
Hejayê Gotinêye ku piştî hilweşandina rejîma Bass’ê hewldanên derxistina fitneyê di nava gelan de li Sûriyeyê bi pêş ket, pêkhate jî bi vê konferansê dixwazin yekhelwesta xwe ya avakirina Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk bidin diyarkirin, Pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Ermen, Êzidî, Turkmen, Çerkes û Elewî ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji meha Hezîranê (2025) ve amadekariyên lidarxistina konferansê kirine.
Konferans li navenda Çand û Hunerê a Taxa Xiwêran a Bajarê Hesekê tê lidarxistin ku Konferans nêzî 20 endaman ji nûnerên pêkhateyên hemû kantonên herêmê pêk tê ku nêzî 500 Kesayetên civakî, siyasetmedar, rewşenbîr, şêxên eşîrên Ereb û Kurd, hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî û rêxistinên jinan, keşîşê Cizîrê û Firatê Marmaros Amsîh, Yekitiya Suryan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û şêx Murşîd El Xeznewî amade ne.
Piştî deqeyekî rêz girtinê li ser Cangoriyên Azadiyê, Vîviyan Ose li ser navê Rêveberiya Xweser Vîviyan bi xêr hatina Mêvanan kir.
Axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed Şehîdên Azadiyê bi bîranî û xêr hatina mêvanan kir û Wê tekez kir ku ev konferans di qonaxek girîng û biryardar a dîroka Sûriyeyê de tê lidarxistin, û ji her kesî tê xwestin ku berpirsiyariyek kûr a siyasî û exlaqî li hember rewşa pêşkeftî ya Welat bigire ser xwe.
Îlhamê destnîşan kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî, Ermenî, Tirkmen, Çeçen, Çerkez, Misilman, Xiristiyan û Êzidî îspat kirine ku pirrengî ne gef e, berovajîya wê çavkaniya hêzê ye. Wê zêde kir ku parastina rastîn ne ji derve tê, ji îradeyek hevpar a ji bo avakirina aştiyek dadperwer û domdar tê û da zanîn ku berdewamiya zîhniyeta yekalî di hikûmetê de tenê krîzan kûrtir dike.
Îlham Ehmed diyarkir ku beşdarbûna nûnerên vê herêmê di vê konferansê de bingeha pêvajoya siyasî û destûrî temsîl dike. Wê her wiha got, “Sûriyeyeke nû bêyî naskirina mafên her pêkhateyekê û misogerkirina beşdarbûna wan a di avakirina pêşerojê de nayê qebulkirin.”
Îlhamê tekez kir ku konferans qonaxek damezrandinê ye ji bo pêvajoyek berfirehtir, ku ji îradeya gel derdixe pêş û ber bi ji nû ve şekildana dewleta Sûriyeyê li ser bingehên dadperwer, li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, nasnameyeke berfireh ve dibe.
Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de bi piştrastkirina hêviya xwe ji darxistina vê Konferansê anî ziman ku ev Konferans wê bibe gavek ber bi Sûriyeyeke nû ve ku hewl bide bê cudahî xizmeta hemû welatiyên xwe bike û piştî demek dirêj a zulm û înkarê wateya exlaqî ya siyasetê vegerîne.
Hevserokê Rêveberiya Xweser Hisên Osman jî axivî û got: “Em îro li vir, di kêliyeke dîrokî ya girîng ji bo herêma me de dicivin. Pêdiviya qonaxê bi berpirsiyartiyeke neteweyî û civakî ya herî mezin heye, da ku em li hember zehmetiyan bisekinin, bi hev re nîşaneyên siberojeke ku layiqî fedakariyên gelên me bin, xêz bikin.”
Osman anî ziman ku rola van pêkhateyan di avakirina Suriya nû de pir girînge û got: “rojeya Rêveberiya Xweser” de ku ji rêgeza hevkarî û naskirina hevbeş dest pê kiriye pêşeng bû û îro bû çarçoveyeke vîna gelên herêmê nîşan dide, xizmetê ji bo dozên adilane pêşkêş dike û destkeftiyan diparêze. Em îro li vir, di kêliyeke dîrokî ya girîng ji bo herêma me de dicivin. Pêdiviya qonaxê bi berpirsiyartiyeke neteweyî û civakî ya herî mezin heye, da ku em li hember zehmetiyan bisekinin, bi hev re nîşaneyên siberojeke ku layiqî fedakariyên gelên me bin, xêz bikin.”
Girêdayî mijarê, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qereman di axaftina xwe de diyar kir ku ev konferans digel qonaxa hestiyar de pir girîng e û ji tevan tê xwestin ku parçebûnê red bikin û girîngiyê bidin siberoja welat û got: “Em îro li vir, li bajarê Hesekê yê pirreng dicivin. Li vir nasname hev hembêz dikin û ol di nava hev re derbas bûne. Aştiya navxweyî ne bijarteyeke siyasî ye, lê şertên hebûna her çareseriyeke siyasî ya berfireh e û ji bo avakirina rêvebiriyeke rastîn e.”
Leylayê anî ziman ku modela Rêveberiya Xweser îsbat kir ku hêza civakan di yekitiya wan de ye û wiha lê zêde kir: “Ne pêkan e bêyî ku jin di pêş de cihê xwe bigirin, em li ser Sûriyeyek nû biaxivin. Tu projeyek ku azadiya jin nexe cewhera nêrîna xwe ew projeyek kêm e. Divê jin şirîkê avakirina Sûriyeya siberojê û avakirian civakeke adilane be.”
Leylayê fikarên xwe li ser zêdebûna gotinên kîndariyê li Sûriyeyê û bûyerên li perav û Siwêdayê anîn ziman û got armanc ji gotinên kîndariyê welat parçe bikin. Leylayê destnîşan kir ku MSDˋê piştgiriyê dide her însiyatîfk bi armanca hewldana yekrêziya niştîmanî û destekê dide peymana 10ˊê Adarê û banga lezbûna pêkanîna bendên peymanê kir.
Di dawiyê de Leyla Qereman banga lidarxistina kongreya niştîmanî ya Sûriyeyî ya berfireh kir û got: “Sûriyeya ku em hêvî dikin ku bi şer û tolhildanê nayê avakirin. Lê bi lihevhatina niştîmanî, edaleta pêvajoya veguhê, beşdariya tevahiyan û wekheviya di nava tevahî pêkhateyan de, tê avakirin.”
Li ser navê Meclisa Jinên Sûriyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîna Omer ve girêdayî mijarê axaftinek hat pêşkêşkirin herwiha Emîne bal kişand ser şer û pevçûnên li Sûriyeyê, zêdebûna gotinên nefretê, gurbûna aloziyên civakî û hewildana Ji bo avakirina nakokiyan di navbera mezheban de. Her wiha diyarkir ku jinên Sûrîyeyî rastî astên herî jor ên zulm û zordariyê hatine, niha ji hewildan hene ku mafê wan ê herî rewa ku di biryardayînê de dur dûrbixin.
Di axaftinê de hate diyarkirin ku jin di avakirina paşeroja Sûriyeyê de şirîkên avakirina wanin û wiha hate gotin “Destkeftiyên ku jinan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine, di heman demê de destkeftiyên jinên Sûriyeyênin. Em tekez dikin ku rêveberiya nenavendî li Sûriyeyê, beşdariya jinan di pêvajoya siyasî de were avakirin.
Di konferansê de dê peyamên nûnerên Durzî Şêx Hikmet Hicrî û ê Elewiyan Şêx Xezal Xezal, ji bo pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pêşandan. Di peyaman de piştgiriya ji armancên konferansê û girîngiya yekitiyê ji bo rûbirûbûna zehmetiyan hate nîşandan.
Duvre Dîwan Hat Hilbijartin ku tê de bi Navê Pêkhateya Kurd Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemû, Pêkhateya Ereb fehîma Casim, bi navê Pêkhateya Suryan-Asur Wail Mîrza, bi navê pêkhateya Ermen hakob qerîbyan û bi navê pêkhateya Tûrkmen Mihemmed Ehmet cihê xwe girtin.
Xebata Konferansa Yekîtiya yekhelwestiya Pêkhateyên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bi xwendina encamnameyekê bi dawî bûn,
Serokê meclisa Êla El Teyî ya Ereb Hesen Ferhan encamnameya konferansê xwend.
Di encamnameyê de hat diyarkirin ku Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qonaxeke nîştimanî ya hestiyar de û bi berpirsyariyeke hevbeş li hember rewşa heyî û siberoja welat hat lidarxistin. Di konferansê de vîna nûnerên ji tevahî pêkhateyên herêmê; Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Tirkmen, Ermen û Çerkes amade bûn. Pêkhateyan pabendbûna xwe ya hevbeş li hember rêveçûna nîştimanî ya demokratîk a berfireh a li ser bingeha pirrengî, şirîkatî û hemwelatîbûna wekhev anî ziman.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku beşdarên konferansê behsa kûrahiya dîrokî, dewlemendiya çandî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, paşguhkirin û dûrxistina ku ji hêla pergalên navendî ya li Sûriyeyê ve, kir. Ev yek bi taybet di serdema rejîma hilweşyayî de hat kirin. Rejîmê li dijî pêkhateyên herêmê siyasetên sîstematîk ên çewisandina nasnameyan, lawazkirina binesaziya civakî û aborî, ferzkirina projeyên guhertina demokratîk, mehrûmkirina şêniyan ji mafên xwe yên bingehîn ên temsîlkirin û beşdarî û geşepêdana adilane, pêk anîn.
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Tiştê îro di vê qonaxa dîrokî ya werçerxê de ji reftar û kiryarên rojane yên li dijî xelkê Sûriyeyê nexasim li dijî xelkê peravê, Siwêdayê û xiristiyan pêk tên, dikevin xana sûcên dermirovî. Pêdiviya wan bi lêpirsîneke yekalî û xebateke zelal û şefaf heye, ji bo ku sûcdar kî dibin bila bibin werin diyarkirin. Ev sûc li dijî tevahî mozaîka neteweyî ye.”
Di konferansê de hat aşkerakirin ku pirrengiya neteweyî, olî û çandî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jêdera dewlemenedî û hêzê ye. Divê ev pirrengî di binyada siyasî û rêveberî de were xurtkirin û temsîla tevahî pêkhateyan were kirin. Modela Rêveberiya Xweser modeleke hevbeşî ye dikare were pêşxistin û xurtkirin û ji bo birêvebirina civakî ya demokratîk modeleke zindî ye.
Beşdaran fedakariyên ku QSDˊê di parastina herêmê û rûmeta gelên wê de dane, silav kirin û got QSD ji bo avakirina artêşeke nîştimanî ya Sûriyeyê ya nû, pîşeyî û dilxwazî dendika pêwîst e. Ji ber ku temsîla rast a civaka Sûriyeyê dike, welat û xaka wê diparêze.
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Ji ber baweriya me bi yekitiya Sûriyeyê û serweriya wê, em diyar dikin ku çareseriya maydîne bi destûreke demokratîk pêkan e. Ji ber ku ew destûr dewleteke nenavendî ava dike ku beşdariya rastîn a hemû pêkhateyan di pêvajoya siyasî û îdarî de, li gorî azadiya baweriyê, edaleta civakî û rêveberiyeke baş, garantî dike.”
Girêdayî mijarê beşdaran diyar kir ku Danezana Destûrî ya heyî daxwazên gelê Sûriyeyê yên azadî û rûmeta mirovahiyê pêk nayne. Ji lew re divê ji nû ve lêvegereke çêbe ku misogeriya beşdariya berfireh û temsîlirina edilane di vê qonaxa veguhêz de, pêk bê.
Konferansê destnîşan kir ku pêdiviya pêkanîna lihevhatina nîştimanî bi destpêkirina rêveçûna aktîv ji bo edaleta pêvajoya veguhêz heye. Da ku rastî were aşkerakirin, lêpirsîn bêyî tu cudahiya çêbe û were misogerkirin sûc dubare nebin. Ev jî jîngeheke guncaw ji bo vegera ewle û rûmet û dilxwazî ji koçberan re ava dike.
Beşdaran girîngî da rola aktîf a jinan, ciwan û civaka sivîl di pêşengiya proseya jinûve avakirinê, xurtkirina nirxên aştiya navxweyî, diyalogê, redkirina kîndariyê de.
Di konferansê de hat gotin ku divê jinûve dabeşbûnên îdarî yên niha di ber çavan re werin derbaskirin ku li gorî rewşa demografî û geşepêdanî ya Sûriyeyê be û taybetmendiyên erdnîgarî, dîrokî û çandî ya civakên xwecih nîşan dide.
Di konferansê de Peymana 10ˊê Adarê ya di navbera QSDˊê û hikumeta veguhêz de hatiye îmzekirin, encamnameya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî hatin nîqaşkirin û hat diyarkirin ku ew li gorî wê tev digerin ku weke gavên avaker ên ber bi lihevkirineke nîştimanî ya berfireh in, baweriya sûriyeyiyan bi welat û siberoja hevbeş vedigerîne.”
Ji bo avakirina projeyeke nîştimanî ya berfireh ku Sûriyeyê ji krîza wê ya niha derdixe, di konferansê de banga lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya berfireh hat kirin ku tê de tevahî hêzên nîştimanî û demokratîk beşdar bin. Ji ber ku ev kongre dê di xêzkirina nasnameya nîştimanî ya rastîn a berfireh de ji bo tevahî Sûriyeyiyan bibe alîkar.
Di dawiyê de hat gotin ku belgenameya ji Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye û naveroka wê; vîna azad, hişmendiya giştî ya hevbeş, israra avakirina Sûriyeyeke azad, yekgirtî, demokratîk, pirrengî, nenavendî nîşan dide.
Wê di çend rojên bê de belgenameya ku beşdaran di konferansê de erê kiriye, were aşkerakirin.






