Arzu Hisên: Rêxistina Sara ji bo Civakek bê Tundî Xebatên Hişyariyê didome
Rêveberiya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya ser jinan Arzu Hisên diyarkir ku Rêxistina Sara ji bo civakek bê tundî û ji bo pirsgirêkên jinan ên ku di civakê de dijîn çareser bikin xebatên hişyariyê dide meşandin.

Arzu Hisên got: “Wekî ku tê zanîn, Rêxistina Sara di 1ê Tîrmeha 2013an de hate damezrandin. Rêxistina Sara di demekê ku komên cîhadîst ên hov ên DAIŞê êrîşê Heremê kir ku Jin û zarok rastî zehmetiyên mezin, di nav de tecawiz, zewaca di temenê biçûk de û kuştina jinan dihatin, Di vê demê de, Rêxistina Sara derket holê, û heft, heşt mamosteyên dibistanê li hev civiyan û bi lezgînî pêwîstiya avakirina saziyekê ji bo parastina Jin û Zarokên ku rastî van bûyer û şîdeta DAIŞê hatine, ji bo rizgarkirina wan ji vê tundiya dijmirovî hate ragihandin.
Arzu anî ziman ku Armanca wan ji bo avakirina civakek bê Tundiye û wiha pêde çû: “Armancên me yên bingehîn ew in ku em civakek wekhev ku hemû kes xwedî maf be û civakek bê tundûtûjî ava bikin. Armanca me ew e ku em hemû cureyên tundûtûjiyê ji holê rakin da ku pêşî li kuştina jinan, tecawiz û zewaca temenê biçuk bigirin. Em di civakek Rojhilata Navîn de dijîn ku tundûtûjî di bin maskeya şeref û rûmetê de pir belav bûye. Jin tên qetilkirin û her cûre tundûtûjî di bin vê maskeyê de li dijî wan tê kirin. Em dixwazin vê hişmendiya baviksalar û otorîter hilweşînin û mafên jinan biparêzin.
Arzu Hisên da zanîn ku jin di nava civakê de rastî gelek zoriyan tên û wiha got: “Dema jinek rastî Tundiyê tê, civak wê Tundiyê weke Kedera Jin digre dest û li hember vê neheqiyê bêdeng dimîne. Armanca damezrandina Rêxistina Sara ew e ku vê tûndiya ku li ser navê kederê li ser jinan tê ferzkirin rawestîne. Hemû cureyên tundiyê li dijî jinan têne kirin. gelek pirsgirêk, ji Tundiya fîzîkî bigire heta a aborî dihat ferzkirin. Rêxistina Sara di sala 2014an de Qanûnên Jinan derxist, û me ji bo pêkanîna van biryaran bi jinan re civîn li dar xistin. Ji ber ku dema jin mafên xwe û Hêza xwe nas bike, ew êdî tundiyê li dijî xwe qebûl nake.
Rêveberiya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya ser jinan Arzu Hisên wiha dirêjahî da axaftina xwe: “Wek jin, em xwediyê maf û îmtiyazên ku ji hêla Hevpeymaniya Civakî ve hatine damezrandin in ku di sala 2014an de ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine avakirin. Me xebata xwe bi rêya Komun û Meclîsan dest pê kir, bi jin û mêran re civiya. Em bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû man. Wekî ku tê zanîn, di bin Rejîma Baasê de, zilamek ku Jinek qetil dikir, dê tenê sê-çar meh cezayê girtîgehê werbigirta. Niha jî komeke cîhadîst hatiyê wê xirabtir. Lê belê, pergala Rêveberiya Xweser biryarên radîkal da. Li hemberî hişmendiya paşverû a Mêrserwer, Jin wekî çavkaniya rûmetê têne dîtin. ji hêla hin Mêran ve Jin wekî bijartina duyemîn hi hate dîtin. Bi rastî, di sala 2022an de biryar hatin girtin ku Qanûnên Jinan veguherînin Qanûnek Malbatê.
her wiha diyar kir ku piştî tevgera Jin hatin avakirin û dest bi rêxistinê hate kirin, tundûtûjî li herêma Bakur û Rojhilatê Surî sal bi sal bi rêya semîner, civîn û komxebatan bi girîngî kêm bû. Lê em dixwazin xwe bighînin jinên li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemî cûreyên tundûtûjiyê rû bi rû ne. Wekî ku tê zanîn, dema Şer û pevçûnan de Jin û Zarok herî zêde zilm û zordariyê dikişînin, ku Cihê ewle tune, madeyên hişber belav dibin, revandin çêdibin. Wekî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Qanûnên Jin û Malbatê hatine derxistin û di dadgehan de hatine bicîh kirin, em jî armanc dikin ku vê mînakê li seranserê Sûriyeyê û herêma Rojhilata Navîn avabikin.
Her wiha Arzu diyarkir ku ew dê ji bo xwe bigihînin tevahî Jinên Suriyê û cîhanê asta tekoşîna xwe bilind bikin û wiha lê zêde kir: “em dixwazin bikevin herêmên Sûriyeyê yên wekî Şam, Sehel û Siwêdayê, û her wiha hemû herêmên din, da ku navendên xwe vekin û jinan ji tundî û îstîsmarê biparêzin. Jixwe li van herêman qanûnên cezakirina Zilaman derbarê Tundîtîjiya li ser Jinan de tune ye, ku kesên sûcên li dijî Jinan dikin nayên dîtîn û cezakirin ku şuçdar wekî ku tiştek neqewimiye jiyana xwe bi awayekî rehet didomînin. Ji ber vê yekê, dê pêwîstiyeke jiyaniye ku pergala Rêveberiya Xweser li van herêman jî werin avakirin. Em dizanin ku em niha bi gefên ewlehiyê, madeyên hişber, bêqanûnî û êrîşen terorîstî re rû bi rû ne.
Me dixwest em bigihîjin hemû Jinên cîhanê û ji bo vê jî hewldanên me pir zêde ne. Em dixwazin civakê vegerînin xwezayiya wê, ku exlaq roleke girîngî û mezin digire, qanûn û rêzikname tune ne ku ne hewce ne. Hêza Jinê a pêşengtiyê bilinde di dema civaka xwezayî de jî rola pêşengtiyê bi awayekî herî xort dilîst ku bi rengê xwe ve pirsgirîk çareser dikir. Dive em vegerin civaka xwezayî ku ji bo vê jî çi ji destê me were emê bikin.
Arzu balkişande ser kampanyaya hişyarkirinê li ser xetereyên şantaja sîberê û bikaranîna cinsî û xwe kuştinan û wiha got: “Di 1ê Tebaxê de, me kampanyayek bi navê “Na ji şantaja ilktronî û bercewndiyên zayendî re, sûcdarî hevkariya wê nake “ragihand, ku dê du mehan heta 1ê Îlonê bidome. Me di asta Bakur û Rojhilatê Surî de pêşketinên girîng bi dest xistine ku dive ev destkeftî ji hemû Jinên cîhanî re bên belavkirin. ev kampanya wekî hişyariyek ji bo jinan hat çêkirin. Ji ber ku rejeya jinên cîhanê bi taybet di temenê navbera 15 û 17 salî de ê jiyana xwe dawî dikin pir zêde bûye ku bi rêya vê kampanyayê him di warê maddî him jî manewî de em piştgrî bidin wan. Ji bo vê broşur hatin çapkirin, semîner hatin lidarxistin û agahdarî hatin belavkirin. Hin deveran encamên erênî bi dest xistine.
Arzu di dawîya axaftina xwe de teqezkir ku dive ew vegerin li ser hîmên civaka xwezayî û bang li çapemeniyê kir ku li erka xwe rabe û heqîqetê bide pêş û wiha got: “Kampanyaya me wê li bajarê Kobanê heta 25ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Ji Bo Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan berdewam bike, ji ber ku me encamên baş bi dest xistine. Hin ji daxuyaniyên ku me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane, ew in ku li hember kiryarên derve yên hovane yên ku jinan ber bi xwekuştinê ve dibin hişyar bin. Her wiha em bang li hamû kesên li Sûriyeyê û li çaraliyê cîhanê dikin: her 10 deqîqeyan jinek ji aliyê zîhniyeta paşverû ya çîna serdest ve tê qetilkirin. Dibe ku li hinek welatan li ser mafên jinan peyman hatibin çêkirin, lê ev tenê li ser pelan mane. Jin nîvê civakê ne. Werin em vegerin civaka xwe ya xwezayî. Em her tim dibêjin ku divê nepenî tune be. Divê medya rastiyan belge bike, rola xwe bilîze û bi cidî li ser van bûyeran bisekine.



