
Mala Jin bi armanca çareserkirina pirsgirêkên civakî yên mîna zewaca zarokan, pirhevjînî, diyardeyên xwe kuştinê û gelek pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin rêzecivîn lidar xist ku ev civîn bi armanca pêşxistina Alternatîfên Çareseriyê Ji bo pirsgirîkên ku jin rû bi rû tên her wiha pêşxistina zanebûna Jinan li hemberî kiryarên qirêj ê Dijminê Şoreşa Jin’ê ye.
Civîn bi beşdariya 35 Jin û Mêran ve li Kampa Navçeya Semin a girêdayî Eyn Îsa hat li darxistin.
Her wiha Civîn ji aliyê Rêveberiya Mala Jin a Kantona Firatê Nesrîn Derwêş û Endama Mala Jin Xewle Hemê ve hate birêvebirin.
Piştî deqeyekê rêz girtinê li ser cangoriyên Azadiyê, Rewşa Siyasî ji aliyê Nesrê Derwîş hat nirxandin
Duvre Nesrê Derwîş diyarkir ku Bêyî ku encamên neyînî bên jiyîn ji bo pirsgirêkên ku jin bêyî ferq bikin di nav de dijîn lidarxistina civînên bi vê rengê pir girîngin û teqezkir ku Bilindkirina asta zanebûna jinan, ji bo ji holê rakirina diyardeyên bi vê rengê jiyanîne.
Beşdaran rêbazên pêşgirtina li van diyardeyan anîn ziman. Her wiha girîngiya bihêzkirina rola jinan di rêvebirina guherîna civakî, pêkanîna rêgezên tevkariyê di biryardayînê de gotûbêj kirin.
Xalên sereke yên civînê pirsgirêkên civakî yên herî kûr, pêşniyarên çareseriyê û ji holê rakirina van pirsgirêkan de rol û mîsyona li ser milê jinan bû. Di civînê de her wiha mijarên mîna diyardeya xwekuştinê, pir zewacî, getilkirin û cûdkariya zayendî û zayendparêziya civakî hat rawestin û nîqaşên kûr li ser mijarê hatin meşandin.
Civîn bi Durişmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.





