HevpeyvînNûçeSlide

Berîvan Xalid: Têgîhiştina Cewhera Pergala Hevserokatiyê Mifteya Serkeftinê ye

Kordînasyona Kongra Star Berîvan Xalid di derbarê Rêze çalakiyên Kongra Star ê têkildarî Pergala Hevserokatiyê de ji malpera me re axivî û diyarkir ku Têgîhiştina Cewhera Pergala Hevserokatiyê Mifteya Serkeftinê ye.

Pergala Hevserokatiyê, stûna sereke ya sîstema neteweya demokratîk e ku wekhevî, edalet û demokrasiyê di nav xwe de dihewîne, her wiha zemînê ji bo avakirina jiyana komînal, azad, demokratîk û ekolojî ya bi pêşengtiya jinan pêk tîne.

Berîvan Xalid da zanîn ku li herêmê yekem car e li ser pergala Hevserokatiyê konferans tê lidarxistin.û wiha got: “Weke tê zanîn me weke Kongra Star derxistina Konfernasên li ser Pergala Hevserokatiyê di nava Pilansaziyê me de bûn. Ji ber ku bi salane pergala Hevserokatiyê di Bakûr û Rojhilatê Surî de hatiye Runiştin. Ji bo em vê pergalê meyinde bikin, li gorî perspektîfên hatini dayîn me Konferans li darxistin. Amadekariyê Konferansan tevahî herema Bakur û Rojhilatê Surî, li ser asta Kantonan, kirin ku me ji heremên rizgarkirî dest pê kir, li bajarê Reqqa, Heleb, Qamişlo û Hesekê Konferans hatin lidarxistin. Li pêşiya me jî li Kantona Kobanê wê Konferansek bi heman armancî were li darxistin. Dibe ku em di nava hinek saziyan de ku pergala Hevserokatiyê pejirandine, bi wan saziyan re çêbikin, Weke TEV-DEM û hinek saziyên din jî.

Berîvan destnîşan kir ku pergala Hevserokatiyê bi felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan derketiye û wiha pêde çû: “Di nava van Konferansan de ku heta niha 4 Kantonan hatiye li darxistin de me xwest ku niqaş li pêş bikevin, sedema Avakirina vê pergalê, armanca vê pergalê çiye, her wiha rola Jin di nava vê pergalê de çawa hatiye runiştin, bi giştî di van çarçoveyan de niqaş hatin pêş xistin. Li gorî ku di Bakur û Rojhilatê Surî de dihat şopandin jixwe bi salanin li gorî perspektîfên Rêber Apo 2004’an de weke teqîn Pergala Hevserokatî bi lêv kir, lê derng li Rojavayê Kurdistan’ê hat avakirin. Ê ku pêşengtîya avakirina Pergala Hevserokatiyê kir PYD bû di despêka Şoreşê 2012’an de ev Pergal di nava xwe de pejirand. Piştî wê jî weke şaredarî jî di sala 2013’an de pergala Hevserokatiyê pejirand. Lê weke Rêveberiya xweser me xwest ku em di despêkê bingehekê ava bikin, ji ber ku pergala Hevserokatiyê bîr û bawerî dixwest ji bo wê me xwest em bingehekê ava bikin û civakê amade bikin ji bo pergala Hevserokatiyê bidin Runişkandin.

Ji ber ku civakek ku sistemên desthilatdar hişmendiyek paşvero di nava civakê de avakiribû. Ji bo vê 2014’an de Rêveberiya Xweser hat Ragihandin di heremên Rojavayê Kurdistan’ê de, lê 2016’an de Pergala Hevserokatiyê di nava sîstema Rêveberiya xweser de avakirin ku ji 2016’an heta niha me di şopand weke Tevgerê, Sazî û Rêxistinên Jin, ji ber armanca me ji vê pergalê ne tenê Jin cihê xwe wek kesekê di nava vê sistemê de bigre bû, me xwest di heman demê de Jin cihê xwe di biryar dayinê de bigre hîn bêhtir bi hêz û xwedî rol be. Ev Pergal bê avakirin bingehekê di nava Civakê de çêbike, ji bo ku bikare Civakek Demokrat, Azad, Wekhev bi hevsengiya Jin û Mêr bê avakirin. Ji bo vê ev Konferans geveke pir baş bû.

‘Hevserokatî Modeleke azadiyê ye’

Berivanê tekez kir ku hevserokatî yekem modelek tenê li Bakur û rojhilatê Sûriyeyê tê pêkanîn û got: “Di Sala çuyî weke tevgera Jin ji Taybet Kongra Star Civînên berfireh ji Hevserokan re çekirin Perspektif hatin xwendin, nêrîn hatin girtin ji bo Pergala Hevserokatî. Îsal jî weke Kongra Star dest bi Konfernasan kir bi heman armancê bi rastî cihê girt. Diviyabû me beriya niha ev Konferans li darxistiban ji bo em hîn bêhtir vê Pergalê mayinde bikin û belav bikin. Gelek nêrîn jî hatin girtin, bi taybet di dawiya Konferansan de hinek biryar hatin girtin ji îradeya Konferansê ku ev pergal mayinde bibe û were parastin. Ji ber ku ji aliyê derve de weke Desthilatdariyê , ê hukimeta demkî ya Şamê ve jî hîn neqebûl kirin û şer li ser pergala me a Hevserokatiyê heye ku vê pergalê qebûl nakin, Jin’ê weke îrade nabînin. Di tu deverên cîhanê de Pergalek bi vî awayî nîne.

Me xwest di vê demê de em van Konferansan li darbixin, ji bo him îradeya vê Civakê pêşkeşî cîhanê giştî bikin, him jî hemû cîhanê re peyamê xwe bighînin ku ev Pergal bingeha me ye ku emê weke Jin, Kesayet, Tevger û sazî, emê hewl bidin ku ev jixwe nûmuneyeke li hemû Cîhanê giştî belav bike. Bi taybet niha ev dema ku Suriyê di nav de derbas dibe de em vê Pergalê derbasê tevahî Suriyê bikin. Di vê dema krîtîk de ku Rojhilata Navîn û Suriye taybet tê de derbas dibe li darxistina Konferansek bi vî awayî gelek girîng bû û armanc jî hat girtin. Hewldanên me wê hebin piştî van Konferansan li ser asta Kantonan, wê li her derê jî perspektîfên ku ji aliyê Komelên Jinên Kurdistan (KJK)’ê ve hatini ê ku hatini amadekirin wê li her derê were xwendin, Civîn werin lidarxistin ji bo Pergala Hevserokatiyê û wê nêrin jî werin girtin, li gorî wê em kêm û kurtasiyê xwe nas bikin ku emê çawa vê pergalê belavî cîhanê giştî bikin. Gelek kesên ku di nava Konferansê de amade bûn teqez kirin ku ev pergal were parastin hemû kes bibe parazvanê Pergala Hevserokatiyê.

Berîvan destnîşan kir ku Sîstema Hevserokatiyê sîstemek mafê jinê mîsoger dike ye û wiha got:”Di heman demê de hemû kes di asta Hevserok de berpirsyariya mayindekirin û bilavkirina vê pergalê bigre. Hemû kes di nava Sazî, Rêxistin û Partiyê xwe de ku çi kesên ku di asta Hevserokê de ne berpirsyartiya vê pergalê rake û biparêze. Di pêşniyarên beşdarwanan ji bo nû ve perwerdekirina ser pergala Hevserokatiyê bê pêş xistin. Hemû beşdarwanan ji bo parastin, mayindekirin û belavkirina pergala Hevserokatiyê ji tevahî cîhanê nêrînên xwe anîn ser ziman ku êrîşên li ser pergalê hatin nirxandin ku hemû kes bi wê baweriyê nêz bû ku pergala Hevserokatiyê neyê parastin ku destkeftiyên şoreşa me ye. Bi giştî di van çarçoveyan de nirxandin hatin kirin û biryar hatin girtin. Di milê parastin û berpirsyartiyê de di hat dîtin ku Civaka Bakur û Rojhilatê Suriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve gihiştiye wê baweriyê ku cihê Pergala Hevserokatiyê tê de neyê avakirin, wê kêm bimîne û lewaz be, bi taybet cihê ku Jin cihê xwe tê de negire wê timî li ber hilweşandinê be. li ser vê esasê hemû kesan da zanîn ku ji bo parastina vê pergalê wê her tiştî bikin.”

Êrîş li ser pergala Hevserokatiyê de jixwe pirin me xwest em di despêkê di civaka xwe de amadekirin. Ji bo vê me bingeha wê çêkir piştre ev Pergal pejiran. Niha êrîş ji aliyê sîstemên desthilatdar li ser pergala me hene ku Pergala Hevserokatiyê qebûl nakin ji ber ku mayindekirin û bilavkirina vê pergalê dawiya desthilatdariya wan e. Ev sîstemên Desthilatdar weke hukimeta Şam’ê bi hişmendiyeke ku li ser esasê yêk reng, yêk netew, yêk xwe avakirine ku hişmendiyeke ku Jin weke îrade nabîne û tûne di hesibîne, ji bo vê êrîşê pergala me a Hevserokatiyê dike.

Berîvanê ji bo parastin û mayîndekirina vê sîstemê banga tekoşîna hevpar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “a ku ji me tê xwestin em asta Tekoşîna xwe bilind bikin, çawa ku em bi berxwedanî û Tekoşîne ke mezin ve gihîştin vê rojê me bi bîr û baweriyeke pir mezin Pergala xwe heta îro parast, di heman demê de em jî weke Tevgerên Jin, Jinên Azad em hîn berxwe bidin, ji no em bikarin vê pergalê derbasî nava Suriyê, Rojhilata Navîn û tevahî Cîhanê bikin û mayinde bikin. Ji bo vê êrîş pirin lê Tekoşîna me ji êrîşan mezintire li ser vê bingehê emê Tekoşîna xwe berdewam bikin. Li hemberî êrîşên li ser Pergala me a Hevserokatiyê weke Jin û Mêr bi giştî ku ev pergal Ne tenê ji bo Jin’ê ji bo avakirina Civakek Aazad Wekhevû Demokratik e ji bo vê jî divê em weke ku di Bakur û Rojhilatê Surî de tekoşîn dikin bi pêşengtiya Jinan ve, em asta Tekoşîna xwe bilind bikin, em Pergala xwe a ku di tu deverên cîhanê de mînaka wê ne hatiye dîtin bi parêzin û mayinde bikin.”

Related Articles

Back to top button