîn de destnîşankir û diyarkir ku Tiştê ku niha di Rojhilata Navîn de diqewime Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Ew jî berhema redkirina fikrên Demokratîk û îsrara li ser hişmendiya netew dewletê ye.
Her wiha Netewî diyarkir ku pergala Hevserokatiyê Hevdu temamkirine û got: “Siyaset bi xwe a civakê ye ne a Dewletane ku Dewlet jî ji bo mayindekirina Desthilatdariya xwe li ser gelan qirkirin û tunekirinê dimeşîne. li gel desthilata Şamê demokrasî tune ye û ew nûnertiya nêrîna civakê nake. Destûra ku mafê Jin, Zarok, Ciwan û berjiwendiyên Cîvakî esas negire ew civak wê desturê napejirîne û red dike. Divê temsîleke rastîn û realîst a jinan di sazî û tevahî aliyên jiyanê de hebe. Pergala hevserokatî hevdû temam kirine ku dive li hemberî hemû hewildanên çewisandina Vê Pergalê em xwe Rêxistin bikin û xwedî li pergala xwe a ku ji tevahî cîhanê re buye mînak derkevin. Ji bo vê Xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de kûr kirin xwe di Azadiyê de Kurkirine.
Netewî tevahî beşdarwan û ê ku dilê wan ji bo azadiyê lê dixe wexend xwendina Pirtuka Rêber Abdullah Ocalan a bi ser navê Manîfestoya Civaka Demokratîk û Aşitiyê, wiha Got: “Ji bo vê jî ê ku dixwazin siyseta Rojhilata Navîn û Hêzên navneteweyî fêm bikin em vedixwînin xwendina Polîtîk Rapor a Rêber Apo û Pirtuka Manîfestoya Civaka Demokratîk û Aşitiyê a Rêber Apo di demên dawî de şandiyî.”
Duvre beşdarvanan nerînên xwe ji bo pêşxistina vê pergala û ezmûnên xwe yên di pêkanîna Hevserokatiyê de, kêmasiyên ku ji destpêka wê ve derketine hole de nirxandin kirin û ji bo çareserkirina wan Nêrînên xwe anîn ser ziman.
Beşdarên Konferansa Hevseroketiyê de gotin, “Pergala hevserokatiyê a li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serkeftineke mezin pêk anî û modeleke Demokratîke ku dikare li tevahî Sûriyeyê pêk were.”
Her wiha beşdarwanan diyarkirin ku sîstema hevseroketiyê serkeftineke mezin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistiye û dan zanîn ku ew jî bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan pêşketiye û ev Pergal edalet û wekheviyê di nava tevahî pêkhateyên civakê de bi pêş dixe.
Beşdaran got: “Em dikarin vê modelê ji tevahî cîhanê de bidin runişkandin ku ev tekoşîneke bê rawestandin dixwaze û em jî ji vê yêke re amade ne. em bi belavkirina pergala Hevserokatiyê ve dikarin Azadiya Jin jî Demokrasiyê jî misoger bikin. êrîş pir zêde ne lê Tekoşîna me jî pir bilinde û dive em hîn bilindtir bikin.”
Di dawiya gotûbêjan beşdaran de tekezî li ser girîngiya pêkanîna modela Hevserokatiyê di Sûriyê û Cîhanê de anîn ser ziman. Her wiha nêrîn û Pêşniyarên wan ji bo pergala hevserokatiyê kirina malê Suriyê hatin pêşxistin. li pêwîstiya pêşxistina vê modelê li seranserê Sûriyeyê. li gorî vê ev xal hatin diyar kirin avakirina komîteyan ji bo xebata li ser encamên konferansê û avakirina atolyeyên taybet ji bo dayîna dersan di nav saziyên Rêveberiya Xweser de. Dewreyên perwerde yên hevserokên di saziyan de werin zêdekirin. Girîngî ji bo mekanîzmayên misogeriya wekhevî û temsîlkirina wekhev di cihê biryardanê de were dayîn
Konferansa bi Durişmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bîjî Serok Apo’ bi dawî bû.




