CivînNûçeSlide

Li Bajarê Hesekê Di Derbarê Pergala Hevserokatiyê De Civînek Berfireh Hat li Darxistin

Ji bo nîqaşkirina rêbazên zêdekirina rola jin û mêran di nav sîstema hevserokatiyê de di saziyên rêveberiya xweseriya demokratîk de û ji bo vegerandina hevsengiya di navbera wan de di pozîsyonên rêveberî û hevserokatiyê de, li bajarê Hesekê civînek berfireh hate lidarxistin.

Di çarçoveya rêzeçalakî û konferansên li ser sîstema hevserokatiyê  de, Kongra Star civînek berfireh bi beşdariya bi dehan hevserokatiyên meclis û komînên bajarê Hesekê û bajarokên wê li baregeha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a bajêr hat lidar xistin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê li ser rihê cangoriyên azadiyê dest pê kir, piştre nirxandinên sîstema jinên Kurd ji hêla rêvebera Kongra Star a li taxa Xuweyran, Zelala Silêman ve hatin xwendin. Nirxandinan li ser erkên hevserokatiyê, û displîna karkirinê û garantîkirina mafan bûn.

pştre endama rêveberiya Kongra Star a kantona Hesekê Viyan Mihemed, di derbarê rewşa siyasî ya heyî nirxandineke berfireh kir , û destnîşan kir ku insiyatîfa aştiyê ya ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve di 27ê Sibata 2025an de hatiye destpêkirin, dê bandorê li tevahiya herêmê bike.

Viyan tekez kir ku aştiya rastîn ne bi şer, lê bi nêzîkatiyek siyasî ya li ser bingeha ewlehî û aramiyê tê avakirin, û rave kir ku ev qonax hewce dike ku her kes têgihîştinek kûr a cewhera wê hebe û bi hev re bixebitin.

Wê her wiha tekez kir ku sîstema hevserokatiyê ne tenê avahiyek îdarî ye, lê belê projeyek civakî û siyasî ye  ku hevsengiya zayendî armanc dike û di pozîsyonên serokatiyê de bi dest bixe û hevkariyê di nav saziyên cûda yên Rêveberiya Xweser de xurt bike.

Vian wiha lê zêde kir ku demokrasî bingeha her pêşveçûnek siyasî an leşkerî ye, û bêyî wê, îhtîmalek rastîn a avakirina aştiyê tuneye.

Civîn bi nîqaşek vekirî  di navbera beşdaran de pêşkêş kirina pêşniyaran  ku bal kişandin ser rêbazên pêşxistina sîstema hevserokatiyê, derbaskirina zihniyeta desthilatdar, bi hêz kirina  jinan û pêşdebirina  pergala hevserokatiyê  di nav saziyên Rêveberiya Xweser de.

Related Articles

Back to top button