Li Bajarê Hesekê Êrîşên li ser Siwêdayê hate şermezarkirin
Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk , di daxuyaniyek fermî de, sûc û binpêkirinên li dijî sivîlan li parêzgeha Suweydayê, bi taybetî şîdeta sîstematîk a li dijî jinan, şermezar kir. Encûmenê daxwaza hesabpirsîna sûcdaran û tedbîrên navneteweyî yên lezgîn ji bo parastina sivîlan kir.

Daxuyanî ku li bajarê Hesekê , ji aliyê endama Encûmena Jinan Ezîza Heso ve hat xwendin.
Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku ola îslamê ola dilovanî û aştiyê ye, ne ola rijandina xwînê û çekan e û bikaranîna navê îslamê wek hinceta pêkanîna sûcan, hat şermezarkirin. Di dewama daxuyaniyê de êrişên li ser Siwêdayê bi tundî hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û çekdarên girêdayî wê berpirsên êriş û wêraniya li Siwêdayê ne.
Meclisan di daxuyaniyan de xîtaba mezhebî û provoksayonan şermezar kir û hişyarî da ku rewş ber bi şerekî navxweyî û parçebûna civakê ve biçe. Her wiha hate destnîşankirin ku binpêkirinên li Siwêdayê hatin kirin li dijî pîvanên mirovî, olî û qanûnên navneteweyî ne.
Di daxuyaniyan de her wiha jinên bi navên Fewziye El Şeranî, Nesrîn Redwan û Fatin Hisên û hemû kesên di êrişên li Siwêdayê de hatin qetilkirin, hatin bibîranîn û wiha hate gotin: “Xwîna wan dê vala neçe. Hesbpirsîna ji sûcdaran pêwîstiyek e, nabe were taloqkirin.”
Her wiha hate gotin: “Rêya xilasiya ji trajedyayê bi diyalog û aqilmendiyê, ne bi çek û provokasyonan. Divê ol bibe hêza exlaqê, nebe wesîleya rewakirina sûc û binpêkirinan.”



