Li Bajarê Qamişlo bi Konferanseke li ser asta Kantona Cizîrê, Pergala Hevserokatiyê hat Nîqaş kirin
Konferansa li ser girîngiya pergala Hevserokatiyê Bi organîzekirina Rêxistina Kongra Star û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)’ê li ser asta Kantona Cizîrê, li Bajarê Qamişlo hat li darxistin.

Di rêze çalakiyên Kongra Star ê derbarê Pergala Hevserokatiyê de heta niha konferansa yekem li Reqayê hat lidarxistin. Piştre bi rêzê li Heleb, Qamişlo, Hesekê, Til Temir û Şedadê komxebat û konferans hatine lidarxistin. Ji bajar û bajarokên derdorê zêdetirî hezar jin û mêr tevlî Konferansa û Komxebatan bûn. Hevserok, rêveber, endamên saziyan, siyasetmedar û nûnerên hêzên parastinê jî tevlî konferans û komxebatan bûn. konferans û komxebatan de wekî xalên yekem tecrubeyên 12 salên Rêveberiya Xweser hatin parvekirin û encamên ku derketine holê îlo Konferansekê li ser asta Kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo hatin gotubêjkirin.
Konferansa bi beşdariya 250 kesan ji bajarên Qamişlo, Derîk, Girkê legê, Hesekê, Şeddadê, Til Temir ve li zanîngeha Rojava a Bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Di dîwanê de Şewirmendiya TEV-DEM’ê Fîdan Sîdo, Koordînasyona Kongra Star Berîvan Xalid, Berdevka Meclîsa Jinan a TEV-DEM’ê Nursen Hisên cihê xwe girtin.
Piştî deqeyekê rêz girtinê li ser cangoriyên Azadiyê, Nursen Hisên xerhatina beşdarwanan kir.
Piştre Fîdan Sîdo rewşa siyasî nirxand, Êrîşên komên cîhadîst li ser Pêkhateya durziyan bi tundî şermizarkir û got: “em êrîşên li ser gêlê me ê pêkhateya Durziyan şermizar dikinPergala netew dewlet ê ku omrê xwe direj kiriye hewil dide ku bi kirasên cur be cur desthilatdariya xwe mayin de bike êrîşên Suriyê jî bi awayekî eşkere vana dide ber çavan. Pêşniyarên û pêrspektifên Rêber Apo hemû pirsgirîk û qîrîzên heyî tune dike.Ev pêvajoya weke şerê 3’min hatiye pênasekirin de me dît ku hinek qaşo zanyar ji bo çareserkirina van pirsgirîkan derketine holê, lê şûna ku pirsgirîkan tune bikin ew pirsgirîk qur kirin û qirîzên heyî kurtir kirin.
Fîdan Balkişande ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ê ji bo Çareserkirina qrîzên Rojhilata Navîn û wiha got: “Me dît ku pergala netew dewlet çi çareserîyek ji xwe re ne darxist hole. Êrîşên li beravên suriyê pirsgirka Suriyê tê re derbas dibe hîn kurtir kir. Rêber Apo Çareserî di paraznameyên xwe de bi awayekî kûr xîz kiriye. Di pêvajoya despêkirina dîalogên li Îmraliyê de bi fesihkirian partiyê re hewl tê dayîn ku tekoşîneke siyasî hîn kurtir ji bo Netewa Demokratîk were dayîn. Yanî xwe fesihkirina Partiyê nû de avabûna li ser civakek azad wekheve.
Fîdan diyarkir ku dêvê Tecrûbeya ku me ev 14 salin girtine belav bikin û wiha bi dawî kir: “Weke tevgera kurd him di aliyê siyasî de him jî leşkerî de emê çawa xwe bi parêzin xwe perwerde bikin me ezmûna vê girtiye dive em vê tekoşîna ku em 14 salin li hemberî hemû êrîşên hovane pêk tînin belav bikin. Tecrûbeyên Rêveberiya Xweser ê hatini girtin dive em belav bikin û vê pergala netew dewlet ku bi sedsalane li ser xwîna gelan xwe dide jiyankirin tune bikin.
Duvre perspektîfên Komelên Jinên Kurdistan’ê (KJK) Endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)’ê Merwa Melek xwend.
‘Modela Hevserokatiyê Azadiya Jin û Mêr bi Mûezamî Çareser dike’
“Rêber APO tekoşîna azadiya jinê bi ked, perspektîf û tekoşîna xwe yê bêsînor ve pêşxistiye. Rêber APO ku gotiye; “heya jin azad nebe, civak nikare azad be” û vêya kiriye sedemê sereke ya jiyan û tekoşînê. Rêbertî xwest di bingeha vê prensîbê de me perwerde bike û xeta azadî û pêşengiyê pêşbixîne. Rêber APO hewl da di bingeha zanebûna azadî û tekoşînê de bi jinê re rêhevaltiyekî bi hêz avabike, di bin her mercî de hêz daye jinê, pêşketin û vegûherîna wê domandiye. Ji analîzên wî yê pirsgirêka ‘jin û malbat’ bigrin heya dahûrandin, analîz, diyalog û perspektîfên bê hêjmar ve tevgera me ya azadiyê heya van rojan aniye. Artêşbûna jinê, rêxistin, partî û sîstema wê ya konfederal, îdeolojiya azadiya jinê, teoriya veqetê, hevpeymana civakî û jîneolojî di encama ked û perspektîfên mezin yên Rêbertiyê de hatine pêşxistin. Van perspektîfana teva bûne çavkaniya hêzê ya herî bingehîn yê tevgera me ya azadiyê.
Pergala hevserokati bi kedî tekoşîna hezaran keçen leheng, keçen dilsoz û keçen aşiqê azadiyê teşiya azadiya şoreşa jin hatiye hunandin. Her deskeftiyên îro ji bo jinên Kurd, jinên Arap, Jinên Siryan, jinên Ermen û jinên Turkmen wek rastiya netewek jin sînor û astengiyên deshilatdarî parçe kiriye û rihê azadiyê dile hemû jinan gihandiye hev. Bi her hinaseyek em dikşîninde, her gava em tavejin de lazime seride dayîk û xuşkên meye hevserok bizanin em li ser ked û berxwedaniya Rêber APO û hezaran jin gihiştin van roja û deskeftiyek dîrokî şehîdên me bi xûna xwe rûpelên dîroka jin nivisandin û diyarî me kirin.
Em ji rastiya tekoşîna azadî baş dizanin kû ji bo serxistina tekoşîna şoreşa jin û pergala Netewa Demokratîk wek Rêber APO jî gotî piçek namusa civakî, hinek vicdan û aşqa azadî hebê tiştekê pêşiya me bibê asteng nînê ji bilî ez eziya mebixwe. Ser vê esasê em bawerin wê dayîk û xuşkên meyen heja bi aşqa azadiyê, bi zanista hebûnek bi rûmet em ji her deme dîrokê tofanê li ser mere derbasbûyî ne karine bejna me bitewînin bi serfirazî û serbilindî çand û nasnama xwebûnê ji felsefeya Rêbertî tûm û dayîm me serxistiye. Emê vê sedsala 21 jî bi sekna jina azad, zilamê azad û civaka azad cihanek azad misoger bikin. Dem dema azadiya Rêber APO, Dem dema Azadiya jinê û dem dema bi rihê serkeftinê bi heskirina dile jin a mîna ava zelal bi hemahengi û hevsemgiya jiyan azadî jin, jiyan, azadî em bixin heqîqeta jiyana civake. Em ser vî asasî ji hemû hevserok, xebatkar û ked darên şoreşa jin û Netewa demokratik silav dikin û serkeftin jiyan û xebatê wede dixwazin.”
Duvre koordînasyona Kongra Star Berîvan Xalid armanca li darxistina Konferansê wekî, Nîşandana encamên sîstema hevserokatiyê ku ji sala 2014’an li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê tê pêkanîn û zêdekirina hişmendiya civakê ya li ser vê sîstemê anî ziman û berîvanê deriyê nîqaşê vekir.
Hat diyarkirin ku sîstema hevserokatiyê, îradeya jinê û hêza wê raxistiye ber çavan, di nava civakê de jî feraseta wekhevî, edalet û azadiyê pêş xistiye. Ya herî girîng jî li hemberî zîhniyeta zilamsalarî hişmendiyek daye avakirin û wekî nimûneya modela demokrasiyê hatiye pênasekirin.
Beşdaran diyarkir ku wan bawerî ji vê pergala aniye û ji bo pêşxistina wê wê b hemû hêz û îradeya xwe ve xebatên xwe mezintir û kurtir bikin. Beşdaran balkişandin ser pergala Hevserokatiyê ku ev pergal li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê serkeftî ye, bûye stûna bingehîn a avakirina civakek demokratîk ku pêwîste ji bo tevahiya Suriyeyê were pêkanîn.
Di konferansa de hat diyar kirin ku Bernameyên perwerdehiya domdar û Başkirina karîgeriya mekanîzmayên biryargirtina hevbeş dikarin piştgirîya jêhatiyên Hevserokan bikin.
Di dawiyê de Konferans bi Encamnameyekê bi dawî bû ku encamnameya ji aliyê Şewirmenda Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)’ê Fîdan sîdo ve hat xwendin wiha ye:
Pêşketine feresete wekhevî û azadiye girngiya xwe di pêwendiye jin û zilam de diparêze, û yek ji şertên bingehîn a avakirine keseyeta xwedî çande wekhev û azad ye .
Jıyane komînal, kesyeta komînal, çenda zansta komînal, rêgezên bingehîn a sîsetam hevseroketan ne, ger bı feresete merkezî desthilatdarî nêzîkatî bê kirin, eve di weteya ji rêderketina sisteme hevseroketıye de pênsa xwe ê bibîne.
Sîstema hevserokatiye ku bi detpêkirine şoreşê hatiye avakirin, xwedî ezmûnên dewlemende, wek şemala di hemo saziyên rêvbiriya xweser de, hatıye runştin, lê di aliye fereset de divê di çerçeva rêgezên wekhev û azade nêzîkatî bên çêkirin.
Li ser bingehe xalên ku wek rêgez bên girtin.
1- Pergale hevseroketıye de li gorî rêgezên dîyar, ku mafe erk, biryar, selhiyet di hemen astê deye,
2- Fereseta komînal lêvegre bingehîn a rêxstinî be,
3- Mehkum kirine zihniyeta desthilatdariye ku xwe di ser civakê re dibîne û ji jiyana kominal dur dikeve.
4- Biryar û ferest dive di çerçova rêgz, pîvanên wekhev de bê, û rêzknam saziye asas bê girtin.
5- Divê valtî cihe hevserokan çêneb, zu bên dagrtin, û li djî feresetên dibêje pêwîst nake kar tê meşandin tekoşîn bê kirin.
6- Lı bernberî parastine mafê civak, jin, zarok, berprsayarî bê raber kirin.
7- Tekoşîna parastinê sîstema hevseroketiyê bê kirin.
8- Divê ku hevserok di dewrên perwere derbaz bibin.
Konferans bi durişmeyan bi dawî bû.




