
Komxebat Meclîsa gel a navçeya Eyn Îsa hat lidarxistin ku derdora 80 Jinan cihê xwe di komxebatê de girt.
Her wiha komxebat ji aliyê Endama Mala Jin a Eyn Îsa Heyat Îsmaîl û Koordînasyona Kongra Star a navçeya Eyn Îsa Ruqeya Mihemed hat birêvebirin.
Piştî deqeyekê rêz girtinê li ser cangoriyên Azadiyê, Heyat Ismail xêr hatina mêvanan kir.
Di deme kî ev qas rêjeya Cîhanî a xwe kuştina Jinan zêde dibe de beşderwanan bal kişandin ser bandora şerê taybet li ser civakan tê kirin û diyarkirin ku di tevahiya erdnîgariya Rojhilata Navîn û cîhanê de tundî, destdirêjî, întîhar, kuştin û tepisandin bi awayekî dijwar li dijî jinê tê meşandin. Hişmendiya zilamê desthiladar jinê di malê de difetisîne, hêzên dagirker jî di hemû qadên jiyanê de wê hedef digre ku Sedema xwekuştina Jinan ne pêvajoyeke psîkolojîk an jî takekesî ye, zîhniyeta baviksalar e ku Bi armanca lawazkirina civakê jiyana jinan vediguherîne dojehê. Ku Gelek jinan ji ber tûndiya Fîzîkî û Derûnî de dawî li jiyana xwe aniye.
Her wiha beşdarwanan anî ziman ku Ev gotar in ku jinan bi têgehên malbat û Namûsê ve sînordar dikin, di jiyanê de bêhna wan diçikînin. Ew xizaniya jinan kûrtir dikin û jinan di her aliyê jiyanê de qels dikin. Bi kurtasî, ew şêwazek jiyana baviksalar e ku ji hêla serdestiya mêr ve tê ferzkirin. Di nîqaşan de pêwistiya xortkirina tekoşînê û xwe gihandina tevahî Jinan hatin kirin.
Beşdarwanan teqezkir ku ew li ku derê bin bila bibin ewê parastina jinan bikin. Ji ber vê ji bo pirsgirêkên jinan çareser bikin ew bi hemû hêza xwe dixebitin. Her wiha jî polîtîkayên qirêj ê li ser Şoreşa Jinê hat destnîşankirin û ji Jinên Bakur û Rojhilatê Suriyê re hat xwestin ku dive li ser polîtîkayên Şerê Taybet hîşyarbin û xwe biparêjin rêxistin bikin ku di bingehê stratejiya şerê gelê şoreşgerî de divê tevahî jin pêngava parastina cewherî ya tevgera azadiya jinê ji bo xwe esas bigrin.




